Serhatî 91
Dannasîniya Îsa Serê Çiyê
HELA dîna xwe bide vî şikilî. Îsa li serê çiyayê Celîlê rûniştiye, dur-berê wî gele merî top bûne û Îsa wan hemûşka hîn dike. Lê ew ku nêzîkî wî rûniştine, şagirtêd wî ne. Îsa xwera 12 şagirta jibart, Wekî ewana bibine şandiyêd wî. Şandiyêd Îsa, şagirtêd wîye başqe ne. Lê zanî navêd wan çi ye?
Li vir hebûn du bira bi navê Şimhûnê Petrûs û birê wî Endrawis. Usa jî Aqûb û Yûhenna, ewana jî birêd hev bûn. Dîsa şandî hebûn bi navê Aqûb, û usa jî Şimhûn. Du şandiyêd Îsa her du jî bi navê Cihûda hebûn. Yek Cihûdayê Îsxeryotî, yê din jî Cihûda yê ku wîra Tedayo digotin. Usa jî hebû Fîlîpo û Natanyêlê ku (wîra Bertolomeyo digotin). Navêd du şandiyêd paşin Metta û Tûma bû.
Paşî vegerandina ji Sameryayê, Îsa pêra-pêra destpêkir dannasîn bike meriyara derheqa wê yekê ku: “Padşatiya Ezmana nêzîk bûye”. Lê zanî derheqa kîjan padşatiyê xever dan diçû? Îsa digot derheqa padşatiya Xwedê, yê ku rastî jî heye, padşê kîjanî xwexa Îsa ye. Îsa wê ji ezmana serkartiyê bike û edilayî bîne ser erdê. Bi saya vê padşatiyê temamiya erdê wê bibe cineta xas û bedew.
Li serê çiyê Îsa derheqa padşatiyê dîsa tiştek hîn kir. Ewî got: “Lê hûn aha dua bikin: ‘Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be, Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê’”. Ev duakirina ferz di roja îroyînda gele navdar e. Lê tu dikarî evî duayî ji serî heta xilaziyê biwekilînî?
Îsa usa jî meriya hîn dikir, wekî ewana ça gerekê hindava hevda bin. Ewî got: “Her çi ku hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanara bikin”. Çiqas başe çaxê mera qenciyê dikin! Usa nîne? Lema jî Îsa got wekî em jî gerekê meriyara qenciyê bikin. Bide hesavê xwe, çaxê li ser erdê cinetê hemû meriv tenê qenciyê wê hevra bikin, çiqas wê bextewar be emirê me! Usa nîne?
Metta serê 5 heta 7; 10:1-4.