GELO HALÊ PLANÊTA ME WÊ BAŞ BE?
MÊŞE
MÊŞE gelek car nav dikin “pişikên planêtê”, çimkî bê wan jîyîna ser erdê wê tune bûya. Bax karbondîoksîdê dikişînine xwe, ya ku dikare ziyanê bide me. Usa jî ewana oksîjênê derdixin, ya ku pareke lape ferz e bona hewayê. Nava mêşeda weke 80 selef heywan û şînkayî hene. Bê mêşe meyê nikaribûya bijîta.
Mêşe bin Xofêda nin
Her sal bi mîlyarda bax dibirin, seva ku erdê bona cotkariyê temiz kin. Nava 75 salên paşwextiyê nîvê mêşeyên tropîk, nav temamiya dinyayêda kuta bûne.
Çaxê mêşe têne xirabkirinê, hemû heywan û şînkayên mêşada jî ziyanê distînin.
Planêta Me—Hatiye Çêkirinê ku Bê Xweykirinê
Li gora hine lêkolîna, baxên ku nav mêşeda hatibûn birînê, dikarin dîsa şîn bin û bibine mêşekî mezin. Êkoloj wan paşwextiya pêhesiyan, ku kîderê bax hatibûn birînê, van ciya gelek zû baxên teze dikarin şîn bin û bibine mêşe. Dîna xwe bidine çend mesela:
Zandara dîna xwe dane wan têrîtoriya, kîderê bax ji bo cotkariyê birîbûn. Wana Amêrîkayêda û Afrîka Roavayêda 2 200 têrîtoriyên wî cûreyî lêkolîn kirin. Û li gora lêkolîna wan, îzbat bû wekî nava 10 salada bax û şînkayên din, dikarin dîsa şîn bin.
Jûrnalekêda navê kîjanê ye (Science), tê gotinê wekî 100 sal lazim e, ku ev têrîtoriya kîderê bax birîbûn, dîsa bibe mêşekî mezin.
Zandarên Brazîlyayêda lêkolîn kirin hela çiqas zû bax dikarin şîn bin, hergê meriv baxên teze wan ciya biçînin, kîderê bax hatine birînê.
Jûrnala bi navê (National Geographic), derheqa vê yekê usa dibêje: “Zandar ecêbmayî man ji bo vê yekê, ku daçikandina baxa nelazim bû çimkî tenê 5 sal wede lazim bû, wekî ev cî dîsa bibe mêşe”.
Çi Tê Kirinê
Nav temamiya dinyayêda gelek qewat tê xerckirinê, seva ku mêşa xwey kin û mêşên ku ziyan standine teze kin. Li gora hesabê teşkîleta Miletên Yekbûyî, nava van 25 salên paşwextiyêda birîna baxa 50% kêm bûye.
Lê dîsa jî ev yek bes nîne, ku mêşe bêne xweykirinê. Li gora gotara teşkîleta bi navê (Global Forest Watch), nava çend salên paşwextiyêda birîna baxên mêşeyên tropîkî hê zêde bûye.
Kompaniyên ku bona bîznêsa xwe bê îzin baxa dibirin, bi vê yekê mîlyarda pera çêdikin. Ev e meniya sereke, ku çima mêşe bin xofêda nin.
Merivên ku bona mêşe cabdar in, pey mêşa dinihêrin û zanin kîderê û kîjan baxa bibirin û yên teze biçînin
Menî Bona Hêviyê—Kitêba Pîroz Çi Dibêje
“Xwedê [Yehowaa] ji erdê her dar şîn kirin, dîtinêra hewaskar û xwarinêra xweş” (Destpêbûn 2:9).
Efirandarê me mêşe usa çêkiriye, ku meriv bikaribin bidine xebatê. Xwedê wê nehêle ku mêşe, bax û şînkayî, yên ku ewî çêkirine kuta bin.
Ji Kitêba Pîroz em pêdihesin ku Xwedê wê wan meriva yên ku ziyanê didine planêta me û hemû efrînên ser, kuta ke. Binihêrin gotar “Xwedê Soz Dide ku Planêta Me wê bê Xweykirinê”, ser rûpêla 15.
a Yehowa, navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).