KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 72
  • Xwedê Alî Hizqiya Padşa Dike

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xwedê Alî Hizqiya Padşa Dike
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Melekê Yehowa, Hizqiya Xwey kir
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • “Ya Yehowa ... Îtbariya Xwe Te Tînim”
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 72

Serhatî 72

Xwedê Alî Hizqiya Padşa Dike

ZANÎ çira ev mêr Yahowara dua dike? Gelo çira ewî van nema ber qurbangeha Yahowa danî? Navê wî mêrikî Hizqiya ye û ew padşê du berekêd îsraêliya ye. Niha ew ketiye rojeke gele xirav. Lê gelo çira?

Eskerêd Aşûrê îda qira padşatiya 10 berekêd îsraêlî anîn. Yahowa ev yek hîşt, çimkî cimetê 10 bereka gele xirav bibûn. Niha eskerêd Aşûrê îda hazir bûn ku bêne dora du berekêd îsraêlî jî.

Padşê Aşûrê hema hêja neme şande Hizqiyara, û hema van nema Hizqiya danî ber Yahowa. Bi van nema ewana qerfê xwe Yahowa dikirin û digotin Hizqiyara wekî ew tesmîl be. Ahan çira Hizqiya Yahowara dua dike: “Ya Xwedayê min Yahowa, me ji padşê Aşûrê xilaz ke. Û bira temamiya mileta bizanibin wekî tenê tu yî Xwedê”. Gelo Yahowa duayê Hizqiya wê bibihê?

Hizqiya padşakî baş e. Ew mîna padşêd 10 berekêd îsraêlî û mîna bavê xwe Ahaz xirav nîne. Hizqiya timê hemû qanûnêd Yahowa xwey dikir. Lema jî, gava Hizqiya duayê xwe xilaz kir, Îşaya pêxember elametiya ji Yahowa derbazî wî kir: “Padşê Aşûrê wê nakeve Orşelîmê, û eskerêd wî jî, wê nêzîkî Orşelîmê nabin. Hela hê tîrek jî şeherê nakeve”.

Niha dîna xwe bide şikilê jêrê. Zanî ev eskerêd kuştî kî ne? Ev eskerêd aşûrî ne. Yahowa milyaketekî xwe şand, û ewî di nava şevekêda 185 000 eskerêd Aşûrê kuşt. Usa padşê Aşûrê da der û vegeriya welatê xwe.

Du berekêd îsraêlî hatine xilazkirinê, meriv dîsa jî di edilayiyêda dijîtin. Lê çaxê Hizqiya mir, kurê wî Minaşe bû padşa. Minaşe û kurê wî Amon, her du jî padşakî xirav bûn. Lema jî welat bi zulmiyê û neheqiyê tije bibû. Çaxê Amon padşa bi destê xulamêd xwe hate kuştinê, kurê wî Yoşiya bû padşê du berekêd îsraêlî.

2 Padşatî 18:1-36; 19:1-37; 21:1-25.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin