Kesên Ruh, bi Rastiyê Ruhên Miriya Nînin
Bi rastiyê ruh hene! Çawa ruhên qenc hene, usa jî yên xirab. Lê gelo ewana berê merî bûn, yên ku wextekê li ser erdê dijîtin û paşê mirin?
Na! Çaxê meriv dimire, ew naçe li dinya ruhanî çawa ku gelek bawer dikin. Lê evê yekê em ji ku zanin? Ev yek di Kitêba Pîrozda nivîsar e. Çimkî Kitêba Pîroz, ev kitêba rastiyê ye. Û ev kitêb Xwedayê rast daye me, navê wî Yehowa ye. Yehowa merî efirandin, lema jî ew ji hemûşka baştir zane çi tevî meriya diqewime, çaxê ewana dimirin (Zebûr 83:18, DO; 2 Tîmotêyo 3:16).
Adem ji axê hate efirandinê û dîsa bû ax
Di Kitêba Pîrozda nivîsar e, wekî Xwedê merivê pêşin Adem “ji axa erdê” efirand (Destpêbûn 2:7, PKM). Xwedê ew di cinetêda baxçê Adenêda cîwar kir. Heger Adem gura qanûna Yehowa bikira, ewê nemira; lê heta roja îroyîn wê li ser erdê bijîta. Rast e Adem zanibû ku gerekê gura qanûna Xwedê bike, lê yeke ewî qanûn înkar kir. Lema jî Xwedê gotê: “Tu vegerî li wî erdî ji ku hatî hildanê, çimkî tu ax î û tê dîsa bibî ax” (Destpêbûn 3:19, PKM).
Lê gelo ev gilî çi têne hesabê? Werên em dişirmîş bin: kîderê bû Adem pêşiya wê yekê, gava Yehowa Xwedê ew ji axa erdê efirand? Adem tu cîkî jî nîbû. Ew ne jî kesê ruhanî bû li ezmênda. Ew tune bû. Lema jî çaxê Yehowa gote Adem “tê dîsa bibî ax”, bi vê yekê ewî dixwest bigota ku Adem wê bimire. Dêmek paşî mirinê Adem nebû çawa kesê ruhanî. Çimkî emirê wî hate sekinandinê û ew betavebû. Ji vir tê kifşê, ku pey mirinêra jîyîn tune.
Lê çi qewimî tevî wan meriya, yên ku îda mirine? Gelo emirê wan berdewan dibe? Kitêba Pîroz caba van pirsa dide:
“Gişt [meriv û heywan] diçin cîhekî; gişt ji axê ne û dîsa dizivirin axê” (Waîz 3:20).
“Mirî . . . tiştekî nizanin” (Waîz 9:5).
“Hezkirina wan jî, neyariya wan jî, çavnebariya wan jî ji zûva tune bûye” (Waîz 9:6).
“Li warê miriyan, ya ku tuyê herê kar û raman, zanîn û zanyarî nîne” (Waîz 9:10).
“[Meriv] . . . vedigere axa xwe . . . û hema di wê rojêda, tevahiya fikrên wî tune dibin” (Zebûr 146:4, DO).
Tenê yên sax dikarin van şixula bikin
Tu bi vê yekê qaîl î, çi ku di van rêzada nivîsar e? Heger na, werê em dişirmîş bin: di gelek malbetada bav dixebite wekî pera bîne malê, seva ku malbeta xwe têr-tije ke. Lê çaxê xweyê malê dimire, hingê malbeta wî dikeve tengasiyê. Car-cara, jin-zared wîra pere têrê nake ku nan-xwarinê jî bikirin. Û dibeke dijminên vî merivî niha pey malbeta wî dikevin. Hela li ser van pirsa dişirmîş be: “Heger ev meriv paşî mirinê berdewan dike dinya ruhanîda dijî, gelo çira ew îda derheqa malbeta xwe, xem nake? Û çira ew malbeta xwe ji merivên zulm xwey nake?” Kitêba Pîroz rastiyê dibêje. Emirê wî merivî hate sekinandinê, û ew îda tu tişt nikare bike (Zebûr 115:17).
Mirî nikarin alî birçiya bikin, û ji merivên zulm jî xwey kin
Lê gelo ev yek tê hesabê, ku mirî îda tu car wê venegerin jîyînê? Na. Derheqa saxkirina miriya emê paşê xeber din. Lê ev mesela jorê gotî, nîşan dike ku mirî nizanin ewê yekê, çi ku merivên sax dikin. Ewana nikarin te bivînin, bibihên yan jî tevî te xeber din. Lema jî, tu gerekê wana netirsî. Xêncî vê yekê, ewana nikarin alî te bikin û ne jî zirarê bidine te (Waîz 9:4).