Serhatî 67
Yêhoşefat Gumana Xwe Dide Ser Yahowa
ZANÎ ev mêr kî ne û çi ewana dikin? Ewana diçin li şer, û mêrê ku pêşiya wan diçin kulama dibêjin. Lê dibek jî niha pirseke te heye: “Gelo çira şûr û rimêd kulambêja tune, ne ewana diçin şer?” Ka em pêbihesin.
Padşê du berekêd îsraêliya Yêhoşefat e. Ew wan weda padşatiyê dike, çaxê li ser 10 berekêd îsraêliya Ahab û Îzabêl padşatî dikirin. Lê Yêhoşefat padşakî baş e. Bavê wî Asaf jî gele padşakî baş bû. Lema jî cimeta du berekêd îsraêliya îda gele sal di bextewariyêda dijîn.
Lê niha tiştekî usa qewimî ku tirs kete dilê wan. Elametçî hate bal Yêhoşefat û gote wî: “Eskerêd ji welatê Mowab, Ammon û ji çiyayê Seîr top bûn û bi gele eskera têne şer li ser te”. Wî çaxî gele îsraêliya hatibûn Orşelîmê ku alîkarî ji Yahowa bistînin. Ewana gişk di paristgehêda top bûn û li wir Yêhoşefat Xwedêra dua kir: “Ya Xwedayê min Yahowa, em haş pê tune ne çi bikin. Qewata me nagîje ku pêşberî wan gele eskera derkevin. Gumana me tenê tu yî, Xwedan”.
Yahowa duayê wan bihîst, û bi devê qulixkarekî xwe gote wan: “Ev şerê we nîne, ev şerê Xwedê ye. Di vî şerîda hûnê şer nakin, lê tenê bisekinin û binihêrin çawa Yahowa wê we xilaz ke”.
Roja dinê sibeh zû Yêhoşefat gote cimetê: “Gumana we bira li ser Yahowa be!” Paşê ewî kulambêj pêşiya eskera da sekinandinê, seva ku ewana hin rê herin, hin jî bi kulamê navê Yahowa rûmet kin. Zanî çi qewimî çaxê ewana nêzîkî meydana şerkirinê bûn? Yahowa usa kir ku eskerêd dijmina destpêkirin hevra şer bikin, û heta eskerêd îsraêlî gihîştine cî, ji eskerêd dijmina qe yek jî sax nema!
Ew ku Yêhoşefat gumana xwe da ser Yahowa, bi rastiyê jî gele bîlanî bû! Usa nîne? Hergê em jî dixwazin bîlan bin, em gerekê gumana xwe bidine tenê ser Yahowa.
1 Padşatî 22:41-53; 2 Dîrok 20:1-30.