SERÊ 16
Mesîh Hate Eyankirinê
Yahowa nîşan dike ku Îsayê Nisretê, Mesîhê sozdayî ye
PÊŞIYA ku Mesîhê sozdayî bihata, gelo Yahowa alî meriva dikir, ku bikaribûna Mesîh nas kirana? Belê. Em niha binihêrin ka Xwedê seva vê yekê çi kiriye. Paşî nivîsandina Nivîsarêd Îbranî, weke 400 sal derbaz bûn, li bakûrê herêma Celîlê, di şeherê Nisretêda qîzeke cahil dijît, navê wê Meryem bû û ew bikir bû. Mêvanekî nenas hate bal Meryemê. Ev milyaket bû bi navê Cibrayîl, ewî gote Meryemê, wekî ewê bi ruhê pîroz, dêmek pê qewata Xwedê kurekî bîne. Ev kur, wê bibe Padşayê sozdayî û heta-hetayê serwêrtiyê bike. Ew wê Kurê Xwedê be. Xwedê wê emirê wî ji ezmana derbazî zikê Meryemê ke.
Meryemê ev yek hesab kir ça qedrekî mezin seva xwe. Xwedê milyaket şande cem dergîstiyê wê Ûsivê ku necar bû, wekî wîra şiroveke ku çira Meryem hemle derket. Paşî vê yekê ewana zewicîn. Lê gelo ça ev pêxembertî, ku Mesîh wê di Beytlehmêda bê bûyînê, hate sêrî? (Mîxa 5:2). Ne ev şeherê biçûk, weke (150) kîlomêtr dûrî Nisretê bû!
Serwêrê Romê ferman da, wekî destpêkin hesabkirina meriya bikin. Her kes gerekê di şeherê xweda kîderê ku hatibû bûyînê, bihata nivîsarê. Ûsiv û Meryema hemle, çûne li Beytlehmê, çimkî ewana ji vî şeherî bûn (Lûqa 2:3). Meryemê di tewlêda zar anî, û kire afirê dêwêr. Xwedê milyaket şand bal şivanêd ku di çolêda bûn, wekî wanra bêje ku zar hate bûyînê û ew heye Mesîhê sozdayî.
Paşê merivêd din jî îzbat kirin, ku Îsa Mesîhê sozdayî ye. Mesele, Îşaya pêxember pêşda got, wekî wê merivek eyan be, yê ku seva Mesîh rê hazir ke (Îşaya 40:3). Ev merî Yûhennayê Nixumdar bû. Çaxê Yûhenna Îsa dît, ewî got: “Va ye! Berxê Xwedê, yê ku gunêd dinyayê hildide!” Hine şagirtêd Yûhenna pêra-pêra pey Îsa çûn, yekî ji wan got: “Me Mesîh dît” (Yûhenna 1:29, 36, 41).
Şedetîk jî xwexa Yahowa Xwedê da. Çaxê Yûhenna Îsa nixumand ji ezmana dengê Yahowa hate bihîstinê. Xwedê pê ruhê pîroz Îsa kifş kir ça Mesîh. Xwedê got: “Ev e Kurê minî delal, ku ez ji wî razî me” (Metta 3:16, 17). Û usa Mesîhê sozdayî hate eyankirinê!
Ev yek kengê qewimî? Di sala 29-da D.M., dêmek çaxê 483 salêd ku Daniyêl pêxembertî kiribû, derbaz bûn. Ev hemû tişt bi rastiyê jî îzbat dikin, wekî Îsa heye Mesîh! Lê çaxê Îsa li ser erdê bû, ewî derheqa çi dannasîn dikir?
Li ser hîmê kitêbêd Metta serê 1 heta 3; Marqos serê 1; Lûqa serê 2; Yûhenna serê 1.