KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb25 Çile rûp. 14-15
  • 24 Sibatê–2 Adarê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 24 Sibatê–2 Adarê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
mwb25 Çile rûp. 14-15

24 SIBATÊ–2 ADARÊ

METELOK 2

Kilama 35 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

1. Çira Hînbûna Şexsî Gerekê bi Dil Derbaz kin?

(10 deqe)

Wekî razîbûna xwe bona rastiyê bidine kifşê (Mtl. 2:3, 4; w22.08 18 ¶16)

Wekî safîkirinên rast bikin (Mtl. 2:5-7; w22.10 19 ¶3-4)

Wekî baweriya xwe qewî kin (Mtl. 2:11, 12; w16.09 23 ¶2-3)

Îsraêlîk şkeftêda gîsin dide xebatê.

PIRSÊ BIDE XWE: “Ez ça dikarim hînbûna xweye şexsî diha baş kim?”

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Mtl. 2:7—Çi cûreyî Yehowa “mertal e bona yên rêda bêleke ne”? (it-1 1211 ¶4)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Mk. 7:1-12 (th dersa 12)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(4 deqe) MAL BI MAL. Merivra nîşan ke, ku çawa ew dikare ser jw.org înformasiya kêrhatî bona cotên zewicî bivîne (lmd dersa 1, abzasa 3).

5. Xeberdanê Berdewam kin

(3 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Jûrnalekê bide meriv, kîderêda ev têma heye, ya ku wedê xeberdana weye paşin jêra hewas bû (lmd dersa 9, abzasa 3).

6. Gotar

(5 deqe) lmd elametiya zêde A №8—Têma: Jin-Mêr Gerekê Hindava Hevda Amin Bin (th dersa 13).

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 96

7. Hûn Dixwazin Xizna Veşartî Bigerin?

(15 deqe) Şêwirkirin.

Cahilno ev îdêya we xweş tê, ku xizna veşartî bigerin? Hergê erê, Kitêba Pîroz we teglîf dike, wekî dinyalikêda xizna ku lape qîmet e, bigerin, dêmek zanebûna derheqa Xwedê! (Mtl. 2:4, 5) Hûn dikarin vê xiznê bivînin, hergê timê Kitêba Pîroz bixûnin û çi ku dixûnin kûr lêkolîn kin. Hergê hûn usa bikin hûnê şabûnê bistînin û gelek tişta pêbihesin!

  • Wedê xwendina Kitêba Pîroz hûn kîjan pirsa dikarin bidine xwe? (w24.02 32 ¶2-3)

  • Hûn kîjan haceta dikarin bidine xebatê, wekî caba pirsên xwe bistînin?

Gedekî cahil bi kincê arxêoloja, bi şabûnê dinihêre ser qutiya xizna.

Bi saya rêzên vîdêoya Ji Dostên Yehowa Hîn bin, hûn dikarin pêbihesin, wekî çi cûreyî ser vê yekê bifikirin, çi ku hûn Kitêba Pîrozda dixûnin.

Birakî cahil lêkolîna şexsî derbaz dike. Broşûra “Gelo Jîyîn Hatiye Efirandin?” ser sifra wî ye.

Vêxe VÎDÊO Ji Dostên Yehowa Hîn bin—Habîl.

Bixûne Destpêbûn 4:2-4 û Îbranî 11:4. Paşê pirsa bide guhdara:

  • Habîl çi cûreyî da kifşê, wekî ew dostê Yehowa ye?

  • Habîl çawa baweriya xwe hindava Yehowa qewî kir?

  • Hûn çawa dikarin baweriya xwe qewî kin?

ŞÎRET

Wedê xwendina Kitêba Pîroz lêkolîna bikin derheqa van ciya û meriva, besa kîjana ku vê parêda tê kirinê. Û hela hê vî çaxî jî derheqa vê yekê bifikirin, çi ku hûn dixûnin, gava hûn dişirmîş dibin ku hûn vê yekê rind zanin. Hergê hûn bi vî cûreyî lêkolînê bikin, xwendina Kitêba Pîroz wê bona we diha hewas be!

8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

(30 deqe) bt serê 23, abzasa ¶1-8 û pêşxebera para 8

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 102 û Dua

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin