KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Tebax rûp. 31
  • Pirsên Xwendevana

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Pirsên Xwendevana
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Têmên Mîna Wê
  • Harmegedon Mizgînî ye!
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Em Derheqa Dîwanên Yehowaye Axiriyê Çi Zanin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Wedê Tengasiya Mezin Amin Bimînin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • “Xilazî”—Ew Çi Tê Hesabê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Tebax rûp. 31

Pirsên Xwendevana

Belakirina mizgîniyê wê kengê xilaz be?

Îsa gotibû: “Ev mizgîniya Padşatiyê wê ser temamiya dinyayê bê belakirinê, ku hemû miletara bibe şedetî, û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14). Xebera Yûnanî, ya ku vê rêzêda û rêzên 6 û 13-da ça “xilazî” hatiye welgerandinê, derheqa Harmegedonê dibêje, dêmek xilaziya dinya Mîrê-cina (Eyantî 16:14, 16). Lema jî em fem dikin, ku emê mizgîniyê heta demeke kin pêşiya Harmegedonê bela kin.

Berê em difikirîn ku gava Babîlona mezin bê wêrankirinê û bi vê yekê tengasiya mezin destpêbe, wî çaxî emê îda şixulê belakirina mizgîniyê bidine sekinandinê (Eyantî 17:3, 5, 15, 16). Me digot ku ev qewimandin wê bê hesabê ku “sala razîbûna Xudan” îda xilaz bûye (Îşaya 61:2, ÎM). Usa jî, em difikirîn wekî tenê kesên ku pêşiya tengasiya mezin Yehowara amin bimînin, wê xilaz bin. Me ewana beramberî Cihûya dikir, yên ku sax man gava sala 607-da B.D.M. bajarê Orşelîmê hate wêrankirinê. Ji bo vê yekê ku wana Yehowa diheband û xirabî nefret dikirin, ser eniya wan nîşanek dihate danînê, seva ku ewana sax bimînin (Hezeqêl 5:11; 9:4). Lê ev fikir tevî giliyên ji Metta 24:14 hev nagire, çimkî ev rêz eşkere dike ku heta wexteke kin pêşiya Harmegedonê, mecala meriva wê hebe ku mizgîniyê qebûl kin.

Ser hîmê femkirina meye teze derheqa Metta 24:14, em îda bi cûrekî din fem dikin xeberên ji Eyantî 16:21 derheqa elametiya ku mîna teyroka gir e. Bi saya lêkolînê me têderxist, ku ev du rêz hevva girêdayî ne. Gelo ça? Çawa ku Pawlosê şandî nivîsîbû, bona “kesên ku wê xilaz bin”, ev elametî, dêmek mizgîniya derheqa Padşatiyê, mîna “bîna jîyînê ye”. Lê bona dijminên Xwedê, ev mizgînî mîna “bîna mirinê ye” (2 Korintî 2:15, 16). Ewana mizgîniya derheqa Padşatiya Xwedê nefret dikin, çimkî ev mizgînî nîşan dike ku ev dinya bi rastî çi cûreyî ye, wekî ev xirab e, serwêrê vê Mîrê-cina ye û wekî ev dinya wê bê kutakirinê (Yûhenna 7:7; 1 Yûhenna 2:17; 5:19).

Dîna xwe bidê, ku li gora Kitêba Pîroz, teyrok wê gelek mezin bin. Dibeke ev tê hesabê, ku wedê tengasiya mezin, mizgînî wê diha zêde bê belakirinê û derheqa navê Yehowa wê hê zêde bê elamkirinê (Hezeqêl 39:7). Wî wedeyî, dêmek paşî kutakirina Babîlona mezin, gelo mizgînî wê mîna bîna xweş hine meriva bikişîne berbi xwe? Dibeke jî. Diqewime ew meriv wê bînin bîra xwe, yan jî bibihên ku bi gelek sala, Şedên Yehowa derheqa kutakirina rêlîgiyên qelp elam dikirin.

Bîne bîra xwe ku wedê berê Misirêda, paşî Deh Bela çi qewimî. Çaxê Yehowa “dîwana hemû xwedêyên Misirê” kir, gelek kesên ku Îsraêlî nîbûn tevî xizmetkarên Xwedê çûn (Derketin 12:12, 37, 38). Dibeke gava wan xerîba didît, ku giliyên Mûsa derheqa Deh Bela ça hatine sêrî, wana safî kir Yehowara xizmet kin.

Merivên ku paşî kutakirina Babîlona mezin safî kin Yehowara xizmet kin, mecala wan wê hebe piştgiriya birên Mesîh bikin, yên ku wê hela hê ser erdê bin (Metta 25:34-36, 40). Hemikî, hema pêşiya Harmegedonê, çaxê Mesîhiyên bi ruhê pîroz bijartî herine ser ezmana, wê îda mecala meriva tune be ku ça mî bêne hesabê.

Ev femkirina teze dîna me dikişîne ser dilremî û hezkirina Yehowaye mezin, yê ku “naxwaze tu kes unda be, lê dixwaze wekî hemû ji gunekirinê vegerin” (2 Petrûs 3:9).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin