KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g19 № 2 rûp. 4-5
  • Kara Xwegirtinê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kara Xwegirtinê
  • Hişyar Bin!—2019
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇI TÊ HESABÊ XWEGIRTIN?
  • ÇIMA XWEGIRTIN FERZ E?
  • ÇAWA ZARA HÎN KIN XWEGIRTÎ BIN
  • Xwegirtî bin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Xwegirtin: Hunureke Ferz e seva ku Yehowa Me Qebûl ke
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
Hişyar Bin!—2019
g19 № 2 rûp. 4-5
Dê dibêje na zara xwera, kîjan ku dikanêda şîrinayî dixwaze

Dersa 1

Kara Xwegirtinê

ÇI TÊ HESABÊ XWEGIRTIN?

Xwegirtin tê hesabê

  • bikaribî xwe zeft kî

  • êmosiyên xwe kontrol kî

  • şixulê xwe bînî sêrî

  • berê pêşin bona hewcên meriya xem bikî

ÇIMA XWEGIRTIN FERZ E?

Zarên ku dikarin xwegirtinê bidine kifşê, nakevine ber bayê xelqê hela hingê jî, gava ev yek gelek dîna wan dikişîne ber bi xwe. Lê kîjanara ku çetin e xwegirtinê bidine kifşê,

  • hêrs dikevin

  • dikevine dêprêsiyayê

  • destpêdikin cixarê bikişînin, îçkê vedixwin û narkotîkayê didine xebatê

  • xwerina nebaş dixwin

Li gora lêkolînekê hate kifşê, wekî ewên ku ji biçûktayê xwegirtinê didine kifşê, gava mezin dibin, problêmên wan hindik in. Ewana bineliyên guhdar in û siheta wan jî baş e. Li ser hîmê vê lêkolînê, Zandar Ancêla Dakwort ji Zaningeha Pensîlvanyayê, usa got: “Xwegirtin tu car badîhewa nîne”.

ÇAWA ZARA HÎN KIN XWEGIRTÎ BIN

Bira gotina we na bibe na.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Bira gotina we bibe ‘belê-belê’ yan jî ‘na-na’” (Metta 5:37).

Carna gava zar dixwazin tiştekî qazanç kin, destpêdikin ber gişka bikine qajînî û bigirîn. Bona dê-bava ev dikare bibe cêribandin, çimkî dê-bav hergê hingê li gora xwestina zarê bikin, ewê bifikire, ku wê timê hêsa çi bixwaze, bistîne.

Xêncî wê yekê, hergê vê derecêda gotina dê-bava na dibe na, usa zar hîn dibe wekî ewê nikaribe timê wê yekê bistîne, çi ku dixwaze. Psîkolog Dêvîd Wolş di kitêba xweda usa nivîsiye: “Tişteke ecêb e, lê bi rastî ewê ku xwegirtinê dide kifşê diha bextewar e, ne ku ewê ku nikare xwe bigire. Çaxê hemû xwestinên zara naynin sêrî, usa em wî hîn dikin, ku her tişt wê wîra neyê standin”.a

Gava her xwestekên zarê naynin sêrî, ev yek dikare alî wî bike, wekî çaxê mezin be bikaribe xwegirtinê bide kifşê. Mesele, hergê kesek bixwaze narkotîkayê bide wî, yan jî wî hêlan ke ku bênamûsiyê bike, ji bo çi jî ew dikare ziyanê bide xwe û yên din, ewê bikaribe nekeve ber bayê wan û xwe qayîm bigire.

Alî zara bike fem bikin, ku kirên wan çi axiriyê pey xwe tîne.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Çimkî meriv çi diçîne, wê jî diçine” (Galatî 6:7).

Zar gerekê fem bike, ku kirên wî dikare yan axiriya xirab yan jî axiriya baş pey xwe bîne. Lema jî gava meriv nikare xwegirtinê bide kifşê, ev yek problêma dikare wîra bîne. Mesele, hergê kurê te zû hêrs dikeve, meriv wê xwe ji wî dûr bigirin. Lê hergê ew hîn be derecên çetinda xwe bigire û sebirê bide kifşê, hingê wê meriya xweş bê tevî wî hevaltiyê bikin. Zarêra bide kifşê, ku hergê ew xwegirtî be, ewê bikaribe xwe ji gelek problêma dûr bigire.

Zara hîn ke, wekî fem bikin çi ne tiştên ferz.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Kîjan here qenc e, hûn wê bibijêrin” (Fîlîpî 1:10).

Xwegirtin ne tenê alîkariyê dide, ku xwe ji tiştên xirab xwey kin. Ev usa jî tê hesabê ku şixulê xwe heta xilaziyê bînin sêrî hingê jî, gava ev şixul gelek me xweş nayê. Lema jî em gerekê zarên xwe hîn kin, wekî têderxin çi ye diha ferz û berî pêşin xwe li tiştên ferz bigirin. Mesele, pêşiyê bira zar dersên xwe bike, îja paşê xwera hêsa be.

Meselekî baş be bona zara.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Min nexşek nîşanî we kir, wekî çawa min bona we kir, hûn jî usa bikin” (Yûhenna 13:15).

Zar divînin wekî çawa hûn derecên çetinda xwe didine kifşê. Bi rabûn-rûniştina xwe wanara eyan kin, wekî gava xwegirtinê didine kifşê, ev yek axiriya baş tîne. Soz mesele, gava zar hêrsa we radike, hûn derbêra qayîm hêrs dikevin, yan xwegirtinê didine kifşê?

a Hatiye hildanê ji kitêba “Why Kids—of All Ages—Need to Hear It and Ways Parents Can Say It”

Dê dibêje na zara xwera, kîjan ku dikanêda şîrinayî dixwaze

ZARA XWE BIÇÛKTAYÊDA HÎN KE

Gava her xwestekên zara nayînin sêrî, ew yek dikare alî wî bike, wekî çaxê mezin be bikaribe xwegirtinê bide kifşê. Mesele, hergê kesek bixwaze narkotîkayê bide wî, yanê jî wî hêlan ke ku bênamûsiyê bike, ji bo çi jî ew dikare ziyanê bide xwe û yên din, ewê bikaribe nekeve ber bayê wan û xwe qayîm bigire

Zarên Xwera Bibe Mesela Baş

  • Çaxê ez dikevime derecên çetin, zar diha zef divînin ku ez hêrs dikevim, yan xwe digirim?

  • Min qe zarên xwera şirovekiriye, ku çima filan derecêda min xwe kontrol kir?

  • Zar derheqa min dikarin bêjin, wekî ez merivekî edil im, zû hêrs nakevim, û dikarim xwe kontrol kim?

Gotina Hine Dê-Bava

“Rast e carna qîza me ser tiştekî hêrs diket, lê me îzin nedida wê, wekî ewê pê êmosiyên xwe yên din eciz kira. Hergê ewê xwe nedigirt, me digote wê ji otaxê derê, heta ku hêrsa wê daniya” (Têrêza).

“Çaxê zara gura me dikirin, min jina xweva timê payê wan dida. Xût wî çaxî me payê wan dida, gava ewana wedê çetinaya zû hêrs nediketin û dikaribûn xwe kontrol kirana” (Wêyîn).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin