KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g21 № 1 rûp. 4-5
  • Bîlanî bona Bextewariya Malbetê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Bîlanî bona Bextewariya Malbetê
  • Hişyar Bin!—2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Mêrno, Jinên Xwe Hiz Bikin
  • Kulfetno, Qedirê Mêrê Xwe Bigirin
  • Hevalzewacê Xwera Amin Bin
  • Dê-Bavno, Zarên Xwe Şîret kin
  • Zarno, Gura Dê-Bava Bikin
  • Ça Dikarin Malbeta Xwe Bextewar kin?
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Ça Dikarî Malbeta Xwe Bextewar kî?; Para 1
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Du Şîret bona Bextewariya Malbetê
    Çawa Malbeta Xwe Bextewar kin
  • Zewaca Qewî û Bextewar
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Hişyar Bin!—2021
g21 № 1 rûp. 4-5
Malbeta bextewar tevayî bazara xwe dikin.

Bîlanî bona Bextewariya Malbetê

Zewac û zar pêşkêşên qîmet ji Efirandarê me ne. Ew dixwaze wekî malbeta me bextewar be. Lema jî bi saya Kitêba Pîroz, ewî rêberî daye me, ya ku dikare jîyîna malbeta me diha baş û bextewar ke. Dîna xwe bidin çend şîretên bîlan ku jêrê nivîsar in.

Mêrno, Jinên Xwe Hiz Bikin

“Gerekê mêr jina xwe hiz bike, çawa bedena xwe. Yê ku jina xwe hiz dike, ew xwe hiz dike. Çimkî bedena tu kesî ber çevê wî ne reş e, lê wê têr dike û xwey dike” (EFESÎ 5:28, 29).

Mêr serê malbetê ye (Efesî 5:23). Lê mêrê baş, sert nîne û ji neferên xwe gelek tişta dewa nake. Ew jina xwe qîmet dike û bona hewcên wêye fîzîkî û êmosiyalî xem dike. Ew usa jî aliyê xweda her tiştî dike wekî lê bextewar ke, ne ku timê ya xwe dike (Fîlîpî 2:4). Ew hêsa dilê xwe jêra vedike û gava ew xeber dide, guh dide wê. Ew dilê wê naêşîne, hindava wêda bêrem nîne û ziyanê nade wê, ne ji aliyê fîzîkî ne jî êmosiyalî (Kolosî 3:19).

Kulfetno, Qedirê Mêrê Xwe Bigirin

“Jin jî qedirê mêrê xwe bigire” (EFESÎ 5:33, DT).

Gava jin qedirê mêrê xwe digire û piştgiriya safîkirinên wî dike, ew edilaya malbeta xwe xwey dike. Heger mêr şaşî jî dike, ew wî nimiz nake, lê dîsa jî hindava wîda bi nermî û bi qedir e (1 Petrûs 3:4). Çaxê ew dixwaze derheqa problêmekê tevî wî xeber de, ew wextekî baş bona vê yekê dijbêre û bi qedir tevî wî xeber dide (Waîz 3:7).

Hevalzewacê Xwera Amin Bin

“Mêr . . . xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek” (DESTPÊBÛN 2:24).

Gava jin û mêr hevra dizewicin, heleqetiya wan orta hevda diha nêzîk dibe. Lema jî jin-mêr gerekê ji aliyê xweda her tiştî bikin, wekî zewaca wan qewî bimîne. Bona vê yekê ewana gerekê bi helalî tevî hev xeber din û qencî hevdura bikin. Ewana gerekê hevra amin bin û tevî tu kesî nekevine heleqetiya sêksûalî. Neaminî ew tiştekî bêremtî ye. Ew malbetêda îtbarî hildişîne û nefera ji hev diqetîne (Îbranî 13:4).

Dê-Bavno, Zarên Xwe Şîret kin

“[Zar] zarotîyêda rîya rast hîn bike, gava ew kal be, îdî ewê ji wê nekeve” (METELOK 22:6).

Xwedê cabdarî daye dê-bava wekî zarên xwe hîn kin û şîret kin. Ew tê hesabê ku ewana gerekê rabûn-rûniştina baş zarên xwe hîn kin û xwexa jî vê yekêda bibine mesela baş (Qanûna Ducarî 6:6, 7). Gava zar carna nesyê dike û neguhdar e, dê û bavê bîlan gelek sert hêrsa xwe ser wîda narêjînin. Dewsê ew “bihîstinêda serxwe” ne, “xeberdan û hêrsketinêda” jî lez nakevin (Aqûb 1:19). Heger dê yan bav safî dike zarê ceza ke, ew bi hizkirin vê yekê dike, ne ku bi hêrsê.

Zarno, Gura Dê-Bava Bikin

“Zarno . . . gura dê û bavê xweda bin . . . ‘Qedirê dê û bavê xwe bigire’” (EFESÎ 6:1, 2).

Zar gerekê gura dê-bavê xweda bin û qedirê wan bigirin. Gava zar qedirê dê-bavê xwe digirin, ewana neferên xwe şa dikin û malbetêda edilayê xwey dikin. Zarên mezin bi vê yekê qedirê dê-bavê xwe digirin ku her tiştî bona halxweşiya wan dikin. Mesele, gava lazim e malda tişta çêkin, yan jî aliyê perada komekê bidine wan (1 Tîmotêyo 5:3, 4).

Ez Bûme Malxê Diha Baş

“Ez hindava jina xweda yekî sert bûm, çimkî ez usa mezin bibûm. Lê ez hîn bûm wekî ça serê malbetê, ez gerekê guh bidime jina xwe, ne ku xwehiz û hukumhiz bim. Ber çevê Xwedê ez û jina min bedenek in, û ez gerekê hindava wêda usa bim ça hindava bedena xwe. Ez ji bo şîretên Xwedêye bîlan gelek razî me, çimkî ez bûme malxêkî diha baş û malbeta xweda bextewar im” (Rahûl).

Rahûl û jina wî.

Hê zêde pêbihesin:

Bona hê zêde şîreta ku çawa malbeta xweda diha bextewar bin, têkevine jw.org û binihêrin HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > ZEWAC Û MALBET.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin