KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 99
  • Di Otaxa Jorinda

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Di Otaxa Jorinda
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Şîva Paşin, ya Îsa
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Derbazkirina Cejina “Şîva Xudan”, Navê Xwedê Rûmet Dike
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Kîjan Şîva Sivik Derheqa Padşayê Ezmana Me Hîn Dike?
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 99

Serhatî 99

Di Otaxa Jorinda

DU ROJ derbaz bû, û niha îda êvara roja pêşemê ye. Îsa û 12 şagirtêd wî seva ku Cejina Nanê Şkeva derbaz kin, qatê jorin di otaxa mezinda top bûne. Lê divînî ku mêrek ji otaxê derdikeve. Ev Cihûda Îsxeryotî ye. Ew diçe cem keşîşa ku Îsa bide girtinê.

Rojek pêşda Cihûda çûbû cem keşîşa û wanara got: “Hergê ez Îsa bidime destê we, hûnê çi bidine min?” Wana jî jêra soz dan: “Emê sî zîva bidine te”. Lema jî Cihûda ji otaxê derket, çû cem keşîşa ku nîşanî wan ke hela Îsa kîderê ye. Ev kirêd wî çiqas bêxudan e. Usa nîne?

Cejina Nanê Şkeva xilaz bû, û niha Îsa destpêdike êvareke başqe derbaz ke. Ewî nan hilda da şagirta û got: “Eva bedena min e, ku bona we tê dayînê”. Paşê kas jî hilda, da wan û got: “Eva xûna min e, ku bona we tê rêtinê. Hûn hemû jî ji vê vexwin”. Kitêba Pîroz vê cejinêra divêje “Şîva Xwedan” yanê “Êvara Xwedan”.

Roja Cejinê bîra îsraêliya dikir, ku milyaketê Xwedê di Misirêda çawa kêleka malêd wan “derbaz bû” û destê xwe neda wan, lê hemû nuxriyêd mala Misiriya kuşt. Niha Îsa dixwaze wekî şagirtêd wî tu car wî bîr nekin û her gav bîra xweda bigirin, wekî çawa ewî emirê xwe seva wan berva da. Lema jî Îsa divêje şagirtêd xwe, wekî ewana ev eyda ferz her sal derbaz kin.

Paşê şîva Êvara Xwedan, Îsa gote şagirtêd xwe, ku ewana gerekê mêrxas bin û di baweriyêda qewîn bin. Xilaziyê wana zebûrek Xwedêra stira û çûn. Lê wî çaxî îda gelek dereng bû, dibek jî îda qereberbang bû. Gelo vê şevê ewana wê biçûna kîderê? Were em pêbihesin.

Metta 26:14-30; Lûqa 22:1-39; Yûhenna serê 13 heta 17; 1 Korîntî 11:20.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin