KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 6
  • Kurê Baş Û Kurê Xirav

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kurê Baş Û Kurê Xirav
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Hêrsketin Dikare Ziyanê Bîne
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 6

Serhatî 6

Kurê Baş Û Kurê Xirav

HELA dîna xwe bide Qayîn û Habîl. Ewana îda mezin bûne. Qayîn bû cotkar. Ewî genim, pincar û êmîş mezin dikir.

Habîl jî bû şivan. Ewî hez dikir miqatî bexikêd biçûk bûya. Lê bexikêd biçûk mezin dibûn û ji wan îda keriyêd pêz çêdibûn, lema jî Habîl ça şivanekî baş miqatî wan dibû.

Rojekê Qayîn û Habîl Xwedêra qurban anîn. Qayîn ji wan tişta qurban kir, yê ku ew mezin dikir. Habîl jî pezê xweyê ji hemûşka baştir qurban kir. Yahowa Habîl û qurbana wî qebûl kir. Lê Qayîn û qurbana wî qebûl nekir. Gelo çira?

Ne seva wê yekê, ku qurbana Habîl ji qurbana Qayîn çêtir bû. Xwedê qurbana Habîl qebûl kir, çimkî ew merîkî baş bû. Ew ne tenê Yahowa, lê usa jî birê xwe hez dikir. Lê Qayîn merîkî xirav bû, ewî birê xwe hez nedikir.

Lema jî Xwedê gote Qayîn, ku ew gerekê nêtê dilê xwe rast ke. Lê Qayîn guh neda Yahowa. Ew gelek hêrs dibû, çaxê didît ku Xwedê Habîl hê zef hez dike. Carekî Qayîn gote Habîl: “Ka em herin zewiyê”. Gava ewana tenê man, Qayîn birê xwe xist. Ewî usa qayîm wî xist, ku ew mir. Ewî gelek tiştekî xirav kir, usa nîne?

Rast e Habîl mir, lê yeke ew di bîra Xwedêda ne. Habîl merîkî gelekî baş bû, û meriyêd mîna wî Yahowa tu car bîr nake. Rojeke usa wê bê, çaxê Yahowa wê Habîl ji miriya rake. Habîl tu car wê îda namire. Ew wê bikaribe li ser erdê heta-hetayê bijî. Çiqas wê hewas be nasiya xwe bidin meriyêd mîna Habîl!

Xwedê meriyêd mîna Qayîn hez nake. Gava Qayîn birê xwe kuşt, Xwedê berî wî da ji neferêd mala wî û wî çolê xist. Çaxê ew gerekê ji neferêd xwe dûr keta, ewî tevî xwe xûşkeke xwe hilda, ya ku paşwextiyê bû jina wî.

Wede şûnda Qayînra zar hatin bûyînê. Cem Adem û Hêwa zarêd din jî hebûn, ewana jî zewicîn û zar anîn. Wede derbaz dibû û merî li ser erdê zêde dibûn. Di wê kitêbêda serhatiya hine ji wan meriya hene. Were em derheqa wan pêbihesin.

Destpêbûn 4:2-26; 1 Yûhenna 3:11, 12; Yûhenna 11:25.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin