KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • jl serê 20 rûp. 23
  • Koma Rêberiyê Rojên Îroyîn Çi Şixulî Dike?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Koma Rêberiyê Rojên Îroyîn Çi Şixulî Dike?
  • Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
  • Têmên Mîna Wê
  • Kê Îro Rêberiya Cimeta Xwedê Dike?
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • “Xulamê Amin û Serwaxt” Çi Şixulî Dike?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • “Temamiya Şêwira Civîna Me Xweş Hat”
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
  • Çi ye Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa?
    Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
Hê Zêde Binihêre
Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
jl serê 20 rûp. 23

DERSA 20

Koma Rêberiyê Rojên Îroyîn Çi Şixulî Dike?

Koma rêberiyê ya qirna yekê

Koma rêberiyê qirna yekêda

Mesîhiyên qirna yekê nema ji koma rêberiyê dixûnin

Dixûnin neme ji koma rêberiyê

Qirna yekêda Orşelîmêda, hine mêrên Mesîhî “şandî û berpirsiyar” hebûn, yên ku ça koma rêberiyê xizmet dikirin. Ewana hemû pirsên ferz nav civata Mesîhiyên ku kifşkirî bûn, safî dikirin (Karên Şandiya 15:2). Ewana derheqa hemû pirsa tevî hev dişêwirîn, wekî pêbihesin hela çi dibêje Kitêba Pîroz derheqa wan pirsa, û bi saya vê yekê ewana hemû tiştîda hevra qayîl dibûn. Bi vê yekê wana dihîşt, ku ruhê Xwedê ser wan hukum ke (Karên Şandiya 15:25). Îro jî Koma Rêberiyê bi vî cûreyî dike.

Xwedê wana dide xebatê, seva ku qirara xwe bîne serî. Ev birên ji aliyê Xwedêda kifşkirî, yên ku Koma Rêberiyêda xizmet dikin, Kitêba Pîrozda gelek kûr dibin û lêkolînê dikin. Lema jî ewana şixulê xweda gelek cêribandî ne û rind zanin ça em dikarin şixulê xwe rind bikin, û pirsên ruhanî jî gelek rind şirovedikin. Koma Rêberiyê her heftiyê dicivin, seva ku dişirmîş bin derheqa hewcên biratiya meye hemdinyayê. Ça jî qirna yekêda dihate kirinê, ewana bi nema, bi berpirsiyarên rêwî û yên mayîn, ser hîmê Kitêba Pîroz rêberiyê didin. Ev yek alî cimeta Xwedê dike, wekî fikirên wan û şixulên wan yek be (Karên Şandiya 16:4, 5). Koma Rêberiyê miqatî hazirkirina xwarina ruhanî dibe, û hêlana dide hemûşka seva ku şixulê belakirina mizgîniyê cem wan, ser ciyê pêşin be. Ewana usa jî cabdar in bona kifşkirina bira ser cûre-cûre şixula.

Koma Rêberiyê pey rêberiya Xwedê diçe. Ewana rêberiya Yehowa Xwedayê hemû Zorayiyê digerin, usa jî rêberiya Îsa Mesîh, dêmek Serê civatê (1 Korintî 11:3; Efesî 5:23). Tu kes ji Koma rêberiyê, xwe ça serokê cimeta Xwedê hesab nake. Ewana tevî hemû Mesîhiyên kifşkirî “pey Berx [Îsa] diçin, kuda ku ew diçe” (Eyantî 14:4). Koma Rêberiyê gelek ji me razî ne, çaxê em seva wan û xebata wan dua dikin.

  • Qirna yekêda, kî koma rêberiyêda xizmet dikir?

  • Ça roja îroyîn, Koma Rêberiyê rêberiya Xwedê digerin?

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Bixûne Karên Şandiya 15:1-35, û dîna xwe bidê, ku ça qirna yekêda şandî û berpirsiyarên Orşelîmê, bi alîkariya Nivîsarên Pîroz û ruhê Xwedê pirsên çetin şêwir dikirin û safî dikirin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin