Serhatî 50
Du Jinêd Mêrxas
ÎSRAÊLÎ ketibûn nava kul-derda û lavaya Xwedê dikirin seva alîkariyê. Yahowa jî alî wan dikir bi serkarêd mêrxas. Kitêba Pîroz li ser wan hakim divêje. Hakimê pêşin Yêşû bû, û navêd hine hakimê din jî ev e: “Otniyêl, Ehûd û Şamgar”. Lê hebûn dîsa du jin yê ku alî îsraêliya dikirin, navêd wan Debora û Yaêl bû.
Debora pêxember bû. Yahowa elametiya derheqa axiriyê dida wê, û ew jî wan elametiya derbazî meriya dikir. Debora usa jî hakim bû. Ew bin dara xurm rûdinişt û cimet dihate bal wê, ku seva safîkirina çetinayiyêd xwe alîkariyê ji wê bistînin.
Wî çaxî padşê Kenanê Yawîn bû. Eskerêd wî gelek bûn, û weke 900 erebêd wî hebûn. Lema jî gele ji îsraêliya dixwazî-naxwazî dibûne xulamê wî. Navê serkarê eskerêd Yawîn jî, Sîsera bû.
Derbekê Debora gazî hakimekî kir, navê kîjanî Barak bû, û gote wî: “Yahowa divêje: ‘10 000 eskera hilde û wana bive li ser çiyayê Tebor. Ezê Sîsera bînime wir, û tuyê bikaribî qira wî û eskerêd wî bînî û serfiniyaz bî’”.
Barak jî gote Deborê: “Hergê tu bêyî tevî min ezê herim”. Debora tevî wî çû, lê serda giliyê usa got: “Tuyê qedrekî usa nastînî ku di vî şerîda serfiniyaz bî, çimkî Yahowa Sîsera wê bi destê jinekî bikuje”. Va çi qewimî paşê.
Barak tê berbi çiyayê Tebor, ku rastî eskerêd Sîsera bê. Nişkêva Yahowa lêyîke mezin radike û nîvê zef ji eskerêd Sîsera dimirin. Lê xwexa Sîsera li ser ereba xwe rûdinê û direve.
Hine wede şûnda Sîsera hate berbi çadira Yaêl. Ewê wî teglîfî mala xwe kir û şîrekî usa da wî, ku ew pêra-pêra xewra çû. Paşê Yaêlê mixekî çadirê hilda, hêdî-hêdî nêzîkî wî bû û mix serê wîra kir. Çaxê Barak hate ber çadira Yaêlê, ewê Sîserayê kuştî nîşanî Barak kir! Niha tu divînî, ku giliyêd Deborê ça hatin serî.
Axiriya-axiriyê Yawîn padşa jî hate kuştinê, û îsraêlî hine wede dîsa jî di edilayiyêda dijîtin.
Hakimtî 2:14-22; 4:1-24; 5:1-31.