Serhatî 52
Gîdeon Û 300 Eskerêd Wî
DIVÎNÎ çi vira diqewime? Li vir temamiya eskerêd îsraêlî top bûne. Hine esker kûz bûne û avê vedixwin. Lê mêrek kêleka wan sekiniye, û dîna xwe dide hela ewana çi cûreyî avê vedixwin. Navê wî mêrikî Gîdeon e, û ew hakimê îsraêliya ye.
Niha hê rind binihêre li ser şikil û dîna xwe bide esker bi çi cûreyî avê vedixwin. Hine ji wan serçevê xwe kirine avê û usa vedixwin. Lê yek ji wan avê bi destê xwe hildiçîne û usa vedixwe, ku bikaribe dora xwe binihêre. Yahowa dixwest ku Gîdeon tenê wan mêra weqetîne, yê ku wedê avwexwarinê dora xwe dinihêrin. Lê yê dinê, gerekê vegeriyana malê. Lê gelo çira?
Îsraêlî paşda bûne xweyê kul û derda, çimkî wana gura Yahowa nedikir. Cimeta midyanê zorbe îsraêliya dikirin, û wana diçerçirandin. Lema jî Îsraêliya lavaya Yahowa dikirin, ku ew alî wan bike, û Yahowa jî lavayêd wan bihîst.
Yahowa gote Gîdeon ku ew eskerêd xwe top bike, ewî jî weke 32 000 mêr top kir. Lê eskerêd pêşberî îsraêliya weke 135 000 bûn. Lê binihêre Yahowa çi gote Gîdeon: “Eskerêd te gelek in”. Gelo Yahowa çira usa got?
Hergê îsraêliya bi wan 32 000 eskera dijminêd xwe qir kira, wê ewana dişirmîş bûna ku ev yek wana bi qewata xwe kir û alîkariya Xwedê wanara îda lazim nayê. Lema jî Yahowa gote Gîdeon: “Wan mêra yê ku ditirsin, bêje bira vegerin mala xwe”. Çaxê Gîdeon gote wan, weke 22 000 esker vegeriyan mal. Lê tevî Gîdeon tenê 10 000 esker man, yê ku gerekê pêşberî 135 000 eskera derketana.
Lê binihêre Yahowa çi divêje Gîdeonra: “Eskerêd te yeke gelek in”. Lema jî Yahowa gote Gîdeon, ku bira hemû eskerêd wî ji vê kaniyê avê vexwin, û ew esker yê ku serçevê xwe dikire avê vedigeriya malê. Paşê Yahowa soz da Gîdeonra: “Ezê bi destê 300 eskera te serfiniyaz kim, yê ku wexta av vedixwarin dora xwe dinihêrîn”.
Wede gihîşt ku şer destpêkin. Gîdeon 300 eskerêd xwe kire sê koma. Ewî her eskerêd xwera sê tişt da: “Borî, kûp û pêta agir, yê ku di kûpda bû. Weke nîvê şevê ewana temam dora çadirêd dijminê xwe top bûn. Paşê wana derbekêra destpêkirin boriyê xin, kûpêd xwe şkênandin û bi dengê qayîm digotin: “Şûrê Yahowa û ya Gîdeon” Eskerêd razayî nişkêva hişyar bûn, ji tirsa û ecêvmayîbûnê destpêkirin birevin. Usa îsraêliya dijminêd xwe alt kirin.
Hakimtî serê 6 heta 8.