KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g22 № 1 rûp. 7-9
  • 2 | Pere û Hebûnê Xwey kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 2 | Pere û Hebûnê Xwey kin
  • Hişyar Bin!—2022
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇIMA EV YEK FERZ E
  • Tu Çi Gerekê Bizanibî
  • Tu Çi Dikarî Nihada Bikî
  • Ça pê Perê Hindik Ebûra Xwe Bikin?
    Têmên Din
  • Çawa Rast Pera Xerc kin
    Malbeta We Dikare Bextewar be!
  • Ça Pera Rast Xerc kin
    Hişyar Bin!—2019
Hişyar Bin!—2022
g22 № 1 rûp. 7-9
Necar pê dar dixebite.

DINYA HALEKÎ GIRANDA NE

2 | Pere û Hebûnê Xwey kin

ÇIMA EV YEK FERZ E

Gelek meriv her roj zef zemetê divînin, seva ku wan tişta qazanc kin, çida ewana hewce ne. Lê yazix, ji bo problêmên dinyayê, ev yek diha çetin dibe. Çira?

  • Wan ciyada kîderê ku şer-dew û qezî diqewimin, her tişt diha biha dibe, mesele xwarin û xercên dewletê.

  • Ji bo krîzîsê meriv xebata xwe unda dikin yan jî heqê xebatê kêm dibe.

  • Qezî dikarin ziyanê bidine xebat, mal û hebûna meriva, ji bo çi jî ewana kesîb dibin.

Tu Çi Gerekê Bizanibî

  • Tu perê xwe çiqas hê rast xerc kî, haqas hê baş tuyê bikaribî krîzîsêda ebûra xwe bikî.

  • Bîr neke wekî qîmetê pera û hebûnê dikare unda be.

  • Hene tiştên usa jî, kîjana ku tu nikarî pê pera bikirî, mesele bextewarî û yektiya malbetê.

Tu Çi Dikarî Nihada Bikî

Kitêba Pîroz dibêje: “Lê kinc û xurekê me hebin, bi wan em razî bin” (1 Tîmotêyo 6:8).

“Razî bin” tê hesabê gelek tişta nexwazin û şa bin, wekî tiştên ku mera lazim in, cem me hene. Ev yek îlahî wî çaxî ferz e, gava perê me hindik e.

Seva ku bi tiştên cem me hene, razî bin, em gerekê hîn bin pera hindik xerc kin. Hergê em timê pey tiştên usa dikevin, bona kîjana mecala me tune bikirin, emê halê xwe diha çetin kin.

ÇA QEWATÊ BISTÎNIN​—Şîretên Kêrhatî

Seva ku wedê çetinaya bikaribin pera û hebûnê xwey kin, van şîreta hildin hesab

XERCÊN XWE KÊM KE

  • Kulfeta emirda mezin gizêra ji baxçê xwe top dike.

    Xercên xwe kêm ke

    Perê xwe ser tiştên usa xerc neke, çi ku tera zef nelazim in. Pirsê bide xwe: “Bê erebe ez nikarim yole herim? Ez nikarim bostanda pincarê û êmîşa biçînim?”

  • Pêşiya ku tiştekî bikirî, pirsê bide xwe: “Ez bi rastî hewcê wî tiştî me? Haqas destê minda heye ku filan tiştî bikirim?”

  • Hergê welatê teda dewlet alîkariyê dide merivên destteng, evê komekê bixwaze.

“Me tevî malbetê şêwir kir derheqa cûrê jîyîna xwe. Me hemû cûre wedederbazkirinên ku peretî ne, înkar kir. Me usa jî destpêkir xwarina usa çêkin, ser kîjana pere zef xerc nabe” (Gîft).

PERE Û XERC PÊŞDA HESAB KE

Kulfet kalkûlatorê dide xebatê û xercê xwe dinivîse.

Pere û xerc pêşda hesab ke

Kitêba Pîroz dibêje: “Tivdîra merivê xîret ese karê tîne, lê her kesê lez ketî ese zirarê tîne” (Metelok 21:5). Hergê tu pera û xercên xwe pêşda hesab kî, tuyê xercên zêde nekî.

  • Pêşiyê binivîse, ku tuyê mehê çiqas pere bistînî.

  • Paşê hesab ke, ku tu çiqas pere xerc dikî û ser çi xerc dikî.

  • Xilaziyê, xercên xwe û perê ku tu distînî, beramberî hev ke. Hergê tu divînî ku perê te zêde namîne, hingê xercên xweye neferz kêm ke.

“Her meh em xwera dinivîsin, ku çiqas pere dikeve destê me û çiqas xerc dibe. Em hine perê xwe bona oxirmên giran başqe dikin û bona xercên axiriyê jî difikirin. Usa em îda zef xemgîn nabin, çimkî em pêşda zanin ku perên xwe ça xerc kin” (Karlos).

DEYNA NEKE / PERA TOP KE

  • Dê alî qîza xwe dike, ku pere bike botilê.

    Deyna neke / pera top ke

    Safî ke ku çi bikî, seva ku nekevî bin deyna. Hergê tê standinê, qe pera deynî hilnede. Dewsê, pera xwera top ke, ku bikaribî wan tişta bikirî, çida tu hewce yî.

  • Her meh hine pere xwera başqe dayne, bona xercên xweye axiriyê û yên ku dikarin nişkêva pêşda bên.

XEBATHIZ BE / XEBATÊ XWEY KE

Kitêba Pîroz dibêje: “Her şixulîda kar heye” (Metelok 14:23).

  • Necar pê dar dixebite.

    Xebathiz be / xebatê xwey ke

    Hindava xebatêda nihêrandina baş xwey ke. Hergê xebata te ew nîne, kîjan ku te dixwest, ew dîsa jî alî te dike, ku ebûra xwe bikî.

  • Ser xwe bixebite ku xebathiz bî û ku meriv îtbariya xwe te bînin. Ev yek wê alî te bike, wekî xebata xwe xwey kî, û hergê unda kî jî, tuyê hêsa xwera xebateke din bivînî.

“Ez hemû cûre xebat qebûl dikim û firqî tune ev xebat û heqê wê min xweş tê yan na. Ez timê bi dil û can dixebitim û xebata xwe usa baş dikim, ça bona xwe” (Dmîtrî).

Hergê tu xebatê digerî . . .

  • Ji aliyê xweda her tiştî bike. Derheqa xebatê mezinên xebatara têlê xe, hergê jî tu sed selefî nizanî wê xebatê bidine te yan na. Pismam û hevalên xwera bêje, ku tu xebatê digerî.

  • Xebatê înkar neke. Dibe ku tu xebateke usa nevînî, kîjan ku hemû aliyava te xweş bê.

Dê-bav derheqa xercên malbetê şêwir dikin, zarên wan jî pişt wan dilîzin.

HÊ ZÊDE PÊBIHESE. Bixûne “Ça Pê Perê Hindik Ebûra Xwe Bikin?”

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin