KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g21 № 3 rûp. 14-15
  • Çira Ferz e Bizanibin ku Efirandar Heye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çira Ferz e Bizanibin ku Efirandar Heye?
  • Hişyar Bin!—2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Tuyê hê zêde lezetê emirê xweda bivînî
  • Rêberiya kêrhatî jîyîna her rojîda dikare alî te bike
  • Cabên pirsên xwe pêbihese
  • Bi hêviyê li axiriyê binihêre
  • Rastî Derheqa Xwedê
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Kitêba Pîroz Hêviyê Dide Me
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Kitêba Pîroz Hêviyê Dide Me
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!; Hînbûna Kitêba Pîroz Destpêkin.
  • Kitêba Pîroz Ça Dikare Alî Te Bike?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2021
g21 № 3 rûp. 14-15
Koma cahila dîna xwe dide çivîkên ser bax.

Çira Ferz e Bizanibin ku Efirandar Heye?

Çira ferz e bizanibin ku Efirandar heye? Dibeke îzbatî te didine bawerkirinê ku Xwedê heye. Lê wekî usa ne, diqewime tu dixwazî pêbihesî, ku çi îzbatî hene, wekî Kitêba Pîroz ji bîna ber Xwedê ye. Û hergê tu îtbariya xwe giliyê Kitêba Pîroz bînî, hingê tuyê karê ji wan tişta bistînî, derheqa kîjana jêrê tê gotinê.

Tuyê hê zêde lezetê emirê xweda bivînî

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “[Xwedê] qencî wera kir, ji ezmên baran barand, rez jî demsalada dane we, bi xurekva hûn têr kirin û şabûn jî kire dilê we” (Karên Şandiya 14:17).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Hemû tiştên tebiyetêda ku dilê te şa dikin, pêşkêş in ji Efirandar. Çaxê tu pêbihesî ku Efirandar çiqas bona te xem dike, tuyê wan pêşkêşa diha bişêkirînî.

Rêberiya kêrhatî jîyîna her rojîda dikare alî te bike

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Hingê tê rastîyê, qirarê, heqîyê, fem bikî û serda jî her şiverîyên qenc” (Metelok 2:9).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Xwedê Efirandar e, lema jî ew rind zane ku çi mera lazim e seva ku bextewar bin. Gava tu Kitêba Pîroz lêkolîn kî, tuyê gelek tişt pêbihesî, çi ku îda nihada wê alî te bikin.

Cabên pirsên xwe pêbihese

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Tê hingê . . . xwedênaskirinê bizanibî” (Metelok 2:5).

EV ÇI TÊ HESABÊ: Zanebûna vê yekê ku Xwedê heye, dikare alî te bike, wekî cabên pirsên ferz bivînî. Mesele: Nêta jîyînê çi ye? Çima haqas kul-derd hene? Çi diqewime paşî mirinê? Tu dikarî cabên wan pirsa Kitêba Pîrozda bivînî.

Bi hêviyê li axiriyê binihêre

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “‘Ez rind zanim ew, çi ku min seva we qirar kiriye’ Yehowa dibêje. ‘Min edilayî seva we qirar kiriye, ne ku xezeba, seva ku hêviyê û axiriya baş bidime we’” (Yêremya 29:11, DT).

Binihêrin vîdêo “Ça Em Dikarin Bawer Bikin, ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye?” û “Nivîskarê Eslî yê Kitêba Pîroz Kî ye?” Van vîdêoya dikarin ser malpera jw.org bivînin, hergê ciyê lêgerînêda van giliya “Kitêba Pîroz ji Xwedê ye” yan jî “Nivîskarê Eslî” binivîsin.

EV ÇI TÊ HESABÊ: Xwedê soz dide, ku axiriyêda Ew wê zulmiyê, kul-derda û hela hê mirinê jî kuta ke. Hergê tu îtbariya xwe sozên Xwedê bînî, hêviya teye hindava axiriya wî cûreyî wê alî te bike, wekî çetinayên herrojîda teyax kî.

Hine meriva çi kar standin, çaxê bawer kirin wekî Efirandar heye?

Cyndi.

“Ez timê zendegirtî dimînim, çaxê divînim ku Xwedê çi cûreyî hemû aliyada alî me dike. Mesele, ew alî me dike ku bizanibin, wekî jîyîna meda çi diha ferz e, ça heleqetiya xwe tevî meriva baş kin û bibine dostên Xwedê” (Sîndî, Amêrîka).

Elise.

“Ew yek ku min baweriya xwe Efirandar anî, jîyîna min bextewar kir, çimkî gelek tiştên hewas hene ku timê derheqa Wî, efrînên wî û Xebera wî lêkolîn kim” (Êlîs, Fransa).

Peter.

“Çaxê ez emirê xweda vê yekê, çi ku Efirandar bi saya Kitêba Pîroz me hîn dike, didime xebatê, ez diha bextewar dibim. Ev yek alî min dike, wekî edilayîhiz, dilovan û şêkirdar bim. Ev usa jî alî min dike, wekî bavekî diha baş bim” (Pîtêr, Nîdêrland).

Liz.

“Pêşiya ku ez derheqa Xwedê pêbihesiyama, emirê min qe hewas nîbû. Min ça hergav dixwar, radizam û ancax xebata xwera digîhand. Ji bo vê yekê ez gelek dilteng dibûm. Niha ez fem dikim, ku emir rastî jî pêşkêşeke qîmet e. Ez îda ji emir şabûn û lezetê distînim” (Lîz, Êstonya).

Adrien.

“Ez merivekî xemgîn im. Lê zanebûna vê yekê ku zulmî, nerastî û kul-derd wê bêne hildanê, alî min dike teyax kim” (Adrîan, Fransa).

Pêbihesin ku Kitêba Pîroz çi cûrey caba pirsên jîyînêva girêdayî, dide. Binihêrin vîdêo “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?”; Bi Temamî

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin