KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g24 № 1 rûp. 10-12
  • Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Malbetê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Malbetê?
  • Hişyar Bin!—2024
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇIMA FERZ E QEDIR BIDINE KIFŞÊ HINDAVA MALBETÊDA
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
  • ŞEDÊN YEHOWA ÇI DIKIN
  • Em Dikarin Alîkariyê Bistînin
    Hişyar Bin!—2020
  • Hê Zêde Alîkarî Bona Malbetê
    Hişyar Bin!—2018
  • Şîretên Bîlan bona Jîyîna Herrojî ser JW.ORG
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
  • Rêberî bona Lêkolînê
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2024
g24 № 1 rûp. 10-12
Malxê malê yê ku hêrsketî ye, têlêfon girtiye destê xwe û kulfeta wî dixwaze wîra xeber de. Kurê wan dîna xwe dide wan.

Çima Qedir Kêm Bûye Hindava Malbetê?

ÇIMA FERZ E QEDIR BIDINE KIFŞÊ HINDAVA MALBETÊDA

Çaxê neferên malê qedirê hevdu digirin, ev yek orta jin, mêr û zarada edilayê pêşda tîne.

  • Vê kitêbêda ya bi navê Heft Şîret bona Kara Zewacê (The Seven Principles for Making Marriage Work) tê gotinê ku çaxê jin-mêr qedirê hevdu digirin, usa ewana hezkirinê “nîşan dikin ne tenê tiştên mezinda, lê usa jî her roj tiştên biçûkda”.

  • Li gora lêkolînê, ew zar yên ku hîn dibin qedirê meriva bigirin, xweda bawer in, heleqetiya wan tevî dê-bavê wan baş e û problêmên psîxîkî bal wan hindik pêşda tên.

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

Tevî malbeta xwe nêta dayne. Ya pêşiyê, îzbat be ku her kes malbetêda fem dike çi tê hesabê qedir bidine kifşê. Ya duda, binivîse ku tu dixwazî wekî her nefereke malê çi bike û çi neke. Ya sisiya, derheqa vê nêtê tevî neferên malbeta xwe şêwir ke, ku nihêrandina zarên te û ya te yek be.

“Tivdîra merivê xîret ese karê tîne” (Metelok 21:5).

Mesele be. Gelo hûn şaşiyên neferên malbeta xwe sûcdar dikin? Gelo hûn li ser nihêrandina wan dikenin? Gelo hûn xeberdana wan dibirin, yan jî guh nadine xeberdana wan?

Şîret: Qedirê jin-mêr yan zarên xwe wî çaxî jî bigire, hergê tu difikirî ku ewana hêja nînin.

“Qedirkirinêda ji hevdu derbaztir bin” (Romayî 12:10).

Qedirê meriva wî çaxî jî bigire gava wanra qayîl nînî. Çaxê tu fikirên xwe dibêjî, xeberên usa ça “tu timê” yan “tu tu car” nede xebatê. Xeberdana vî cûreyî dikare dilê neferên te bêşîne û şer-dewa pêşda bîne.

“Caba nerm hêrsê datîne, lê gotina hişk hêrsê radike” (Metelok 15:1).

Keçik ser jw.org vîdêoyê dinihêre.

ŞEDÊN YEHOWA ÇI DIKIN

Şedên Yehowa neferên malbeta xwe hêlan dikin, wekî ewana qedirê hevdu bigirin. Gelek car derheqa vê yekê gotar, kitêb, broşûr û vîdêoyên meda tê şêwirkirinê, kîjan ku bêpere ne.

BONA COTÊN ZEWICÎ: Rêza gotara bi navê “Alîkarî bona Malbetê” dikare alî jin-mêra bike wekî . . .

  • bi dil û can guh bidine hev

  • timê tevî hev xeber din

  • şera nekin

(Lêgerînêda bigere “Alîkarî bona Malbetê” ser jw.org)

BONA DÊ-BAVA: Rêza gotara bi navê “Alîkarî bona Malbetê” dikare alî dê-bava bike, ku zarên xwe hîn kin wekî . . .

  • guhdar bin

  • şixulên malêda alîkariyê bidin

  • bêjin “lava dikim” û “zef razî me”

(Lêgerînêda bigere “Şîretkirina Zara” û “Şîretkirina Cahila” ser jw.org)

Binihêrin elametiya zêde bi navê “Pirsên Dê-Bava”, kitêba Pirsên Cahila û Şîretên Kêrhatî, Para 1. (Lêgerînêda bigere “Pirsên Dê-Bava” ser jw.org)

BONA CAHILA: Vê parêda bi navê Cahil ser jw.org hene gotar, vîdêo û dersên bi nexşa yên ku dikarin alî kesên cahil bikin wekî . . .

  • ziman dê-bavê xwera û xûşk-birên xwera bivînin

  • bi qedir tevî dê-bavê xwe xeber din gava ewana sînora datînin

  • dê-bavê wan îtbariya xwe wan bînin

(Lêgerînêda bigere “Cahil” ser jw.org)

Xebitandina malpera jw.org bêpere ye. Seva ku vê malperê bidine xebatê pere nelazime, usa jî nelazime xwe ser vê malperê binivîsin û înformasiya xweye şexsî bidin.

Cozif Êhrênbogên

HÊ ZÊDE PÊBIHESIN

Cozif Êhrênbogên yekî zulm bû û narkotîka dida xebatê. Seva ku pêbihesin, wekî çawa hînbûna Kitêba Pîroz tevî Şedên Yehowa alî wî kir halê malbeta xwe baş ke, binihêrin gotara “Ez Hîn bûm, Qedirê Jina û Qedirê Xwe Bigirim” ser jw.org.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin