KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g18 № 3 rûp. 6-13
  • Ça Teyax kin Mirina Merivê Nêzîk

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ça Teyax kin Mirina Merivê Nêzîk
  • Hişyar Bin!—2018
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • 1: JI NEFER Û HEVALA ALÎKARIYÊ QEBÛL KE
  • 2: Xwarina Rast Bijbêre Û Sportêva Mijûl Be
  • 3: XEWA XWE BISTÎNE
  • 4: XWE BAŞQE NEKE
  • 5: XWE JI TIŞTÊN ZIYAN DÛR BIGIRE
  • 6: WEDÊ XWE RAST XERC KE
  • 7: HER TIŞTÎ WEDEDA BIKE
  • 8: WÎ WEDEYÎDA SAFÎKIRINÊN FERZ NEKIN
  • 9: BÎR BÎNE MERIVÊ XWEYÎ HIZKIRÎ
  • 10: HERE CÎKÎ HÊSA BE
  • 11: ALÎ MERIYA BIKE
  • 12: BIRA TIŞTÊN FERZ, DÎSA CIYÊ PÊŞIN BIN
  • Ça Teyax kim ber Derdê Mirinê?
    Pirsên Cahila
  • Alî Wan Bike, Yên Ku Merivên Xwe Unda Kirine
    Hişyar Bin!—2018
  • Ça Mirina Meriva, Hukum Dike Ser Sihet-Qewata Meriyên Wan
    Hişyar Bin!—2018
  • Pêşxeber
    Hişyar Bin!—2018
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2018
g18 № 3 rûp. 6-13
Meriv civiyan û şikil dikişînin

Alî Wan Bike, Yên Ku Merivên Xwe Unda Kirine

Ça Teyax Kin Mirina Merivê Nêzîk Tu Çi Dikarî Bikî

Carna çaxê tu dilrihetiyê digerî, seva halê xweda teyax kî, tu bi hezara şîreta dikarî bivînî. Hine ji wan şîreta dikarin kêrhatî bin, hinek jî na, çimkî çawa pêşda hatibû gotinê, her kes ne mîna hev şînê dike. Him jî ev çi ku dikare alî merivekî bike, yên dinra dikare kêrhatî nîbe.

Bi rastî hene şîretên sereke, ku gelekara kareke mezin anîne. Ew şîret gelek psîxolog didin wan meriva yên ku şînê dikin, û ew şîret ser hîmê wan prînsîpa ye, ku berêda kitêbeke kevinda, Kitêba Pîrozda hatine nivîsarê.

1: JI NEFER Û HEVALA ALÎKARIYÊ QEBÛL KE

  • Meriv civiyan û şikil dikişînin

    Hine êkspêrt dibêjin wekî derdê xwe sivik kin, ev yek lape ferz e. Cara dibeke hûn dixwazin tenê bimînin. Diqewime carna hûn hela hê hêrs dibin ser wan, yên ku dixwazin alî we bikin. Ev yek tişteke normal e.

  • Eseyî nîne wekî timê dor-berê te kesek hebe, lê yeke wana ji xwe bi temamî dûr nexe, çimkî axiriyêda tera alîkariya wan wê lazim be. Nerm wanara bide kifşê, ku wî wedeyî çi tera lazim e û çi na.

  • Orta zêrîn bivîne, û li gora hewcên xwe usa bike, wekî ne bi temamî xwe ji meriva başqe kî, ne jî timê tenê bimînî.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Du kes ji kesekî qenctir e . . . Ji ber ku, heger bikevin, wê yek hevalê xwe rake” (Waîz 4:9, 10).

2: Xwarina Rast Bijbêre Û Sportêva Mijûl Be

  • Hergê tu xwarinê rast bijbêrî, ew yek wê alî te bike gelek nekevî strêsê. Cûre-cûre êmîş, pincar, û usa jî xwarina giran bixwe.

  • Gelek av û ava êmîşa vexwe.

  • Hergê medê te tune, rojêda gelek car hindik-hindik bixwe. Wê baş be usa jî hekîmê xwera bêjî, wekî tera vîtamîna binivîse.a

  • Hêdî-hêdî bireve û dîsa sportên dinva mijûl be, çimkî ew yek wê alî te bike gelek bona derd-kula xwe nefikirî. Û usa jî wê alî te bike, ku bona xwe bifikirî, yan jî dîna xwe derbazî tiştekî din kî.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Bedena tu kesî ber çevê wî ne reş e, lê wê têr dike û xwey dike” (Efesî 5:29).

3: XEWA XWE BISTÎNE

  • Nav-cî

    Xew gelek ferz e îlahî bona wan yên ku şînê dikin, çimkî wî çaxî qewata wan hê zef diçe.

  • Fesal be ku gelek kofêîn û alkohol venexwî, çimkî ew yek dikare xewa te biteqisîne.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Bi aramiyê tijîbûna lepekî, ji du lepên tijî yên ku bi kedê û ji xebata ku ji bo girtina bayê qenctir e” (Waîz 4:6).

4: XWE BAŞQE NEKE

  • Kulfeta ku şînê dike, hevala xwera dilê xwe vedike

    Bîr neke wekî hemû meriv mîna hev şînê nakin. Lema jî tu xwexa gerekê têderixî, ku çi dikare xût alî te bike.

  • Gelek dibêjin wekî çaxê derdê xwe kesekîra gilî dikin, ew alî wan dike teyax kin, lê yên din dibêjin wekî hê baş e dilê xweda xwey kin. Êkspêrt cûre-cûre şîreta didin, hela lazim e wî wedeyî dilê xwe kesekîra vekin. Hergê hûn dixwazin tevî kesekî xeber din, lê şerm dikin, wê baş be destpêkin hêdî-hêdî hevalê xweyî nêzîkra dilê xwe vekin, û hûnê daha hêsa xwe texmîn kin.

  • Hine meriv dibêjin ku çaxê ewana digirîn, ew alî wan dike êşa xwe sivik kin, lê yên mayînra hê baş e xwe bigirin û negirîn.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Her dil derd û kulêd xwe zane” (Metelok 14:10).

5: XWE JI TIŞTÊN ZIYAN DÛR BIGIRE

  • Mêrêk îçkê vedixe

    Hinek ku şînê dikin, êşa xwe pê îçkevexwarinê yan jî narkotîkayê sivik dikin. Usa yançi ewana dixwazin bîr kin derdê xwe. Ew rihetî ku yançi ew tişt tînin, wedekî kin dikişîne û him jî axiriya xirab tîne. Derdê xwe pê tiştên kêrhatî sivik kin.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “De em xwe ji hemû kirêtiya . . . xwe paqij kin” (2 Korintî 7:1).

6: WEDÊ XWE RAST XERC KE

  • Gelek dibêjin ku lazim e cara wedekî şixulên dinva mijûl bin, seva hertim bona kul-derdê xwe nefikirin û xwe neçerçirînin.

  • Besa xeberê, hevalên teze xwera bivînin yan hê nêzîk bin tevî hevalên xwe, feresetên teze hîn bin, û cîkî hêsa bin.

  • Wede derbaz be û hûnê hînî vê derecê bin. Hûnê dibeke texmîn kin ku îda haqas dilteng nabin. Usa hûn ji êşa dil qenc dibin.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Dema her tiştî . . . heye; wexta girînê heye û wexta kenînê heye; wexta li xwe xistinê heye û wexta lîstinê heye” (Waîz 3:1, 4).

7: HER TIŞTÎ WEDEDA BIKE

  • Kulfet salnemê hildide ku bernama xwe çêke

    Çiqas dikarî, zû vegere jîyîna xweye berê.

  • Hergê tu xewa xwe bistînî, bixebitî, yan jî şixulên xwe wededa bikî, usa tê vegerî jîyîna xweye berê.

  • Çaxê tu wan şixulava mijûl dibî, kîjanara hewasa te tê, ev yek wê alî te bike kêm berxwe kevî.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Ji ber ku wê bi zêdeyî rojên temena xwe di bîra xweda neyne; ji ber ku wê Xwedê di kêfxweşiya dilê wîda bersivê bide” (Waîz 5:20).

8: WÎ WEDEYÎDA SAFÎKIRINÊN FERZ NEKIN

  • Gelek meriv, yên ku safîkirinên ferz paşî mirina merivê xweyî nêzîk kirine, wede şûnda poşman bûne.

  • Hergê dibe, lez nekeve mesele derbazî cîkî din bî, yan xebata xwe biguhêzî, yan jî tiştên merivê mirî ji malê derxî, yên ku tu îda nadî xebatê.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Tivdîra merivê xîret ese karê tîne, lê her kesê lez ketî ese zirarê tîne” (Metelok 21:5).

9: BÎR BÎNE MERIVÊ XWEYÎ HIZKIRÎ

  • Mêr hevalên xwera nîşan dike şikilê jina xwe, ku miriye

    Gelek meriv têderxistine, wekî çaxê ewana wan tiştava mijûl dibin, çi ku merivê wane mirî dike bîra wan, ev yek alî wan dike.

  • Dibeke bona te usa jî kêrhatî be, hergê tu hine şikla top kî yan jî jûrnaleke usa çêkî, kîderê ku tê binivîsî hine qewimandin û serhatiyên derheqa jîyîna merivê xwe, kîjanî ku tu naxwazî bîr kî.

  • Tiştên usa, çi ku bîranîna merivê teva girêdayî ne, xwey ke. Lê çaxê êşa dilê te hevekî sivik be, hingê dikarî derxî û binihêrî.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Bîr bîne rojêd berê” (Qanûna Ducarî 32:7, PKM)

10: HERE CÎKÎ HÊSA BE

  • Here xwera cîkî hêsa be.

  • Hergê tu nikarî li ser gelek wext herî hêsa bî, tu dikarî hema ser rojek yan du roja jî herî hêsa bî, mesele herî parkê, ber devê berê, yan jî tevî hevalên xwe here rêwîtiyê.

  • Hela hê şixulên din jî, ku te berê nekiriye, dikare alî te bike dilrihet bî.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Tenê herine cîkî xewle û hinekî rihet bin” (Marqos 6:31).

11: ALÎ MERIYA BIKE

  • Kulfeta cahil alî ya emirda mezin dike, şixulên maxaziyêva girêdayî

    Bîr neke, wekî çaxê tu alî meriya dikî, bi wê yekê tu alî xwe jî dikî.

  • Besa xeberê alî wan meriva bike, kîjan ku mîna te merivên xweyî nêzîk unda kirine û ewana jî hewcê berdiliyê ne.

  • Gava tu berdilê merivada têyî, tu dîsa dilşa dibî û ça berê emrê xwera şa dibî.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35).

12: BIRA TIŞTÊN FERZ, DÎSA CIYÊ PÊŞIN BIN

  • Bi derd-kulê xwe tu dikarî têderxî, wekî jîyîna teda bi rastî çi ferz e.

  • Bifikire, wekî tu çi cûreyî emirê xwe derbaz dikî.

  • Hergê lazim e, emirê xweda guhastina bike.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Çûna mala şînê, ji çûna mala ziyafetê qenctir e, ji ber ku dawiya her zilamî ew e û yê ku, dijî wê dixe dilê xwe” (Waîz 7:2).

Ça Teyax Kin Mirina Merivê Nêzîk | Fikirên Sereke

  • 1: JI NEFER Û HEVALA ALÎKARIYÊ QEBÛL KE

    Orta zêrîn bivîne, û li gora hewcê xwe usa bike wekî ne bi temamî xwe ji meriva başqe kî.

  • 2: XWARINA RAST BIJBÊRE Û SPORTÊVA MIJÛL BE

    Xwarina xwe rast bixwe, êpêce avê vexwe û sportêva mijûl be.

  • 3: XEWA XWE BISTÎNE

    Bîr neke wekî gelek ferz e xewa xwe bistînî, çimkî ewê alî te bike halê xweda teyax kî.

  • 4: XWE BAŞQE NEKE

    Her kes ne mîna hev şînê dike, lema jî dîna xwe bidê hela çi alî te dike teyax kî.

  • 5: XWE JI TIŞTÊN ZIYAN DÛR BIGIRE

    Xwe dûr bigire ji îçkevexwarinê û narkotîkayê, çimkî ev yek problêma safî nake, lê hê zêde dike.

  • 6: WEDÊ XWE RAST XERC KE

    Halê xweyî nehêsada, carna wedekî şixulên dinva mijûl be û hêsa be, seva hertim bona kul-derdê xwe nefikirî û xwe neçerçirînî.

  • 7: HER TIŞTÎ WEDEDA BIKE

    Vegere jîyîna xweye berê û her tiştî wedê xweda bike.

  • 8: WÎ WEDEYÎDA SAFÎKIRINÊN FERZ NEKIN

    Hergê dibe, hîviyê be bira salek yan hê zêde derbaz be, û tenê paşê safîkirinên mezin bike, ku paşê poşman nebî.

  • 9: BÎR BÎNE MERIVÊ XWEYÎ HIZKIRÎ

    Bona te dikare usa jî kêrhatî be, hergê tu hine şikla top kî yan jî jûrnaleke usa çêkî, kîderê ku tê binivîsî hine qewimandin û serhatî derheqa jîyîna merivê xwe, kîjanî ku tu naxwazî bîr kî.

  • 10: HERE CÎKÎ HÊSA BE

    Wede bivîne, wekî ser rojek yan nîv roj, herî îkî hêsa bî.

  • 11: ALÎ MERIYA BIKE

    Mîna berê jîyînêra şa be û wê yekêda wê alî te bike ev yek, ku tu alî wan meriva bikî, kîjan ku hewce ne û mîna te merivên xweyî nêzîk unda kirine. Bi vê yekê, wê nêta emirê te hebe.

  • 12: BIRA TIŞTÊN FERZ, DÎSA CIYÊ PÊŞIN BIN

    Evê mecalê bide xebatê, û têderxe, wekî jîyîna teda bi rastî çi ferz e û hergê lazim e, emirê xweda guhastina bike.

Bi rastî, birîna dil bi temamî qenc nabe. Lê yeke ewên ku merivên xwe unda kirine, dibêjin, wekî şîretên jorê gotî, alî wan kirine berdiliyê bivînin. Hemikî vê gotarêda hûr bi hûr nayê şêwirkirinê wekî çi dikare alî me bike êşa dilê xwe sivik kin. Lê hergê tu hine ji wan şîreta bidî xebatê, tuyê berdiliyê bistînî û ber derd-kulê xwe teyax kî.

a Jûrnala “Hişyar bin!” piştgiriya tu cûre qenckirin û dermana nake.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin