Serhatî 80
Cimeta Xwedê Ji Babîlonê Derdikeve
PAŞÎ zeft kirina Babîlonê weke du sal derbaz bû, û binihêre niha çi diqewime! Belê, cimeta Îsraêl ji Babîlonê derdikeve. Lê gelo çawa ewana aza bûn? Kî hîşt ku ewana derkevin?
Padşê farisiya Koreş hîşt wana. Gele sal pêşiya bûyîna Koreş, Yahowa bi pêxemberê xwe Îşaya derheqa Koreş giliyê usa nivîsî bû: “Ez ça dixwazim tu hema usa jî bikî. Derê şeher wê vekirî bimînin, seva ku tu şeher zeft kî”. Hema usa jî qewimî, Babîlon bi serkartiya Koreş hate zeft kirinê. Gava eskerêd Mediya û Farisa şevê nêzîkî şeher bûn, derê şeher vekirî bû.
Pêxemberê Xwedê Îşaya usa jî gotibû wekî Koreş wê fermanê bide, seva ku Orşelîm û paristgehê tezeda ava kin. Lê gelo Koreş bi rastiyê fermana usa da, yan na? Belê, ewî hema usa jî kir. Ahan Koreş çi gote îsraêliya: “Vegerin Orşelîmê û paristgeha Xwedayê xwe Yahowa tezeda ava kin”. Lema jî cimeta Îsraêl ji Babîlonê derdikeve.
Lê gelek ji îsraêliya nikarin ji Babîlonê derkevin û herine Orşelîmê. Çimkî ev rêke pir dirêj bû, weke 800 kîlomêtir, û nîvê zef ji îsraêliya seva rêketinê îda kal-pîr bûn û nexweş bûn. Usa jî meniyê din jî hebûn, seva çi geleka nikaribûn ji Babîlonê derketana. Lê Koreş gote wan meriya yê ku diman: “Zêr-zîvê xwe û pêşkêşêd dinê bidine wan meriya, yê ku vedigerin ku Orşelîm û paristgehê ava kin”.
Lema jî îsraêliyêd ku rê ketin gele pêşkêş tevî xwe hildan. Koreş usa jî kasêd ku Nebûkedneser ji paristgeha Yahowa hildabû, da wan. Bi vê yekê cimetê gele tişt xwera birin.
Çar meh derbaz bûn û Yahowa ça soz dabû, îsraêlî hema wê wedê hatin Orşelîmê. Paşî hilşandina Orşelîmê rastî jî 70 sal derbaz bû. Niha îsraêlî vegeriyan welatê xweye helal. Paşê emê pêbihesin, li wir çawa gele çetinayî hatin pêşiya wan.
Îşaya 44:28; 45:1-4; Ezra 1:1-11.