KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w24 Sibat rûp. 31
  • We Zanibû?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • We Zanibû?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Têmên Mîna Wê
  • Tu Mertala Xweye Baweriyê Xwey Dikî?
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Tu Jîyînê Usa Qîmet Dikî Çawa Xwedê Qîmet Dike?
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Binihêre li ser Emir usa Ça Xwedê Dinihêre
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Femdarî Xeber de
    Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
w24 Sibat rûp. 31
Destê Ezrada kitêba gulometkkirî heye, û ew ber cimetê pesinê Yehowa dide.

We Zanibû?

Kitêba Pîrozda çira hine gotin têne wekilandinê?

NIVÎSKARÊN Kitêba Pîroz cara hine gotinên xwe, xeber bi xeber diwekilandin. Gelo çira? Were em dîna xwe bidine van sê meniya, ku dibeke çira wana usa dikir:

Kengê hate nivîsarê? Wedê berê, nivîsarên Qanûna Mûsa destê gelek Îsraêliyada tune bûn. Çaxê cimet ber konê pîroz top dibû, Qanûn dihate xwendinê, û geleka gotinên Qanûnê tenê hingê dibihîstin (Qanûna Ducarî 31:10-12). Ewana nav elaleteke mezinda bi siheta piya disekinîn, lema jî diqewime wanra hêsa nîbû, ku rind guh bidin (Nehemiya 8:2, 3, 7). Wextên usada, wekilandina fikirên ferz alî guhdara dikir, wekî rêza bîra xweda xwey kin û bidine xebatê. Wekilandina hine xebera alî wan dikir, ku ewana qanûnên Yehowa bîr nekin (Qanûna Kahîntiyê 18:4-22; Qanûna Ducarî 5:1).

Çawa hate nivîsarê? Hine parên Kitêba Pîroz ça kilam hatine nivîsarê, mesele Zebûr, Stirana Silêman û Lûrînên Yêremya. Hine kilamada gotin têne wekilandinê, yên ku fikirên sereke dubare dikin û alî guhdara dikin, wekî ew gotinên kilamê ezberî hîn bin. Mesele, dîna xwe bide gotinên ji Zebûr 115:9-11: “Gelî Îsraêlîya! Xudanda guman bin, Ew e komekdar û mertala we. Mala Harûn! Xudanda guman be, Ew e komekdar û mertala we. Gelî Xwedêxofa! Xudanda guman bin, Ew e komekdar û mertala we”. Bi saya wekilandina hine gotina, fikirên kilamê hêsa digihîştin hiş û dilê kilambêja.

Çira hate nivîsarê? Nivîskarên Kitêba Pîroz carna gotinên ferz dubare dikirin. Mesele, Yehowa Îsraêliyara got ku gerekê ewana xûnê nexwin, û ewî meniya vê qanûnê bi saya Mûsa çend cara wekilandibû. Yehowa dixwest, wekî cimet rind fem ke, ku xûn jîyîn tê hesabê (Qanûna Kahîntiyê 17:11, 14). Çend qirne şûnda, gava şandiyên Îsa û rûspiyên li Orşelîmê besa tiştên ku li Xwedê xweş nayên, kirin, wana dîsa got ku gerekê xwe ji xûnê dûr bigirin (Karên Şandiya 15:20, 29).

Lê Yehowa nedixwest ku wekilandina hine rêza û gotina bibe edet. Mesele, Îsa got: “Duayên xweda eynî xebera dîsa û dîsa [newekilînin]” (Metta 6:7). Paşê, ewî zelal kir ku em dikarin bona çi dua bikin (Metta 6:9-13). Lema jî gerekê em duayên xweda her gav eynî xebera nedine xebatê, lê hemikî em dikarin eynî têma biwekilînin (Metta 7:7-11).

Meniyên baş hene, ku Kitêba Pîrozda hine gotin têne wekilandinê. Yehowa bi vî cûreyî rêberiya me dike, çi ku her tim bona kara me ye (Îşaya 48:17, 18).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin