KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • bm para 10 rûp. 13
  • Silêman Padşayê Bîlan

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Silêman Padşayê Bîlan
  • Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • Têmên Mîna Wê
  • Paristgeh bona Yehowa
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Silêman Padşayê Bîlan
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Silêman Paristgehê Ava Dike
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Hizkirina ku Tu Car Kuta Nabe
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
bm para 10 rûp. 13
Xanim-padşaya Şebayê nêzîkî textê Silêman Padşa dibe

SERÊ 10

Silêman Padşayê Bîlan

Yahowa bîlaniyê dide Silêman. Wedê serwêrtiya wî, cimeta Îsraêl di edilayêda û bextewariyêda dijîtin

HEGER temamiya cimetê û padşayê wan gura Yahowa Xwedê bikirana û qanûnêd wî biqedandana, emirê wan wê çawa bûya? Serwêrtiya Silêmane 40 salî, caba vê pirsê dide.

Pêşiya mirina xwe, Dawid kifş dike Silêman ça padşa. Xewnêda Xwedê wîra xuya bû û ji wî pirsî, ku ewî wê çi ji Xwedê bixwesta. Silêman bîlanî û zanebûn xwest, wekî rast û bi aqilayî dîwana cimetê bike. Xwestina wî gelek dilê Yahowa xweş hat, lema jî Yahowa bîlanî û serwaxtî da wî. Xêncî vê yekê Yahowa soz dabû wî, ku heger ew gura wî bike, ewê navdariyê, hebûnê û emirê dirêj bistîne.

Bi dîwankirina xweye aqilayî, Silêman bû yekî navdar. Carekê, du kulfet hatin cem Silêman. Wana hevra şer dikir seva kurekî tezebûyî. Her kes ji wana digot, ku ew e dîya zarokê. Silêman ferman da, wekî zarê ortêda têkine du kera, û her yekêra kerîkî bidinê. Kulfetek qayîl bû, lê ew kulfeta ku bi rastiyê dîya zarokê bû, destpêkir lavaya Silêman bike wekî zarê bidine kulfeta din, tenê nekujin. Hingê Silêman padşa fem kir, wekî ev e dîya zarokêye rast. Ewî zar hilda û da dîya wî. Wede şûnda, temamiya cimeta Îsraêlê pêhesiyan derheqa bîlaniya Silêman, û fem dikirin wekî bîlaniya wî ji Xwedê bû.

Şixulêd Silêmanî lapî mezin, avakirina paristgeha Yahowa bû di Orşelîmêda, kîderê ku îsraêlî dikaribûn Yahowara dua kirana û qurban jî wîra bianiyana. Li ser eyda vekirina paristgehê, Silêman duayêd xweda Yahowara got: “Wa ezmanê-ezmana nikarin te cîwar kin, lê ku ma ew paristgeh, ya ku min ava kir” (1 Padşatî 8:27, DT).

Nav û dengê Silêman gihîşte gelek ciyêd dûr, heta şeherê Erebistanê û Şabayê jî. Xanim-padşaya Şebayê çûbû li Orşelîmê, wekî bibîne rûmet û dewlemendtiya Silêman padşa, usa jî wekî pê pirsêd xweye çetin wî bicêribîne. Çaxê xanim-padşa, bîlaniya Silêman û usa jî pêşdaçûyîna Îsraêlê dît, ew gelek ecêbmayî ma û navê Yahowa hurmet kir, ku padşakî usa bîlan daye ser text. Yahowa serwêrtiya Silêman kerem kir û lema jîli nava terîxiya Îsraêlê, tenê di padşatiya Silêmanda edilayî û bextewarî hebû.

Yazix wekî Silêman ew bîlaniya ku Xwedê dabû wî, qîmet nekir. Ewî guh neda qanûnêd Yahowa û bi seda jin xwera anîn. Heçî zef ji van jina, xudanêd qelpra qulix dikirin. Hêdî-hêdî wana dilê Silêman xirab kirin û ew ji Yahowa dûr ket. Ewî destpêkir serê xwe danî ber pûta. Xwedê gote Silêman, wekî wê padşatiyê lê bistîne û tenê seva xatirê Dawid, pareke biçûk wê bihêle malbeta wîra. Rast e Silêman Xwedê hîşt, lê Yahowa dîsa jî hindava peymana Padşatiyê amin ma, yê ku ewî tevî bavê wî Dawid girêda.

Li ser hîmê kitêbêd 1 Padşatî serê 1 heta 11; 2 Dîrok serê 1 heta 9; Qanûna Ducarî 17:17.

  • Ça Yahowa caba xwestina Silêman da?

  • Bîlaniya Silêman ji çi hate kifşê?

  • Çira Silêman ji Yahowa dûr ket û çi axirî evê yekê anî?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin