Kilam 13
Duakirin ji Razîbûnê
(Zebûr 95:2)
1. Xwedê Yahowa, hêja yî pesna,
Gazî te dikin her gav bi dua.
Tu timê duayêd me rind dibihiyî,
Em dixwazin bona me xem bikî.
Timê şaş dibin em ber çevê te,
Hîvî te dikin me bibaxşîne.
Hatin kirîn pê xûna Kurê te,
Xwedê, em qayîl in hîn bin ji te.
2. Em razî ne bona teglîfiya te,
Ronayê didî û hîn dikî me.
Îzinê bide em bêne mala te,
Em dixwazin hê rind nas bikin te.
Gelek rind tê kifşê mêrxasiya me,
Çimkî qewatê distînin ji te.
Tu Xilazkar î, tera şa dibin,
Û her dera em dannasîn dikin.
3. Bona şabûnê menî gelek in,
Ser erdê gişk wê tera qulix kin.
Xwedê, Padşatiya ku te kifş kiriye,
Mirin û nexweşiyê wê kuta ke.
Û wê tune be derd û neheqî,
Qulixkarêd te wê bikin gazî:
“Em zef razî ne ji te, Bavê me.
Şikir Xwedêra ew e Padşê me!”.
(Binihêre usa jî Zeb. 65:2, 4, 11; Fîlî. 4:6.)