KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 54
  • Mêrê Ji Hemûya Qewattir

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Mêrê Ji Hemûya Qewattir
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Yehowa Qewatê Dide Şimşon
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Mîna Şimşon, Xwe Bispêre Yehowa
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Nemamî Zulmiya Mezin e!
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 54

Serhatî 54

Mêrê Ji Hemûya Qewattir

ZANÎ mêrê ji hemûşka qewattir kî bû? Navê wî Şimşon bû û ew hakimê îsraêliya bû. Gelo ji kê Şimşon qewateke usa mezin stand? Belê, Yahowa qewata usa da wî. Yahowa hê pêşiya bûyîna Şimşon gote dîya wî: “Zûtirkê kurek wê tera bibe. Ew wê îsraêliya ji destê Filistîana xwey bike”.

Filistîan meriyêd gele xirav bûn. Ewana di Kenanêda dijîtin û eskerêd wan gelek bûn. Lema jî ewana îsraêliya didane çerçirandinê. Derbekê, çaxê Şimşon kêleka erdê filistîanara derbaz dibû, şêrekî mezin dihate pêşiya wî û dikire gorînî. Bide hesavê xwe ewî şêrê mezin bi destê xweyî rût kuşit. Ewî usa jî weke seda filistîana kuştibû.

Hine wede şûnda, dilê Şimşon kete jinekê bi navê Delîla. Lê Delîla bi rastiyê Şimşonra helal nîbû, û cimeta Xwedê hez nedikir. Çaxê serkarêd filistîana Delîlara soz dan, ku her kes ji wan wê 1 100 zîva bidine wê, hergê ew bêje wan ji çi Şimşon usa qayîm e, Delîla qayîl bû. Lema jî ewê destpêkir pirsa bide Şimşon, ku ji çi ew usa qewat e, lê Şimşon cava xwe nedida.

Axiriya axiriyê Şimşon gute Delîla: “Ji bûyîna xwe ez ji aliyê Xwedê ça qulixçiyê wî başqe, dêmek Nezîr hatim kivşkirinê. Lema jî porê min tu car nehatiye birînê, û heger porê min bê birînê ezê qewata xwe unda kim”.

Ahan çi qewimî paşê. Delîla serê Şimşon danî li ser çokêd xwe û wî da razanê. Paşê ewê gazî çend mêra kir û porê Şimşon da birînê. Çaxê Şimşon hişyar bû, ewî texmîn kir ku qewata wî îda tune. Filistîana Şimşon girtin. Wana her du çevê wî derxistin û wî kirine dîl.

Derbekê filistîana kêfeke mezin kivş kirin û xudanê xwe Dagonra paristî dikirin. Lema jî wana Şimşon ji kelê derxistibû ku qerfê xwe wî bikin û bikenin. Wî çaxî porê Şimşon îda mezin bibûn. Gedek jî destê Şimşon girtibû û wî dibir-tanî. Şimşon wî gedera got: “Min bive bal wan stûna, ser hîmê kîjanî ev avayî sekiniye”. Paşê Şimşon dua dike Yahowara ku qewatê paşda bistîne, destê xwe datîne li ser van stûna û bi dengekî qayîm divêje: “Bira ez tevî filistîana bimirim”. Gava Şimşon bi temamiya qewata xwe stûna dev dide, avayî jorda tê xwerê. Wî çaxî weke 3 000 filistîan, yê ku li wir top bibûn, hatine qirkirinê û mirin.

Hakimtî serê 13 heta 16.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin