KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g23 № 1 rûp. 6-8
  • Okyanûs

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Okyanûs
  • Hişyar Bin!—2023
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Okyanûs bin Xofêda nin
  • Planêta Me—Hatiye Çêkirinê ku Bê Xweykirinê
  • Çi Tê Kirinê
  • Menî Bona Hêviyê—Kitêba Pîroz Çi Dibêje
  • Naverok
    Hişyar Bin!—2023
  • Vê Jûrnalêda
    Hişyar Bin!—2023
  • Pêşxeber
    Hişyar Bin!—2023
Hişyar Bin!—2023
g23 № 1 rûp. 6-8
Meriv binê berêda xwe avê dixe û ber mesiya, mircana û şînkayên avêra derbaz dibe.

Georgette Douwma/Stone via Getty Images

GELO HALÊ PLANÊTA ME WÊ BAŞ BE?

OKYANÛS

OKYANÛSADA ne ku tenê tiştên bona xwarinê hene, lê usa jî tiştên usa bi saya çi jî em dikarin dermana çêkin. Nîvê zef em ji okyanûsa oksîjênê distînin û ewana karbondîoksîdê dikişînine xwe. Xêncî vê yekê okyanûs roleke ferz dilîzin bona hewayê.

Okyanûs bin Xofêda nin

Guhastina hewayê gelek xirab ser mircanên avê, molûska û efrînên din hukum dikin. Zandar dibêjin ku 30 salên din hemû mircanên binê avê, dikarin kuta bin. Ev mircan çawa mal in bona 25% efrînên binê avê yên ku mera nas in.

Li gora hesabê zandara, weke 90% çivîkên berê tevî xwarinê, şîrme jî dixwin. Her sal ji bo derdanên şîrme, bi mîlyona efrînên berê dimirin.

Sala 2022, sêkrêtarê sereke yê Miletên Yekbûyî Antonyo Gutêrrês usa got: “Sed heyf ku roja îroyîn em okyanûsa nabine xweyî û lema jî em gihîştine vê yekê, ku okyanûs bin xofeke mezinda nin”.

Planêta Me—Hatiye Çêkirinê ku Bê Xweykirinê

Hergê meriv okyanûsa qirêj nekirana, ewana wê temiz bimana, flora û faûna jî wê zirarê nestanda. Çimkî ew hema usa hatibû efirandinê. Êkoloj Pol Howkên kitêbeke xweda nivîsî, ku okyanûs dikarin xwexa bêne temizkirinê. Dêmek hergê pareke okyanûsê ji bermayên karxanê bê xwey kirinê, ew xwexa dikare hêdî-hêdî bê temizkirinê (Regeneration: Ending the Climate Crisis in One Generation). Dîna xwe bidine çend mesela:

  • Mîkroorganîzm, ku têne navkirinê fîtoplankton karbondîoksîdê dikişîne xwe, ji bo çi jî germbûna gerdûnê pêşda tê. Fîtoplankton haqas karbondîoksîdê kaşî xwe dikin, çiqas ku tevayî hemû bax û şînkayên ser temamiya dinyayê kaşî xwe dikin.

  • Mîkrob bermayên mesiya dixwin, yên ku dikarin okyanûsê qirêj kin. Ew mîkrob jî dibine xurek bona efrînên berêye din. Malperekêda, ya ku okyanûsa lêkolîn dike, tê gotinê, ku “bi saya hevgirêdana vî cûreyî okyanûs temiz dimînin” (Smithsonian Institution Ocean Portal).

  • Bi saya vê yekê ku av navdilê gelek heywanên okyanûsêra derbaz dibe, tirşaya avê kêm dibe. Ev yek baş hukum dike ser mircanên avê, molûska û gelek organîzmên din.

    WE ZANIBÛ?

    Şînkayên Binê Berê bona Temizaya Okyanûsa Xem Dikin

    Ser şikil tê kifşê ça pêlên berê digihîjine ber devê berê. Binê berê, şînkayên avê û efrîn têne kifşê. Çaxê pêlên berê digihîjine ber devê berê, şînkayên avê bilindaya û qewata berê kêm dikin û qirêjayê ji avê derdixin. Mesî û efrînên din nava berêda, şînkayên avêda dimînin. Ava ku digihîje ber devê berê temiz e û qewata pêla jî diha kêm dibe.

    Şînkayên avê binê berê şîn dibin. Ev şînkayî giraniyên nava avêda didine sekinandinê. Xêncî vê yekê bi saya şînkayên avê, mircan kêm nexweş dikevin û usa jî bilindaya û qewata pêlên berê, kêm dibe û usa ber ji sînorên xwe dernayê.

Çi Tê Kirinê

Şikil: 1. Mêr ji çentê pîne tişta derdixe û datîne ser sifirê. 2. Kulfet botlê şûşe bi avê tije dike.

Hergê em çentên pîne û botlên şûşe bona avê bidine xebatê, okyanûs wê temiz bimînin ji tebaxên şîrme û tiştên din çi ku avê qirêj dike

Hergê em okyanûsa qirêj nekin, wê ne jî lazim be wana temiz xwey kin. Lema jî zandar meriva hêlan dikin, ku ewana dewsa tebax û botlên şîrme, yên şûşe bidine xebatê.

Lê tenê ew bes nîne. Wan paşwextiya, teşkîletek ya ku bona tebiyetê xem dike, nava salekêda 112 welatada ber devê berê zêdetirî 8 300 ton axp top kir. Lê bi rastî okyanûsada diha zêde axp heye.

Jûrnalêda bi navê (National Geographic), tê gotinê ku “zêdebûna tirşayê okyanûsada, problêmeke mezin e ya ku nayê safîkirinê”. Meriv bi saya petrolê okyanûsê usa qirêj dikin, ku efrînên berê yên ku okyanûsê temiz dikin, îda nikarin vê yekê bikin.

Menî Bona Hêviyê—Kitêba Pîroz Çi Dibêje

“Her tişt bi serwaxtîya Te çêbûye, efirînên Teva erd tijî ye. Va ye ev bera mezin û ber, bêhesab şûlikî têda ne, heywanên biçûk tevî mezina” (Zebûr 104:24, 25).

Efirandarê me okyanûsa usa efirandiye, ku ewana bikaribin xwexa xwe temiz kin. Bifikirin: hergê Xwedê ew her tişt efirandiye, gelo ewê nikaribe ew ziyana ku meriv anîne, rast ke? Binihêrin gotara “Xwedê Soz Dide ku Planêta me wê Bê Xweykirinê”, ser rûpêla 15.

HÊ ZÊDE PÊBIHESIN

Delfînê reş okyanûsêda xwe avê dixe.

Blue Planet Archive/Doug Perrine

Zandar mêtodeke teze derxistine, ku çawa mîkroorganîzm û şînkayên avê, bê xebitandina tiştên kîmyayî binê gemiyê temiz kin. Bixûne gotar “Çermê Delfînê Reş ya ku Xwexa tê Temizkirinê” ser jw.org.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin