PARA 10
Merivên ku Gura Xwedê Dikin, wê Çawa Bêne Keremkirinê?
Heçî zef wê ji mirinê rabin û ser erdê bijîn. Karên Şandiya 24:15
De bide ber çevê xwe wan kerema, yên ku tê bistînî hergê gura Xwedê bikî! Sihet-qewata te wê gelek baş û bêqisûr be. Tu kes wê nebêje, ku ez bêkêf im yan jî nexweş im. Tuyê bikaribî îtbariya xwe hemû meriva bînî, çimkî merivên xirab îda wê tune bin.
Ne girî, ne kul û derd, ne jî êş-êşûk wê tune bin. Îda wê tu kes kal-pîr nebe û nemire.
Merivên teyî nêzîk wê kêleka te bijîn û heval jî dor-berê te bin. Jîyîn Cinetêda wê gelek şabûnê tera bîne.
Tirs û xof îda wê tune be. Meriv wê bi rastî jî bextewar bin.