Serhatî 51
Rût û Nahomî
DI KITÊBA Pîrozda kitêbek bi navê Rût heye. Ev kitêb derheqa malbatekî gilî dike, yê ku wedê hakima dijîtin. Rût keçika cahil e û ew ne ji cimeta Xwedê îsraêlî ye, ew di Mowabêda dijî. Lê gava Rût derheqa Xwedayê rast pêdihese, ew destpêdike Yahowa gele hez bike. Lê gelo, kî alî Rût dikir ku ew derheqa Yahowa pêbihesiya? Navê wê kulfetê Nahomî bû.
Nahomî ji îsraêliya bû. Ew tevî mêrê xwe û du kurêd xwe derbazî erdê Mowabê bû, çimkî wî çaxî di îsraêlêda xelayî destpêbû. Paşwextiyê mêrê Nahomî mir. Paşê du kurêd wê ji mowabiya jin anîn, navêd wan jina Rût û Orpa bû. Lê weke 10 sala şûnda, du kurêd Nahomî jî mirin. Bide hesavê xwe êşeke çiqa giran kete dilê Nahomî û du bûkêd wê! Gelo niha Nahomî wê çi bike?
Rojekê Nahomî qirar dike, ku rêkeve û vegere welatê xwe. Rût û Orpa jî pey Nahomî çûn, çimkî wana dixwest tevî wê bimana. Çaxê ewana hine rê derbaz bûn, Nahomî sekinî û gote wan: “Vegerin mala bavê xwe û di wê derê sitar bin”.
Pey vê gotinêra Nahomî çû rûyê wan. Hîngê girîn kete wan, çimkî wana Nahomî gele hez dikir. Wana got: “Na! emê tevî te bên bal cimeta te”. Lê Nahomî cava xwe da: “Qîzêd min, hûn gerekê vegerin. Di mala weda wera wê hê baş be”. Orpa vegeriya mal, lê Rût nediçû.
Wî çaxî Nahomî gote Rût: “Va Orpa vegeriya, lema tu jî gerekê vegerî”. Rût jî cava xwe da: “Min zorê nede vegerandinê ku ez ji te biqetim! Bihêle ku ez tevî te bêm. Çimkî tu kuda herî ezê tevî te bêm, tu li ku bimînî ezê jî li wir bimînim. Cimeta te wê cimeta min be, Xwedayê te wê Xwedayê min be. Tu li kîderê bimirî ezê jî li wir bimirim û li wir bême defin kirinê”. Paşî van giliya Nahomî lê îda zor nedikir ku vegere malê.
Paşwextiyê ewana gihîştine Îsraêlê û li wir cîwar bûn. Rût pêra-pêra destpêkir di zeviyada bixevite, çimkî wî çaxî îda wede bû ku simbila top kin. Mêrek bi navê Bowaz dihîşt ku Rût di zeviya wîda simbila top ke. Zanî dîya Bowazê kî bû? Dîya wî Rexabê ji Erîhayê bû.
Derbekê Bowaz gote Rût: “Te çi qencî xwesiya xwera kiriye, hemû kirêd te minra gilî kirine. Usa jî eyan e ku te çawa dê-bavê xwe û welatê xwe hîştiye û hatî gihîştî vê cimetê, kîjan te pêşda nas nedikir. Bira Xwedan qenciya te bîne pêşiya te û li ser te bibarîne!”
Rût jî wîra got: “Xweyê min, ez divînim ku dilê te li ser min dişewite. Tu bi giliyê xweye şîrin ber dilê minda hatî”. Hîngê Bowaz Rût gele begem kir û paşwextiyê ewana zewicîn û bûne jin mêrê hev. Ji vê yekê Nahomî gele şa bû! Lê çaxê cem wan zara pêşin hate bûyînê Nahomî hê gele şa bibû. Navê zarokê danîn Ovêd. Paşwextiyê Ovêd bû kalkê Dawid. Hê zêde derheqa Dawid emê paşê pêbihesin.
Kitêba Rût.