Serhatî 37
Konê Pîroz
GELO ev avayî, yê ku li ser vî şikilî tê kivşê, çi ye? Ev kona pîroz e, seva ku Yahowara qulix bikin. Îsraêliya paşî derketina ji Misirê nava salekê ev kon ava kirin. Lê gelo, avakirina kona pîroz xwestina kê bû?
Ev xwestina Yahowa bû. Çaxê Mûsa li serê çiyayê Sînayê bû, Yahowa gote wî ku ça ev kon gerekê bê avakirinê. Xwedê dixwest ku kona pîroz usa bê avakirinê, wekî wî her car hêsa bikaribin ji hev derxin û paşê paşda top kin. Çimkî cimeta Îsraêl di beriyêda her gav ji cî-ciya derbaz dibûn, wana dikaribû kona pîroz her gav tevî xwe bivira.
Niha dîna xwe bide li ser otaxa biçûk di konêda. Tu sindoqê, yanê qutiya biçûk divînî? Zanî navê vê sindoqê çi ye? Navê vê, sindoqa peymanê ye. Li ser sindoqê ji her du aliyava milyaket, yanê xêrûbêd zêr hatin çêkirinê. Di vê sindoqêda du kevirê dehe qanûna hebûn, yê ku Xwedê îda cara duda nivîsî bû, çimkî ya pêşin Mûsa hûrdexweşî kiribû. Usa jî wê derê tasa bi manê tijekirî hebû. Tê bîra te mana çi ye?
Xwedê kahîna, yanê keşîşê pêşin, Harûn kivş kir. Harûn alî cimetê dikir, ku ewana Yahowara qulix kin. Kurêd Harûn jî kahîn bûn.
Niha binihêre li ser otaxa mezin di konêda. Ev ji otaxa biçûk du cara zêdetir e. Tu divînî qutiya biçûk li ser kîjanî hine dû hildikişiya? Ev qutiya gorîgehê ye, li ser vî gorîgehê kahîna tiştek bi bîna xweş dişewitandin, navê vî tiştî bixûr digotin. Wê derê usa jî şemdana bi heft çira hebû. Sifir, yê ku di otaxêda hebû, ev tiştê sisiya bû. Li ser sifrê usa jî 12 nan hebû.
Derva jî ber kon taseke mezin sekinîbû, têda tije av bû. Kahîna pê vê avê dest nigê xwe dişûştin. Derva usa jî gorîgeh hebû. Li ser wê, heywana dişewitandin, û bi vê yekê Yahowara qurban didan. Cimeta Îsraêl jî dor-berê Kona Pîroz cîwar bûn, û di çadirada dijîtin.
Derketin 25:8-40; 26:1-37; 27:1-8; 28:1; 30:1-10, 17-21; 34:1, 2; Îbranî 9:1-5.