KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g20 № 2 rûp. 14-15
  • 5. Gelo Kul-Derdên Me wê Bêne Hildanê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 5. Gelo Kul-Derdên Me wê Bêne Hildanê?
  • Hişyar Bin!—2020
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Çima Ev Yek Ferz e
  • Derheqa vê yekê Bifikirin
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Ça Xwedê Dinihêre ser Kul-Derdên Me?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2018
  • Gelo wê Bê Ew Wede, Çaxê Kul-Derd Îda Tune bin?
    Gelo wê Bê Ew Wede, Çaxê Kul-Derd Îda Tune bin?
  • Çira Xwedê Dihêle, wekî Kul-Derd Hebin?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2020
g20 № 2 rûp. 14-15
Malbet tebyetêda hêsa dibe. Ewana hevra şa dibin û dikenin.

5. Gelo Kul-Derdên Me wê Bêne Hildanê?

Çima Ev Yek Ferz e

Hergê belê, dêmek hêviya meye usa heye, ku dikare nihêrandina me ser jîyînê diha baş ke û alî me bike em nêzîkî Xwedê bin.

Derheqa vê yekê Bifikirin

Gelek meriv dixwazin kul-derdên xwe kêm kin, lê ji qewata wan der e evê yekê bikin. Dîna xwe bidinê:

Rast e, mêdîsîna pêşda diçe, lê dîsa jî . . .

  • Nexweşiya dilik meniya lape belabûyî ye, ji bo çi jî meriv dimirin.

  • Ji bo nexweşiya kanser her sal bi mîlyona meriva dimirin.

  • Nivîskar Dawid Blûm, jûrnalêda “Frontiers in Immunology” usa nivîsiye: “Heta niha dîsa jî nexweşiyên hal û usa jî yên teze dertên”.

Rast e, aliyê aboriyêda welat pêşda diçin, lê dîsa jî . . .

  • Her sal bi mîlyona zar dimirin û heçî zef wêderê, kîderê ku kesîbiyêda dijîn.

  • Weke 4.5 mîlyon meriv halekî usada dijîn, wekî mecala wan tune temizayê xwey kin.

  • Cem seda mîlyona meriva ava temiz tune.

Rast e, mafên meriva îro hê zêde têne paristinê, lê dîsa jî . . .

  • Gelek welatada meriva difiroşin. Çawa ku hesabê Miletên Yekbûyî dibêje, ewên ku cabdar in evê problêmê safî kin, tê bêjî evê yekê “navînin, yan jî ji qewata wan der e evê derecê rast kin”.

    HÊ ZÊDE PÊBIHESIN

    Binihêrin vîdêo, “Çi ye Padşatiya Xwedê?”, ku ser malpera jw.org heye.

Kitêba Pîroz Çi Dibêje

Xwedê bona me xem dike.

Ew bêtalaş nîne, hindava êş û derdê me.

“[Xwedê] pişt neda yê tengezar, belengazîya wî bêhurmet nekir, rûyê Xwe Ewî ji wî veneşart, gava wî hewar kir, Xwedê bihîst” (ZEBÛR 22:24).

“Hemû xemêd xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike” (1 PETRÛS 5:7).

Kul-derd wê bêne hildanê.

Kitêba Pîroz soz dide, ku qirara Xwedê bona însanetê, wê eseyî bê sêrî.

“Ewê [Xwedê] ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn” (EYANTÎ 21:3, 4).

Xwedê wê sebebên kul-derdê me bide hildanê.

Xwedê wê bi saya Padşatiya xwe evê yekê bike, û Kitêba Pîroz dibêje ku ew serwêrtî rêalî ye.

“Xwedayê ezmana wê padşatiyê kifş ke, yê ku wê tu car kuta nebe. Û ev padşatî miletê mayînra wê neyê dayînê. . . . Ew wê . . . heta-hetayê bimîne” (DANIYÊL 2:44, DT).

Gelo Kul-Derdên Me wê Bêne Hildanê?

Belê, lê ev yek wê ne bi qewata meriya bê sêrî. Serwêrtiya meriva tenê dikare sera-bera kul-derdên me kêm ke, lê Xwedê wê bi saya Padşatiya xwe sebebên wan kul-derda bide hildanê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin