Serhatî 92
Îsa Qîzikê Ji Mirinê Radike
QÎZIKA ya ku li ser şikil tê kivşê 12 salî ye. Mêrê ku destê wê girtiye Îsa ye. Lê mêr û jinê kêlekê wê dê-bavê wê ne. Lê gelo çira ewana usa şa dibin? Were em pêbihesin.
Bavê vê qîzikê mêrekî navdar e, navê wî Yayîro ye. Rojekê qîza wî nexweş ket û kete nav ciya. Her roj dewsa ku qenc bibe ew hê xirav dibû. Yayîro û jina wî gele berxwe diketin, çimkî dihate kivşê ku qîzik ber mirinê bû. Ew jî qîzeke wane tayê-tenê bû. Lema jî Yayîro diçe ku Îsa bivîne, çimkî ewî bihîstibû ku Îsa keremeta dike.
Çaxê Yayîro Îsa dît, elaletekî giran dur-berê Îsa bû. Yayîro elaletêva derbaz bû, hat xwe avîte nigêd Îsa û hîvî jê kir: “Qîza min gele nexweşe, hîvî te dikim were û wê qenc ke”. Îsa qayîl bû ku here mala wî.
Gava ewana rê diçûn, elalet hê zemetê dida Îsa. Nişkêva Îsa sekinî û got: “Ew kî bû ku destê xwe li min da?” Îsa texmîn kir ku qewat ji wî derket, lema jî ew pêhesiya ku kesek destê xwe de wî. Lê gelo ev kî bû? Ev kulfetek bû, ya ku îda 12 sal e nexweşiya wêye giran hebû. Ev kulfet nêzîkî Îsa bû destê xwe da kincêd wî û pêra-pêra qenc bû!
Ji bo vê yekê Yayîro guman bû, çimkî ewî pê çevêd xwe dît ku çiqa hêsa ye Îsara meriya qenc ke. Lê hine wede şûnda kesek hatibû bal Yayîro û wîra elametî kir: “Qîza te mir, îdî zemetê nede Îsa”. Gava Îsa wan giliya bihîst, ewî gote Yayîro: “Qe berxwe nekeve, hemû tişt wê baş be”.
Xilaziyê, gava ewana gihîştine mal, meriv dur-ber top bibûn, digiriyan û şîna qîzikê dikirin. Lê Îsa gote wan: “Negirîn, qîzik nemiriye ew hênijiye”. Wî çaxî meriv destpêkirin qerfê xwe Îsa bikin, çimkî wana zanibû ku qîzik miriye.
Paşê Îsa tevî dê-bavê qîzikê û sê şagirtêd xwe kete li wê otaxê kîderê qîzik veleziya bû. Îsa destê qîzikê girt û got: “Qîzik, rabe!”, û ça li ser şikil jî tê kivşê qîzik sax bû. Ew rabû û destpêkir bigere! Ahan çira dê-bavê wê usa şa dibin.
Lê eva ne cara pêşin e ku Îsa kesek ji miriya radike. Kitêba Pîroz divêje ku cara pêşiyê Îsa kurê jinebî sax kiribû, û ev yek di şeherê Nayînda qewimî. Paşê Îsa birê Merta û Meryemê, Lazar ji miriya rakir. Çaxê Îsa di padşatiya Xwedêda serkartiyê bike, ew gele meriya wê sax ke û jiyîn bide wan yê ku mirine. Ev yek gele dilê me şa dike! Usa nîne?
Lûqa 8:40-56; 7:11-17; Yûhenna 11:17-44.