KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g23 № 1 rûp. 3-5
  • Ava Temiz

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ava Temiz
  • Hişyar Bin!—2023
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Kêmasiya Ava Temiz
  • Planêta Me—Hatiye Çêkirinê ku Bê Xweykirinê
  • Çi Tê Kirinê
  • Menî Bona Hêviyê—Kitêba Pîroz Çi Dibêje
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Krîzîsa Avê Nav Temamiya Dinyayêda?
    Têmên Din
Hişyar Bin!—2023
g23 № 1 rûp. 3-5
Destê kulfetêda ava temiz e, ya ku ewê ji kaniyê hildaye.

GELO HALÊ PLANÊTA ME WÊ BAŞ BE?

AVA TEMIZ

BÊ AV emir li ser erdê vê tune bûya îlahî bê ava temiz. Bi rastî, av pareke gelek ferz e nava efrînada. Ji çem, gol, cimcim, û ji ava binê erdê meriv û heywan ava bona vexwarinê distîne û ev av em usa jî didine xebatê bona avdana deşt û zozana.

Kêmasiya Ava Temiz

Heçî zef planêta me ji avê ye. Lê li gora Teşkîleta Mêtêorolojî ya Hemdinyayê “ji ava ser erdê tenê 0.5% dikarin bidine xebatê bona vexwarinê û xebitandinê”. Ev ava temiz gerekê têra jîyîna ser erdê bike, lê heçî zef ev qirêj dibe yan jî dest nakeve ji bo vê yekê, ku gelek meriv ev av didine xebatê yan jî ji bo guhastina hewayê. Lêkolînkar dibêjin, ku nava 30 salîda pênc mîlyard meriv wê nikaribin ava temiz bistînin.

Planêta Me—Hatiye Çêkirinê ku Bê Xweykirinê

Planêta me usa hatiye çêkirinê, ku av wê timê ser hebe. Xalî, efrînên berê û ronaya tevê tevayî avê temiz dikin. Werên em hine îzbatî binihêrin yên ku nîşan dikin, ku planêta me usa hatiye çêkirinê, wekî bê xweykirinê.

  • Xalî dikare avê ji tiştên qirêj temiz ke. Cimcimada hene şînkayên usa, yên ku nîtrojênê, fosforê û pêstîtsîda kuta dikin.

  • Av ji bermayên tebiyetê qirêj dibe, lê zandar têderxistin wekî bi saya prosêsên fîzîkî û bîolojî, av ji vê qirêjayê tê temizkirinê. Tiştên qirêj nava avêda dihelin û dibine mîkroorganîzm.

  • Mîdêyên û molûskên avê nava çend rojada dikarin avê ji tiştên jer temiz kin. Ewana vê yekê diha baş dikin, ne ku şînkayên avê.

  • Planêta me avê xwey dike bi saya ziviroka avê, bi navê sîstêma hîdrolojîk. Ev zivirok tevî prosêsên tebiyetê nahêlin, ku av bimiçiqe yan jî ji atmosfêrê derkeve.

    WE ZANIBÛ?

    Xalî—Avê Temiz Dike

    Çaxê av xaliyêra derbaz dibe ew ji tiştên qirêj, bermayî, jer temiz dibe û çaxê ew digihîje binê erdê kîderê ku av dikişe, ew usa temiz dibe, wekî dikare bê vexwarinê.

    Ser şikil tê kifşê, ku çawa xalî avê ji qirêjayê temiz dike. Ava baranê xaliyêra, kevirara û xaliya sorra derbaz dibe û digihîje ava bin erdê.

    Temizkirina Fîzîkî

    Qûm û kevirê hûr mîna elekê, avê ji hine tiştên qirêj temiz dikin.

    Temizkirina Bîolojî

    Mîkroorganîzmên xaliyêda dikarin avê ji tiştên usa temiz kin, yên ku dikarin ziyanê bidin sihet-qewata meriva. Hine baktêriya dikarin rûnê jer para vekin ser karbondîoksîdê û avê.

    Temizkirina Kîmyayî

    Hela hê xaliya ênêrjiya kîjanî ku hindik e, dikare nehêle wekî tiştên jer bikevine nava avê. Mesele hergê ênêrjiya xaliya sor mînûs e, ew dikare ji avê amonîûm derxe, ênêrjiya kîjanî plûs e û gelek xof e bona efrînên binê avê.

Çi Tê Kirinê

Şikil: 1. Mêr binê avta xweda rûn temiz dike. Ew haceteke usa dide xebatê, ya ku rûn top dike. 2. Mêr kontêynêr û botlên kîmîkî dişîne ciyê ku wana kuta dikin.

Hergê em timê dîna xwe bidinê ku rûnê avta me nerije û hergê em rast bermayên xof kuta kin, usa emê bikaribin avê temiz xwey kin

Zandar dibêjin, ku çiqas dest dide gerekê avê badîhewa xerc nekin. Seva ku qirêjaya avê hê kêm be ewana şîret didin, wekî dîna meriva ser rûnê ereba wan be, ku nerije ser erdê. Usa jî dermanên nexebitandî nevêjine destavê û tiştên jer nevêjine kanalîzasiyê.

Înjînêr mêtodên teze derxistine, seva ku ava berê ji xwêy temiz kin. Nêta vê yekê ev e, ku hê zêde ava temiz dest keve.

Lê bi rastî diha zêde av lazim e. Ew safîkirineke ne usa baş e, ku ava berê ji xwêy temiz kin, çimkî seva vê yekê gelek pere û ênêrjiya tê xerckirinê. Sala 2021 Teşkîleta Miletên Yekbûyî derheqa xweykirina ava temiz usa got: “Hewcetiya ava temiz çiqas diçe haqas zêde dibe, lema jî ew gerekê du cara zêdetir bê derxistinê”.

Menî Bona Hêviyê—Kitêba Pîroz Çi Dibêje

“Xwedê . . . dilopên avê bi jorva dikişîne û dilopên baranê bi hilma xwe disefîne. Ew baranê diherikînin û bi têra xwe bi ser mirovanva dilop dikin” (Îbo 36:26-28, ÎM).

Xwedê tebiyetêda ziviroka avê usa çêkiriye, ku av timê ser erdê hebe (Waîz 1:7).

Bifikirin: hergê Efirandar erd usa çêkiriye, ku ev bikaribe ava temiz xwey ke, gelo ewê nikaribe planêta me ji hemû ziyanên ku meriv pêşda tînin, bide hildanê? Binihêrin gotar “Xwedê Soz Dide ku Planêta Me wê Bê Xweykirinê”, ser rûpêla 15.

HÊ ZÊDE PÊBIHESIN

Molêkûlên avê yên ku mezinkirîne.

Nav avêda tiştên usa hene, ku bê wan emir li ser erdê wê tune bûya. Binihêrin vîdêo Efrîn Pesinê Xwedê Didin—Av ser jw.org.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin