KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g19 № 2 rûp. 10-11
  • Cabdarî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Cabdarî
  • Hişyar Bin!—2019
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇI TÊ HESABÊ BIBINE MERIVNE CABDAR?
  • ÇIMA FERZ E CABDAR BIN?
  • ÇAWA ZARA HÎN KIN, CABDAR BIN
  • 8 Rabûn-Rûniştina We
    Hişyar Bin!—2018
  • Ça Zara Xwe Hîn kin
    Malbeta We Dikare Bextewar be!
  • Dê-Bavno Alî Zarên Xwe Bikin ku Ewana Yehowa Hiz Bikin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Dê-Bavno Zarên Xwe Hîn kin, wekî Yehowa Hiz Bikin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2019
g19 № 2 rûp. 10-11
Bav alî kurê xwe dike şînkayê av de

Dersa 4

Cabdarî

ÇI TÊ HESABÊ BIBINE MERIVNE CABDAR?

Meriv timê îtbariya xwe wan kesa tînin, yên ku cabdariyên xwe tînin sêrî, çimkî ewana şixulê xweda xîret in.

Hergê zar biçûk e jî, ew dikare hîn be cabdar be. Kitêba “Parenting Without Borders” usa dibêje: “Zara yek-salî îda dikare gura dê-bavê xwe bike. Lê cem zarên heta du salî, xwestin pêşda tê ku çev bidine dê-bavên xwe. Gelek welatada dê-bav şixulê malê didine zara, gava ewana îda pênc salî ne. Zarên usa biçûk jî, dikarin şixulên xwe rind bînin sêrî”.

ÇIMA FERZ E CABDAR BIN?

Gelek cahil rastî çetinaya tên, çaxê ji dê-bava cihê dibin. Lê derecên usada ewana nikarin çetinaya safî kin û paşda vedigerin mal. Menî vê yekêda ne, wekî dê-bav wededa ewana hîn nekirine, ku çi cûreyî gerekê pera xerc kin, çawa şixulê malê bikin û ewana ne jî hîn bûne bibine merivne cabdar.

Xêncî wê yekê, wê baş be ji biçûktayê zarên xwe hîn kin cabdar bin. Kitêba “How to Raise an Adult” usa dibêje: “Baş nîne ku dê-bav dewsa zara hemû tiştî safî kin heta heyjdeh saliya wî, û paşê nişkêva cihê bin”.

ÇAWA ZARA HÎN KIN, CABDAR BIN

Şixulên malê bidine wan.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Her şixulîda kar heye, lê pûçxeberdan dibe tunebûnê” (Metelok 14:23).

Zar hiz dikin tevî dê-bavê xwe şixul bikin. Evê mecalê bidine xebatê ku hine şixulê malê bidine destê wan.

Hine dê-bav naxwazin ku zarên wan şixul bikin. Ewana dibêjin ku dersên zara di mektebêda usa jî zef e, lema jî nelazim e şixulê malê jî wek barekî giran bikine stiyê wan.

Lê bi rastî ew zarên ku şixulên malê dikin, di mektebêda diha serfiraz in û rind dersên xwe dikin, çimkî malda hîn dibin ku çawa şixulên giran jî hildin ser xwe. Xêncî wê yekê, di kitêbekîda “Parenting Without Borders” hatibû gotinê: “Hergê biçûktayêda mecalê nadine zarê, ku ew şixulê malê bike, ew dikare bifikire wekî ne jî lazim e alî meriya bike . . . Serda jî ewana dikarin bifikirin, wekî yên mayîn dikarin dewsa wî, şixul bikin”.

Gava her roj zar şixulên malêva mijûl dibe, ew hîn dibe alîkariyê bide yên din û xwehiz nîbe. Him jî usa zar texmîn dikin, wekî ewana roleke ferz dilîzin malbetêda, û wê fem bikin ku cabdariya wan jî heye.

Alî zarên xwe bike, wekî xwexa cabdar bin bona şaşiyên xwe.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Guh bide şîretê û hînkirinê qebûl ke, wekî axiriyêda tu bibî bîlan” (Metelok 19:20, DT).

Gava zara we şaşiyê dike, mesele tiştekî merivê din dişkêne, hingê pişta zarê negirin. Zar gerekê caba kirên xwe bide, dêmek baxşandinê bixwaze û hergê lazim e heqê tiştê ziyankirî bide.

Çaxê zar fem dike ku seva kirên xwe cabdar e, ev yek alî wî dike . . .

  • ku derewa neke û şaşiyên xwe veneşêre

  • wekî yên dinêna neheq neke

  • wekî destpêneke xwe rast derxe

  • çaxê lazim be, baxşandinê bixwaze

Bav alî kurê xwe dike şînkayê av de

ZARA XWE BIÇÛKTAYÊDA HÎN KE

Zarên ku ji biçûktayê hîn dibin cabdar bin, gava mezin dibin wanara hêsa dibe ber çetinayên jîyînê teyax kin

Zarên Xwera Bibe Mesela Baş

  • Gelo ez yekî xebathiz û terbet im?

  • Zarên min divînin, ku ez malda jî şixul dikim?

  • Ez şaşiyên xwe tînim rûyê xwe, û baxşandinê dixwazim, çaxê lazim e?

Gotina Hine Dê-Bava

“Zarên min ji biçûktayêda alî min dikirin xwarinê hazir kim. Usa jî wana kincên şûştî cî dikirin, toz hildidan. Wanara hewas bû wan şixulava mijûl bin. Ewana şa dibûn kêleka min bin û alî min bikin. Ev yek alî zarên min kir, bibine merivne cabdar” (Laûra).

“Carekê min kurê xweyî biçûkra got, wekî hevala minra têlêxe û baxşandinê bixwaze, çimkî ewî sert caba wê dabû. Nava salada ewî ji meriva gelek cara baxşandin dixwest, çimkî çi ku dixwest bigota cem wî sert derdiket. Niha wîra çetin nîne baxşandinê ji meriya bixwaze, gava şaşiya dike” (Dêbora).

ÇI KAR PÊŞDA TÎNE

Dersdarekê navê kîjanî ku Cêsîka Lêhîm e, giliyê usa nivîsî jûrnala “Atlantîkada”: “Dê-bav gerekê bîr nekin, ku zarên wan ser şaşiyên xwe hîn dibin. Min xwexa dîtiye, wekî şagirtên herî serfiraz mektebêda ew in, dê-bavê kîjana ku şaşiyên zarên xwe venaşêrin, lê alî wan dikin şaşiyên xwe rast kin”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin