11-17 TEBAXÊ
METELOK 26
Kilama 88 û Dua | Pêşxeber (deqek)
1. Xwe ji Kesê Axmax Dûr Bigire
(10 deqe)
Merivê axmax hêjayî paya nîne (Mtl. 26:1; it-2 729 ¶6)
Gelek car merivê axmaxra şîretên sert lazim in (Mtl. 26:3; w87 1/10 19 ¶12)
Merivê axmax bê îtbar e (Mtl. 26:6; it-2 191 ¶4)
ŞIROVEKIRIN: Kitêba Pîrozda xebera “axmax” ser wî merivî tê gotinê, yê ku serwaxtiyê înkar dike û naxwaze li gora prînsîpên Xwedê bijî.
2. Xizna Kitêba Pîroz
(10 deqe)
Mtl. 26:4—Prînsîpa ji vê rêzê ça dikare xizmetiyêda alî me bike? (w23.09 19 ¶18)
Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Mk. 15:1-15 (th dersa 5)
4. Xeberdanê Destpêkin
(3 deqe) MAL BI MAL. Bi saya belavokê xeberdanê destpêke (lmd dersa 1, abzasa 5).
5. Xeberdanê Berdewam kin
(4 deqe) MAL BI MAL. Ser hîmê vê belavokê, ya ku te merivra hîştibû, xeberdanê berdewam ke (lmd dersa 7, abzasa 4).
6. Şagirta Hazir kin
(5 deqe) Xwendekarê xwe hazir ke, wekî şedetiyê bide merivekî xwe (lmd dersa 11, abzasa 5).
Kilama 94
7. Bi saya Lêkolîna Şexsî Serwaxtiyê Qazanc ke, ku Bikaribî Xilaz bî
(15 deqe) Şêwirkirin.
Pawlosê şandî anî bîra Tîmotêyo, wekî Nivîsarên Pîroz, yên ku ew ji biçûktayêda hîn bibû, çiqas qîmet in. Ew nivîsar dikaribûn Tîmotêyo serwaxt kirana, wekî ew bihata xilazkirinê (2 Tîm. 3:15). Rastiya Kitêba Pîroz gelek qîmet e, lema jî gelek ferz e, wekî em xwera wede bivînin, ku Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn kin. Lê em çi dikarin bikin, hergê em ji lêkolînê lezetê nastînin?
Bixûne 1 Petrûs 2:2. Paşê pirsa bide guhdara:
Gelo em dikarin ji lêkolîna Kitêba Pîroz lezetê bistînin?
Em ça dikarin bikevine “heyra” vê yekê, ku Xebera Xwedê bixûnin û lêkolîn kin? (w18.03 29 ¶6)
Çawa JW Library® alî me dike diha zêde ji Kitêba Pîroz karê bistînin?
Vêxe VÎDÊO Teşkîleta Me Gihîşte Çi—Rêberî ku Ça JW Library Bidine Xebatê. Paşê pirsa bide guhdara:
Te ji JW Library® çi kar standiye?
Kîjan fûnksiyên vê te xweş tên?
Kîjan fûnksiyên vê tu dixwazî hîn bî û destpêkî bidî xebatê?
8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda
(30 deqe) lfb dersa 8-9