SERÊ 15
Qedirê Dê û Bavê Xweyî Emirda Mezin Bigirin
1. Em çira gerekê qedirê dê û bavê xwe bigirin?
MERIVEKÎ bîlan giliyên usa got: “Gura bavê xwe bike, ku tu jê ketîyî û dîya xwe bêhurmet neke, gava pîr bibe” (Metelok 23:22). Dibek hûn bêjin: “Ça ezê diya xwe bêhurmet kim”. Belê, gelek meriv dê û bavê xwe hiz dikin û qedirê wan digirin. Em fem dikin ku dê-bavê me mera gelek qencî kirine. Wana emir daye me. Rast e emirê me gişka ji Yahowa ye, lê bê dê-bav emê xwexa dinê neketana. Em bona dê-bavê xwe çi jî bikin, yeke em nikarin bin emekê wan derên, çimkî tu tişt nikare ji emirê me qîmettir be. Hûn tenê bidin hesabê xwe çiqas cefa wana kişandiyê wekî me mezin kin, çiqas berxwe ketine bona me, hizkirin dane kifşê û çiqas qewat û pere xerc kirine, seva ku me mezin kin. Lema jî qenc e ku Kitêba Pîroz şîreteke usa dide: “Qedirê dê û bavê xwe bigire . . . wekî çerxa te rast be û ser erdê emirê te dirêj be” (Efesî 6:2, 3).
DÎNA XWE BIDIN HEWCÊN WAN
2. Gelo zarên mezin çawa dikarin “deynê dê û bavê xwe vegerînin”?
2 Pawlosê şandî giliyên usa got: “Heger zar yan neviyêd jinebîkê hebin, bira ew zar pêşiyê mala xweda hîn bin çawa xwedênasiya xwe bidine kifşê û bi vî tiherî deynê dê û bavê xwe vegerînin, çimkî ev yek li Xwedê xweş tê” (1 Tîmotêyo 5:4). Gelo zarên mezin çawa dikarin “deynê dê û bavê xwe vegerînin”? Ya pêşin gerekê bişêkirînin wî cefayî û hizkirinê ku dê û bav û kalik-pîrika hindava wanda dane kifşê. Gerekê zar fem bikin wekî merivên emirda mezin hewcê hizkirinê ne. Bi rastiyê her kes dixwaze ku yên din qenciyên wana bişêkirînin, lema jî lazim e em timê dê û bavara usa jî kalik-pîrikara bidine kifşê ku em wana qîmet dikin. Wanara lazim e bizanibin ku emirê wan boş-betal nîne.
3. Çawa em dikarin qedirê dê-bava û kalik-pîrika bigirin?
3 Çaxê em qedirê dê-bava, kalik û pîrika zanin, bi wê yekê em wanara didin kifşê, wekî wana hiz dikin (1 Korintî 16:14). Hergê em tevî dê-bavê xwe najîn, gerekê bîr nekin, wekî bona wan ferz e haş me hebin, ku em ça nin. Emê şabûnê bikine dilê wan, hergê nemê wanara lêkin, têlê xin yan serîkî wana xin. Êndrîû yê ku rûspiye ji welatê Afrîkayê ye, heftê du cara diçû bal bavê xwe, kîjan ku 95 kîlomêtr ji wî dûr dijît, seva ku bona wî xem bike. Bavê wî ne Şedê Yehowa bû. Êndrîû gilî dike: “Çaxê ez bûme Şedê Yehowa bavê min gele miqabilî wê yekê bû. Lê çaxê ewî didît, ku ça ez xem dikim bona wî wedê nexweşiya wî, ewî destpêkir xûşk-birên minra bêje, ‘Hûn gerekê xwe hebandina birê xwe bigirin!’ Bi saya wê yekê 9 xûşk-birên min bûne Şedên Yehowa”.
ALÎKARIYA MATÊRIYALÎ BIDINE WAN
4. Ça serwêrên dînê Cihûya hukum dikirin ser meriva, wekî xem nekin bona dê-bavê xweyî emirda mezin?
4 Aliyê matêriyalîda alîkariyê bidine dê-bavê xwe. Gelo bi wê yekê em didin kifşê ku qedirê wan digirin? Belê. Gelek car ew hema usa ne. Wedê Îsada, hergê merivekî bigota ku pere û hebûna wî ji “Xwedêra tê dayînê”, serwêrên dînê Cihûya îzin nedidane wî, hebûna xwe bona xemkirina dê-bavê xwe bide xebatê (Metta 15:3-6). Ew yek bêremtî bû! Bi rastiyê serwêrên dînê Cihûya dixwestin wekî zar qedirê dê-bavê xwe negirin, lê hindava wan xwe sert û bêrem bidine kifşê û bona xemên wan xem nekin. Em naxwazin bibine merivne mîna wan! (Qanûna Ducarî 27:16).
5. Rast e carna dewlet alîkariya matêriyalî dide kal-pîra, lê çira zar dîsa jî gerekê xem bikin bona dê-bavên xweyî emirda mezin?
5 Roja îroyîn gelek welatada bona merivên emirda mezin, aliyê matêriyalîda, nan xwarinê, kinca û malê, dewlet xem dike. Diqewime merivên emirda mezin xwera pere top kirine bona kalbûn-pîrbûna xwe. Lê hergê ew pere îda hatiye xerckirinê û têra wan nake, zar gerekê qedirê dê-bavê xwe bigirin bi wê yekê ku xem bikin bona wan aliyê matêriyalîda. Xemkirin bona dê-bavê emirda mezin dide kifşê, wekî em qedirê Sazkarê malbetê Yehowa Xwedê digirin.
HIZKIRIN Û XWEQURBANKIRIN
6. Çi guhastin dikarin bikin seva ku xem kin bona dê-bavê xwe?
6 Gelek zar hizkirin û xwequrbankirinê didin kifşê dê-bavê xwera, yên ku bê qewat in, bi wê yekê ku hazir in alî wan bikin. Lê hine zar dê-bavê xwe dibine mala xwe, yan jî derbazî wî cîyî dibin kîderê dê-bavê wan dijîn, seva ku nêzîkî wan bin. Hinek jî diçine mala wan seva ku tevî wan bijîn. Gelek car ew yek şabûnê dike him dilê zara him jî dilê dê-bava.
7. Çira gelek ferz e leze-lez safîkirina nekin?
7 Lê carna, cîguhastinên usa karê naynin. Gelo çira? Çimkî carna ew guhastin leze-lez têne kirinê. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Yê aqil dîna xwe dide gavêd xwe” (Metelok 14:15). Hergê diya teye emirda mezin rastî çetinaya tê, diqewime tu difikirî wekî wê baş be, ku ew tevî te bijî. Çaxê safîkirina usa dikin, wê baş be bifikirin derheqa wan pirsa. Gelo dayîka we bi rastiyê çida hewce ye? Dibek hine kes yan xwexa dewlet dikarin alîkariyê bidin wê yekêda? Gelo ew dixwaze derbazî mala we be? Gelo ew gerekê ji hevalên xwe dûr be? Lê ça ew yek ser wê hukum be? We pêşda tevî wê derheqa wê yekê xeber daye? Derbazbûna vê çawa wê hukum be ser mêr yan jina we û zarên we? Kesekî din wê bikaribe bona diya we xem bike çaxê lazim bê? Lê gelo hûn dikarin nav hevda şixula paravekin? Derheqa wan pirsa we tevî her kesî ji malbetê şêwir kiriye?
8. Şîret ji kê dikarin bistînin, çaxê safî dikin ça alî dê-bavê xwe bikin?
8 Her kes mecbûr e bona dê-bavê xwe xem bike, lema jî ewana gerekê tevayî top bin, wekî safîkirina bikin. Dikarin ji rûspiyên civatê şîreta bixwazin û ji hevalên xwe dereca kîjanî mîna ya we ye. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Bê şîret merem û tivdîr betal dibin, lê bi saya gelek şîretkara ew têne sêrî” (Metelok 15:22).
DILŞEWAT Û FEMKAR BIN
Wê ne bi bîlanî be dewsa dê-bava safî kin û ji wan nepirsin derheqa wê yekê çi ku wan dikeve
9, 10. a) Em gerekê çi hildin hesab, çaxê pey merivên emirda mezin dinihêrin? b) Rast e carna zar ser ya xwe disekinin bona kara dê-bava, lê ewana wî çaxî çi gerekê bîr nekin?
9 Seva ku qedirê dê-bavê xweyî emirda mezin bigirin, lazim e dilşewat û femkar bin. Sal derbaz dibin û merivên emirda mezinra çetin dibe rê herin û tiştekî bîra xweda xwey kin. Ewana hewcê alîkariyê ne. Carna, zar gelek dê-bavê xwe kontrol dikin û nahêlin, wekî ewana tiştek bê wan bikin. Lê merivên mezin emir dîtine, nava wan salên xweda ewana zanebûn û bîlanî qazanc kirine, xwexa xweyê serê xwe bûne û xwexa safîkirin kirine. Hergê zar gelek wana kontrol nekin, ewana wê texmîn kin, wekî dîsa jî wana hesab dikin ça dê-bav û merivne bîlan. Wanara çetin e çaxê dewsa wan îda zar rêberiya didin û seva wê yekê ewana dikarin bikevine dêprêsiyê yan hêrs kevin. Hine dê-bav dixeyîdin çimkî ewana dişirmîş dibin, wekî zarên wan azabûnê ji wan distînin.
10 Bona dê-bava xem kin şixuleke nehêsa ye. Lê wê qenc be, hergê îzinê bidin dê-bavê xweyî emirda mezin, xwexa safîkirina bikin û xwexa bona xwe xem bikin, heta ku dikarin. Wê bîlanî be, pêşiyê tevî wan şêwir kin û paşî wê yekê safî kin çi bona wan diha baş e. Dibeke dê-bav nikarin her tiştî bikin. Lê hergê zar îzinê bidine wan, haqas bikin çiqas ku qewata wan digihîjê, zar wê texmîn kin, wekî çiqas hindik emirê wan kontrol dikin, haqas heleqetiya tevî wan wê baş be. Ew yek wê şabûnê bike dilê dê-bava, usa jî zara. Carna safîkirinekêda em ser ya xwe disekinin, çimkî dişirmîş dibin ku ew yek bona dê-bava kar e, lê em dîsa jî gerekê bîr nekin, wekî lazim e qedirê wan bigirin û nihêrandina wan hildine hesab. Çawa ku dê-bav hêja ne, usa hindava wan bi qedir bin. Xebera Xwedêda tê gotinê: “Li ber yê porsipî rabe û qedirê emirê mezin bigire” (Qanûna Kahîntiyê 19:32).
HINDAVA DÊ-BAVÊ XWEDA RAST BIN
11-13. Çi wê alî zara bike xem kin bona dê-bavê xwe, wî çaxî jî hergê heleqetiya dê-bava tevî wan nebaş bû çaxê ewana biçûk bûn?
11 Carna zarara çetin e miqatî dê-bavê xweyî emirda mezin bin, çimkî ewana dikine bîra xwe heleqetiya dê-bava hindava xwe, çaxê hê biçûk bûn. Diqewime bavê te yekî sar û bêtalaş bû, lê diya te hukumhiz û sert bû. Yan diqewime tu heta niha hêrs dikevî yan dixeyîdî ser wê yekê, ku dê-bavê te usa nîbûn hindava te, çawa ku te dixwest. Gelo tu dikarî ev hestên han ji dil û hişê xwe derxî?a
12 Birakî bi navê Bas, gilî dike: “Bavê min ofîsêrê SS bû nava natsîsta Almanyayêda. Ew gelek zû ji xwe derdiket û gelek xof bû. Gelek car ewî ber çevê min diya min kuta ye. Carekê ew gelek hêrs ket ser min û qayîşa xwe hilda da nav çevê min. Ewî usa qewî min xist, wekî ez ketime ser nivîna”.
13 Lê hunurên din jî bal bavê wî hebûn. Bas xeberdana xwe berdewam dike û dibêje: “Ew gelek xebathiz bû, ewî her tişt dikir seva malbeta xwe xwey ke. Ewî tu car minra nedida kifşê hizkirina xwe ça bav, lê min zanibû ku ew nikare evê yekê bike. Çimkî çaxê bavê min zaro bû, diya wî berî wî da û ew ji mal derxist. Ewî xwexa emirda xwera rê dît, û cahiltiya xweda çû şer. Min bavê xwe fem dikir û lema wî sûcdar nedikir. Kengê ez mezin bûm, min safî kir, ku heta ew sax e, her tiştîda alî wî bikim. Ew yek nehêsa bû, lê min her tişt dikir çi ku qewata min digihîşt. Ez dixebitîm heta xilaziyê bona wî bibim kurekî baş û ez difikirim, ku bavê min hema usa jî hesab dikir, ku ez kurekî baş im”.
14. Kîjan rêz ji Kitêba Pîroz dikarin bidine xebatê, wî çaxî kengê xem dikin bona dê-bavê xweyî emirda mezin?
14 Her derecada dikarin bidine xebatê şîretên ji Kitêba Pîroz: “Dilşewatiyê, qenciyê, milûktiyê, berbihêriyê û sebirê li xwe wergirin. Li hev sebir kin û li hev bibaxşînin, heger gazinê yekî li hindava yekîda hebe. Çawa Xudan baxşande we, hûn jî usa bibaxşînine hev” (Kolosî 3:12, 13).
EWÊN KU BONA DÊ-BAVA XEM DIKIN, HEWCÊ XEMKIRINÊ NE
15. Çira carna xemkirin bona dê-bava êşê dikare bike dil?
15 Xem kin bona dê-bavê emirda mezin ew nehêsa ye, çimkî gelek tişt gerekê bê kirinê û gelek wede ser wê yekê tê xerc kirinê. Lê diha zef çetin e çaxê ser wê yekê difikirî û berxwe dikevî. Gelek dilê te dêşe çaxê tu divînî ku dê yan bavê te çevada kor dibe, hêdî-hêdî her tiştî bîr dike û tu tiştî bi qewata xwe nikare bike. Sêndî gilî dike: “Temamiya malbeta me ser stûyê diya min bû. Gelek çetin bû binihêrin ça ew diçerçire û xwexa bona wê xem kin. Serîda ewê destpêkir bikule, me gopal da destê wê, paşê me kûrsiya bona seqeta da wê. Lê wede pey wede ew diha xirab dibû û axiriyê mir. Pencên reqê, hestiyê diya minda bela dibû û lazim bû, wekî sibeh heta êvarê dîna me lêbe. Me serê wê dişûşt, me lê têr dikir û bona wê dixwend. Ew yek gelek çetin bû îlahî aliyê êmosîalîda. Min gelek diya xwe hiz dikir û çaxê min fem kir ku diya min dimire ez gelek giriyam”.
16, 17. Çi şîret wê alî wan bike kê bona dê-bavên emirda mezin xem dikin, ku ser her tiştî rast binihêrin?
16 Çi tu dikarî bikî hergê tu jî dereca wî cûreyîda nî? Alîkarîke lape mezin ew e, ku guh bidine Yehowa, Xebera wî bixûnin û wîra dua bikin (Fîlîpî 4:6, 7). Wê derecêda baş e, rind xwarina xwe bixwî û xewa xwe bistînî. Ew yek wê alî te bike sihet-qewatêda û hişda qewat bî, seva ku bikaribî bona merivên xweyî nêzîk xem bikî. Lazim e wede bivînî seva ku ji şixulên her rojî hêsa bî. Lê hergê ser xebata te rojên hêsabûnê nemane, wê bi bîlanî be dîsa jî xwera wede bivînî seva hêsa bî. Dikarî ji kesekî din hîvî kî, wekî miqatî merivê nexweş be, seva tu hinekî mal derêyî.
17 Gelek car ewên ku xem dikin bona dê-bavên xweyî emirda mezin û bêtaqet, gelek tişt ji xwe dewa dikin. Xwe sûcdar neke seva wê yekê, ku tiştekî nikarî bikî. Carna derecên usa pêşda tên, kengê gerekê dê-bavê meyî hizkirî yên ku emirda mezin nin, bibine mala bona kal-pîra, kîderê ewana dikarin alîkariya hekîma bistînin. Hergê tu miqatî dê-bavê xwe dibî sihet-qewata kîjanî ku tune, gelek tişt ji xwe dewa neke. Gerekê wek hev xem kî ça bona dê-bava, usa jî bona mêr, zar û bona xwe.
QEWATA PIR MEZIN
18, 19. Çi sozê alîkariyê Yehowa da û çi mesele nîşan dike, wekî Yehowa sozê xwe tîne sêrî?
18 Yehowa bi saya Xebera xwe, bi hizkirinê şîreta dide me, kîjan dikarin alî me bikin, çaxê bona dê-bavê xweyî emirda mezin xem dikin. Lê Yehowa dîsa bi cûrekî din jî dikare alî me bike. Zebûrbêj ev giliyên hana bi alîkariya ruhê Xwedêyî pîroz nivîsî: “Xudan nêzîkî wan hemûya ye, kîjan ku gazî Wî dikin. . . . Zarînîya wan dibihê û wan xilaz dike”. Yehowa xizmetkarên xweyî amin xilaz dike û miqatî wan dibe wedê lapî çetinda jî (Zebûr 145:18, 19).
19 Ew yek keçikekê ser xwe texmîn kir, navê kîjanê Mîrna ye. Paralîçê diya wê xistibû, û ewê bona diya xwe xem dikir. Ew dibêje: “Ji wê yekê xirabtir tu tişt tune, kengê divînî ça merivên teyî nêzîk ji êşa xwe dinale û ne jî dikare bêje kîdera wê dêşe. Diya min tê bêjî avêda dixeniqî, lê min ew yek didît û tu tişt nikaribû bikira. Gelek car min ber Yehowa çok dida û digote wî, wekî ez westiyam. Ez wek Dawid digiriyam, yê ku Yehowara dua dikir wekî hêsirê wî derdanekêda top ke û bîr bîne. [Zebûr 56:8] Û çawa Yehowa soz dabû, ewî ew qewat da min jî ya ku minra lazim bû. ‘Xudan bû piştovanê min’” (Zebûr 18:18).
20. Kîjan sozên Kitêba Pîroz dilgerm dike wan kê xem dikin bona dê-bavên xweyî emirda mezin yên ku ber mirinê ne?
20 Tu çi jî bikî bona dê-bavên xweyî emirda mezin, yeke ewana kal-pîr dibin û dimirin. Wî çaxî jî gava tu gelek rind pey dinihêrî, yek e merivê emirda mezin dikare bimire, çawa ew yek qewimî serê diya Mîrnayê. Lê ew meriv yên ku baweriya xwe Yehowa tînin, zanin wekî mirin xilaziya her tiştî nîne. Pawlosê şandî got: “Wek ku ew bi xwe jî qebûl dikin ku vejîna yên rast û nerast wê çêbe, ev hêviya min jî ji Xwedê heye” (Karên Şandiya 24:15, ÎM). Baweriya wê yekê ku Xwedê wê erdê teze çêke, kîderê “mirinê tunebe” dilgerim dike wan meriya, merivên kîjanî ku mirine (Eyantî 21:4).
21. Çaxê qedirê dê-bavên xweyî emirda mezin digirin, ew yek çi berên baş tîne?
21 Xizmetkarên Xwedê bi qedir in hindava dê-bavên xwe, wî çaxî jî gava ewana emirda mezin dibin (Metelok 23:22-24). Çaxê ewana usa bi qedir in hindava wan, wî çaxî ewana divînin ça têne sêrî gotinên Xwedê: “Bira dê-bavê te pê te eşq bin, bira şa be ya ku tu jê ketî” (Metelok 23:25). Çaxê qedirê dê-bavê xweyî emirda mezin digirî, bi wê yekê qedirê Yehowa digirî û wî şa dikî.
a Wira xeberdan naçe derheqa wê derecê, kengê dê-bav nerast û bi zulmî dane xebatê îzina xweye serwêrtiyê, çimkî ew yek nerast e.