KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g22 № 1 rûp. 4-6
  • 1 | Sihet-Qewatê Xwey kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 1 | Sihet-Qewatê Xwey kin
  • Hişyar Bin!—2022
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇIMA EV YEK FERZ E
  • Tu Çi Gerekê Bizanibî
  • Tu Çi Dikarî Nihada Bikî
  • Çi Bikin Hergê Sihet-Qewata Me Nişkêva Xirab bû?
    Têmên Din
  • Sihet-Qewata Fîzîkî
    Hişyar Bin!—2019
  • Çawa Strêsêda Teyax kin
    Hişyar Bin!—2020
  • Jîyîna ku Xwedê Daye Te Qîmet ke
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2022
g22 № 1 rûp. 4-6
Xwarina kêrhatî ya cûre-cûre.

DINYA HALEKÎ GIRANDA NE

1 | Sihet-Qewatê Xwey kin

ÇIMA EV YEK FERZ E

Krîzîs yan jî qezî dikare xirab hukum be ser sihet-qewata meriva.

  • Kul-derd meriva dikine strêsê û ji bo strêsa ku dirêj dikişîne, meriv qidûm dikeve.

  • Krîzîs, teşqelên tebiyetê û çetinayên din dikarin xirab ser mêdîsînayê hukum bin û nexweşxanada dikare bona gelek nexweşa cî û derman tune bin.

  • Ji bo çetinaya merivara dikare zor be pera destxin seva ku tiştên lazim qazanc kin, mesele xwarin û dermana.

Tu Çi Gerekê Bizanibî

  • Nexweşiya giran û strês dikare ser hiş-aqilê te hukum be, ji bo çi jî tera dikare çetin be safîkirinên rast bikî. Axiriyêda diqewime tu hê zêde nexweş kevî.

  • Hergê tu dîna xwe nadî nexweşiyên xwe û xwe qenc nakî, ev yek dikare halê te diha xirab ke û hela hê emirê te jî bike bin qeziyê.

  • Çiqas tu sihet-qewat bî, haqas hê baş tuyê bona çetinaya hazir bî û bikaribî safîkirinên rast bikî.

  • Firqî tune çiqas destê teda heye, yeke tu dikarî tiştekî bikî, wekî miqatî sihet-qewata xwe bî.

Tu Çi Dikarî Nihada Bikî

Merivê serwaxt pêşda xofiyê divîne û tiştekî dike ku xwe xwey ke. Evê yekê em dikarin derheqa sihet-qewatê jî bêjin. Tu dikarî bi saya xweykirina temizayê, xwe ji nexweşiya xwey kî. Diha baş e pêşda pey siheta xwe binihêrî, ne ku serê xwe bêşînî û hewcê dermana bî.

“Çaxê em bedena xwe û mala xwe temiz xwey dikin, îda em haqas perên xwe ser derman û doxdira xerc nakin” (Andrêas).a

a Hine nav vê jûrnalêda hatine guhastinê.

ÇA QEWATÊ BISTÎNIN​—Şîretên Kêrhatî

Seva ku wedê çetinaya sihet-qewata xwe xwey kin, van şîreta hildin hesab

TEMZAYÊ XWEY KIN

Mêr pê sabûnê destê xwe dişo.

Temizayê xwey kin

Kitêba Pîroz dibêje: “Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike” (Metelok 22:3). Bixebite ku têderxî çi dikare ziyanê bide sihet-qewata te û ji vê yekê xwe dûr bigire.

  • Gelek car pê sabûnê û avê destê xwe bişo, îlahî pêşiya ku destê xwe bidî xwarinê û paşî destavê.

  • Timê mala xwe temiz ke û dêzînfêksiya bike, îlahî wan tişta, kîjana gelek car destê xwe didinê.

  • Çiqas te tê, xwe dûr bigire ji wan meriya, nexweşiya kîjana dikare derbazî ser te be.

XWERINA KÊRHATÎ BIXWIN

Xwarina kêrhatî ya cûre-cûre.

Xwerina Kêrhatî Bixwin

Kitêba Pîroz dibêje: “Bedena tu kesî ber çevê wî ne reş e, lê wê têr dike û xwey dike” (Efesî 5:29). Em bi wê yekê nîşan dikin ku bedena xwe hiz dikin, gava em xwarin û vexwarinêda fesal in.

  • Êpêce av vexwe.

  • Cûre-cûre êmîş û pincara bixwe.

  • Tiştên rûnî, şor û şîrin kêm bixwe.

  • Titûn û narkotîkê nede xebatê, ne jî zef îçkê vexwe.

“Seva ku nexweş nekevin, em gerekê xwarina kêrhatî bixwin; hergê em usa nekin, emê mecbûr bin perê xwe ku usa jî hindik e, ser doxdira û dermana xerc kin. Me safî kiriye, wekî perê xwe ser xwarina kêrhatî xerc kin” (Karlos).

SPORTÊVA MIJÛL BIN Û HÊSA BIN

Mêr direve.

Sportêva mijûl bin

Kitêba Pîroz dibêje: “Mista tije ya bi rihetî, ji kulma tije ya bi zehmetî û ketina pey bayê çêtir e” (Waîz 4:6, ÎM). Hemikî em gerekê bixebitin, lê em usa jî gerekê hêsa bin.

  • Sportêva mijûl be. Tu dikarî bi wê yekê destpêkî, ku her roj hema hevekî rê herî. Hergê tu emirda mezin î, bêsihet î yan jî nexweşiya teye xronîkî heye, sport dikare sihet-qewata te baş ke.

  • Kulfeta xewra çûye.

    Hêsa bin

    Êpêce hêsa be. Cûrekî din bêjin, hergê tu xewa xwe nestînî, strêsa te dikare zêde be û tera çetin be dîna xwe bidî ser tiştekî. Wede şûnda jî ev yek wê problêmên diha giran pêşda bîne, yên sihet-qewatêva girêdayî.

  • Safî ke, ku tu siheta çenda razêyî û safîkirina xwe neteribîne. Bixebite ku her roj wededa razêyî û rabî.

  • Çaxê tu nav ciyada nî, têlêvîziyonê nenihêre û hacetên elektronîk jî nede xebatê.

  • Pêşiya razanê xwarina giran nexwe, tiştên bi kofêyînê û îçkê venexwe.

“Min têderxist wekî xewa min hemû aliyava ser sihet-qewata min hukum dibe. Çaxê ez xewa xwe nastînim, serê min û bedena min dêşe. Lê çaxê ez rind xewa xwe distînim, hingê ez xwe usa baş texmîn dikim ku hazir im çiya jî welgerînim! Qewata min cîda ne û ez zû nexweş nakevim” (Castîn).

Pareke ji vîdêo “Tu Ça Dikarî Xwe ji Vîrûsa Xwey kî?” Kulfet derî vedike û vîrûs jî dikeve malê.

HÊ ZÊDE PÊBIHESE. Binihêre vîdêo “Tu Ça Dikarî Xwe ji Vîrûsa Xwey kî?” Navê vê vîdêoyê ser malpera jw.org bivîne. Usa jî bixûne gotar “Çawa Sihet-Qewata Xwe Baş kin”.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin