KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • mwb25 Îlon rûp. 4-5
  • 15-21 Îlonê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 15-21 Îlonê
  • Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (Bona Hînbûnê)—2025
mwb25 Îlon rûp. 4-5

15-21 ÎLONÊ

METELOK 31

Kilama 135 û Dua | Pêşxeber (deqek)

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ

Dê û qîz rûniştine û dê şîrin-şîrin qîza xwera xeber dide.

1. Dersên ji Wan Şîreta, yên ku Dê bi Hezkirinê Dide Kurê Xwe

(10 deqe)

Nihêrandina Yehowa hindava sêksê û zewacê zarên xwe hîn kin (Mtl. 31:3, 10; wp24.1 13 binseriya 4)

Nihêrandina Yehowa hindava îçkê zarên xwe hîn kin (Mtl. 31:4-6; ijwhf 4 ¶11-13)

Zarên xwe hîn kin wekî mîna Yehowa bona meriva xem bikin (Mtl. 31:8, 9; g17.6 9 ¶5)

2. Xizna Kitêba Pîroz

(10 deqe)

  • Mtl. 31:28—Çira mêr gerekê payê jina xwe bide? (w25.01 13 ¶16)

  • Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?

3. Xwendina Kitêba Pîroz

(4 deqe) Lq. 1:16-30 (th dersa 10)

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN

4. Xeberdanê Destpêkin

(3 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Çaxê kesek tiştekî qenc dibêje yan dike, evê mecalê bide xebatê, wekî xeberdanê destpêkî (lmd dersa 5, abzasa 3).

5. Xeberdanê Destpêkin

(4 deqe) MAL BI MAL. Broşûrêda Meriva Hez kin, bikevine elametiya zêde A, û ji “Dersên ji Kitêba Pîroz bona Şêwirkirinê”, têmekê şêwir kin (lmd dersa 1, abzasa 4).

6. Xeberdanê Berdewam kin

(5 deqe) MAL BI MAL. Wî merivî, yê ku Birca Qerewiliyê № 1 ya sala 2025 hildabû, teglîfî ser gotara mexsûs ke (lmd dersa 7, abzasa 4).

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilama 121

7. Alî Zarên Xwe Bikin wekî bi Bîlaniyê Hacetên Êlêktronîk Bidine Xebatê

(8 deqe) Şêwirkirin.

We qe dîtiye, ku ça zar têlêda yan planşêtêda înformasiya digerin? Usa tê kifşê ku bona zara ev gelek hêsa ye! Dibeke nelazim e timê wanra nîşan kin, ku ça wan haceta bidine xebatê, lê gerekê wana hîn kin ku ça bi bîlaniyê vê yekê bikin. Hergê zarên we hene, hûn ça dikarin vê yekêda alî wan bikin?

Dereca ji vîdêoya “Bi Bîlaniyê Wedê Xwe Xerc ke”. Nazê ber devê berê veleziyaye û planşêtêda tişta dinihêre, lema jî dîna xwe nade tiştên hewas, ku der-dora wê diqewimin, mesele, delfînê ku berêda pê topê dilîze.

Vêxe VÎDÊO Bi Bîlaniyê Wedê Xwe Xerc ke. Paşê pirsa bide guhdara:

  • Çira wê baş be pêşda safî kin, ku çiqas wede bona hacetên êlêktronîk bidine xebatê?

  • Dîsa bona çi em gerekê wede kifş kin?

Çaxê safî dikî ku kîjan sînora bona malbeta xwe daynî, ser hîmê Kitêba Pîroz vê yekê bike, ne ku ser hîmê vê yekê, ku dê-bavên din çi dikin (Gl. 6:5). Mesele, wan pirsa bide xwe:

  • Gelo zara min dide kifşê, wekî ew dikare safîkirinên rast bike? Gelo ew xwegirtinê dide kifşê, ku ez îtbariya xwe wî bînim wekî ew haceta min bide xebatê yan jî wekî haceta wîye şexsî hebe? (1 Kr. 9:25)

  • Gelo ez dikarim îzinê bidime zara xwe, wekî ew hacetên êlêktronîk bide xebatê gava tenê ye? (Mtl. 18:1)

  • Kîjan malper û aplîkasiya ez dikarim îzinê bidime zara xwe, ku bide xebatê, û kîjana na? (Ef. 5:3-5; Flp. 4:8, 9)

  • Bona hacetên êlêktronîk ez çiqas wede dikarim îzinê bidime zarê, ku xerc ke, wekî bona şixulên din jî ku ferz û hewas in, wedê wî hebe? (Wz. 3:1)

8. Hewcên Civatê

(7 deqe)

9. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda

(30 deqe) lfb dersa 18-19

Xeberên Xilaziyê (3 deqe) | Kilama 2 û Dua

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin