Dersa 6
Normên Nav-namûsiyê
ÇAWA TÊDERXIN ÇI YE RAST Û ÇI YE NERAST?
Merivê ku normên nav-namûsiyê zane, rind dikare têderxe çi ye rast û çi ye nerast. Merivê usa çi derecada be jî normên wî nayêne guhastinê. Ew meriv rind zane normên nav-namûsiyê û bi wan norma rêberî dibe wî çaxî jî, gava tu kes wî navîne.
ÇIMA NORMÊN NAV-NAMÛSIYÊ FERZ IN?
Îro zar gelek înformasiya dibihên derheqa normên nav-namûsiyê, mesele mektebada, wedê bihîstina mûzîkê, nihêrandina sînema yan ji bernamên têlêvîziyonê. Bi rastî ev hemû înformasiya dikare zara bixalifîne, çimkî ew îda nikare têderxe çi ye rast û çi ye nerast.
Ev yek xût hingê dibe problêm, gava zar mezin dibe. Kitêbekêda “Beyond the Big Talk” usa tê gotinê: “Cahil gerekê fem bikin, ku hevalên wan gelek ser wan hukum dibin. Û bernamên têlêvîziyonê jî wana hêlan dikin xwe usa kifş kin, ku bona yên din qebûlkirî bin. Cahil gerekê hîn bin safîkirinên usa bikin, ku miqabilî normên wanî nav-namûsiyê derneyên hela hingê jî, gava hevalên wan safîkirina wan qebûl nakin”. Dêmek ça tê kifşê, dê-bav gerekê hela hê ji biçûktayêda, normên nav-namûsiyê zarên xwe hîn kin.
ÇAWA ZARA HÎN KIN ÇI YE RAST Û ÇI YE NERAST
Rind şiroveke.
PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Merivêd gihîştî . . . qencî û xirabiyê ji hev derdixin” (Îbranî 5:14).
Zelal nîşan ke çi ye rastî û çi ye nerastî. Derecên her rojî bide xebatê û firqiyê zarara nîşan ke bi wan giliya: “Ev kirên rast in, eva jî neras t in”; “Kirên usa aminiyê didine kifşê”; “Eva jî neaminiyê dide kifşê”. “Usa em qenciyê dikin”; “Lê bi vî cûreyî em zîyanê didine yên mayîn”. Wede şûnda zara wera, wê hêsa be safî ke çi ye rast û çi ye nerast.
Şiroweke ku çima filan tişt rast e, lê ya din na. Mesele hûn dikarin pirs kin: “Çima baş e, wekî tu rast xwe kifş kî?”, “Hergê tu hevalê xwera derewa bikî, ev yek wê çawa li ser hevaltiya we hukum be?”, “Çima nerast e diziyê bikin?” Tevî zara şêwir kin û alî wan bikin, wekî îsafa xwe hîn kin, seva bikaribin xwexa bona rabûn-rûniştina xwe cabdar bin.
Dîna wan bidin, ku çima kêrhatî ye bi normên nav-namûsiyê bijîn. Hûn dikarin usa bêjine wan: “Hergê tu yekî rast bî, yên din wê îtbariya xwe te bînin”, “Hergê tu qenciyê bikî, merivê bixwazin tevî te hevaltiyê bikin”.
Îzbat bin, wekî malbeta we bi normên nav-namûsiyê dijî.
PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Xwe enene kin” (2 Korintî 13:5).
Neferên malbetê gerekê wek hev bi normên nav-namûsiyê bijîn, ku bikaribin bêjin:
“Malbeta meda derewa nakin”.
“Em destê xwe li ser hev hilnakişînin û ne jî ser hev dikine qare-qar”.
“Em bi xebera dilê hev naêşînin”.
Zara we wê bivîne, ku ev ne tenê qeyde ne, lê ev normên rast in, li gora kîjanî ku temamiya malbetê dijî.
Gelek car tevî zara xeber din derheqa normên nav-namûsiyê, ku we malbeta xweda kifş kiriye. Derecên her rojî bidine xebatê, ku tiştekî zarên xwe hîn kin. Wanara nîşan kin, ku çawa normên weye nav-namûsiyê cude dibin ji normên wan meriya, kîjan ku mektebada hîn dikin, yan jî bi bernamên têlêvîziyonê. Pirsê bidine zara: “Teyê çi bikira?”, “Malbeta me vê derecêda, wê çi bikira?”
Zara hêlan ke tiştên rast bikin.
PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Xweyê îsafa rihet bin” (1 Petrûs 3:16).
Seva kirên baş, payê zara bide. Çaxê zara we rast xwe kifş dike, payê wî bidin û şirowekin ku çima kirê wî we xweş hat. Mesele, hûn dikarin bêjin: “Eferim tera, wekî te rast got”. Hergê zara te tiştekî nerast bike, pêşiyê payê wî bide, ku ewî veneşart û rast got, paşê jî dikarî wî şîret kî.
Alîkariyê bidinê, ku xwe rast ke. Zar gerekê bona kirên xwe cabdar be. Ew gerekê bizanibe, wekî kirên wîda çi nerast bû û çawa ewî normên malbetê teriband. Hine dê-bav zarên xwe şîret nakin, çimkî naxwazin dilê wan bêşînin. Lê çaxê dê-bav zarêra şirowedikin, ku çima kirên wî nerast bûn, bi vê yekê ewana alî zara dikin, wekî îsafa xwe hîn kin û di axiriyêda jî bikaribin rastiyê ji nerastiyê hev derxin.