KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • jl serê 17 rûp. 20
  • Berpirsiyarên Mihalê Ça Alî Me Dikin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Berpirsiyarên Mihalê Ça Alî Me Dikin?
  • Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
  • Têmên Mîna Wê
  • Birên ku Ça “Pêşkêş” Hatine Dayînê, Qîmet kin!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Ewana Bona Kara Me Gelek Tişt Dikin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • “Rûspiya Kifş kin”
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2019)
Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
jl serê 17 rûp. 20

DERSA 17

Berpirsiyarên Mihalê Ça Alî Me Dikin?

Berpirsiyarê mihalê û jina wî

Malavî

Berpirsiyarê mihalê civata bona xizmetiyê derbaz dike

Koma belakirina mizgîniyê

Berpirsiyarê mihalê xizmet dike

Belakirina mizgîniyê

Civata rûspiya tevî berpirsiyarê mihalê

Civat seva rûspiya

Mizgînîda gelek car, tê gilîkirinê derheqa Barnabas û Pawlosê şandî. Wana xizmet dikir ça berpirsiyarên rêwî, û teseliya civata dikirin. Ewana bi dil û can xem dikirin, wekî birayên civata, ruhanîda pêşda herin. Carekê Pawlos gote Barnabas, “were em vegerin serîkî bidine wan xûşk-bira” (Karên Şandiya 15:36). Roja îroyîn jî nêta berpirsiyarên mihalê dîsa ew e, wekî civat ruhanîda pêşda herin.

Berpirsiyarên mihalê tên wekî me bişidînin. Her berpirsiyarekî mihalê teseliya weke 20 civata dike, û salê du cara tevî her yek ji van civata, her carê heftêkî xizmet dike. Bi rastî jî em ji berpirsiyarên mihalê û ji kulfetên wan hergê zewicî ne, gelek karê distînin û dişidin. Ewana tevî cahila û him jî tevî yên emirda mezin, dibine nas. Ewana dibine hevalkarên me şixulê belakirina mizgîniyêda û hînkirina Kitêba Pîrozda. Berpirsiyar tevî rûspiya şivantiyê dikin, û bi têmên hewas li ser civata û civatên mezin, me qewî dikin (Karên Şandiya 15:35).

Berpirsiyarên mihalê hindava hemûyada dilovan in. Ewana gelek xem dikin, wekî civat ruhanîda pêşda here. Ewana tevî rûspî û berdestiyên civatê dicivin û tevayî derheqa pêşdaçûyîna civatê dişêwirîn, û berpirsiyar şîretên lazim bona cabdariya wan didine wan. Usa jî berpirsiyarên rêvî alî pêşenga dikin, wekî ewana xizmeta xweda pêşda herin. Ewana nasiya xwe didine merivên ku teze hatine civatê û derheqa pêşdaçûyîna wan pêdihesin. Berpirsiyarên mihalê hindava hemûyada dilovan in, him jî “heval û xebatkarê” me ne (2 Korintî 8:23). Were em ji baweriya wan û aminiya wan, meselê xwera hildin (Îbranî 13:7).

  • Bi çi nêtê berpirsiyarên mihalê teseliya civata dikin?

  • Ça tu dikarî ji berpirsiyarên mihalê karê bistînî?

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Salnemêda seva xwe kifş ke, ku careke din berpirsiyarên mihalê wê kengê teseliya civatê bike, seva ku tu bikaribî bêyî civatê û wan gotara bibihêyî, yên ku ewê bixûne. Hergê tu dixwazî hê rind nasiya xwe bidî wî û kulfeta wî, dikarî wê heftiya çaxê ewana teseliya civatê bikin, wana teglîf kî, wekî carekê jî ewana tevî te hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin. Derheqa vê yekê pêşda bêje wî, kî tevî te hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin