SERÊ 23
Belakirina Mizgîniya Xêrê
Pawlos rê dikeve li ser erdê û berê, wekî mizgîniya xêrê bela ke
ÇAXÊ Pawlos bû mesîhî, ewî destpêkir bi xîret mizgîniya xêrê, derheqa Padşatiya Xwedê bela ke. Berê Pawlos pey mesîhiya ketibû, lê paşê xwexa jî hate çerçirandinê. Pawlos ne diwestiya, hemû ciya derheqa Padşatiyê dannasîn dikir, kîjan ku wê pêk bîne nêta Yahowaye pêşin.
Pawlos, wedê rêwîtiya xweye pêşin di Lîstrayêda merîkî ku ji bûyîna xwe topal bû, qenc kir. Cimeta wî şeherî dişirmîş bûn, wekî Pawlos û Barnabas xudê ne, û dixwestin qurban bidana wan, lê wana ancax cimet da sekinandinê. Lê wedekî şûnda, dîsa jî evê cimetê bi xwestina dijminêd Pawlos, destpêkirin Pawlos dane ber kevira, paşê ji şeher derxistin û avîtin, çimkî wana tirê, wekî ew îda miriye. Lê Pawlos sax ma û wede şûnda dîsa çû Lîstrayê, wekî şagirta dilgerm ke û qewî ke.
Hine mesîhiyêd îbranî ya xwe dikirin, wekî mesîhiyêd ne îbranî gerekê xwe li wan edeta bigirin, kîjan ku ji qanûna Mûsa hatibûn hildanê. Pawlos bona vê pirsê çûbû li Orşelîmê cem rûspiya û şagirta. Bi nihêrandina kûre Kitêba Pîroz, û bi alîkariya ruhê pîroz wana ev pirs safî kir û civatara nivîsîn, wekî mesîhî gerekê xwe xwey ke ji qurbanêd pûta, xûnê, goştê mirar û bênamûsiyê. Qedandina van qanûna “eseyî” bû, lê qedandina qanûnêd Mûsa ji wana nedihate dewakirinê (Karêd Şandiya 15:28, 29).
Wedê rêwîtiya duda, Pawlos çûbû li Beroyayê, niha ev şeher ser topraxa Yûnanistanê ye. Cihûyêd van ciya, bi dil-can qebûl kirin giliyê Xwedê û her roj Kitêba Pîroz lêkolîn dikirin, û dinihêrîn wan giliyê ku hîn dibûn. Û Pawlos dîsa ji bo peyketinê mecbûr bû bireve şeherê Atînayê. Wê derê Pawlos merivêd xwendîra dannasîn kir. Ew giliyê, ku Pawlos wî çaxî got, xebervanara bû mesele seva xeberdana feresetî û şehrezayî.
Paşî rêwîtiya sisiya, Pawlos çû li Orşelîmê. Çaxê ew çû paristgehê, cihûya xelq rakirin miqabilî Pawlos, û dixwestin wî bikuştana. Lê eskerêd Romê nehîştin, pirs didane Pawlos, û pêhesiyan wekî ew bajarvanê Romê ye. Lema jî ew birine cem Felîksê serkar, wekî ew xwe xwey ke. Cihûya Pawlos gunekar dikirin, lê nikaribûn îzbat kirana. Seva ku nekeve bin destê Cihûya, Pawlos serwêrekî romêyî din Fêstora, usa got: “Ez dewa dîwana Qeyser dikim”. Hingê Fêsto cab da: “Tu dewa Qeyser dikî, gerekê tu herî cem Qeyser” (Karêd Şandiya 25:11, 12).
Pawlos bi gemiyê birine Îtalyayê, wê derê gerekê dîwana wî bikirana, lê usa qewimî ku gemî şkest, û Pawlos mecbûr bû ku zivistanê li ser girava Maltayê derbaz ke. Axiriyê çaxê ew hate Romê, du sala mala kirêda dijît. Rast e Pawlos bin nobedariya eskerada bû, lê ça her gav bi xîret, derheqa Padşatiya Xwedê hemû meriyara yêd ku dihatne cem wî, dannasîn dikir.
Li ser hîmê kitêba Karêd Şandiya 11:22-28:31.