KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • jl serê 22 rûp. 25
  • Çi Şixul Fîlîalêda Tê Kirinê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi Şixul Fîlîalêda Tê Kirinê?
  • Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
jl serê 22 rûp. 25

DERSA 22

Çi Şixul Fîlîalêda Tê Kirinê?

Koma bira saz dike şixul bona fîlîala Giravên Silêman

Giravên Silêman

Şedekî Yehowa fîlîala Kanadayêda

Kanada

Erebên barkêşe edebyeta

Afrîkaya Başûrê

Beytelêda xûşk-bira cûre-cûre îdarada xizmet dikin. Ewana komên tercimaniyêda dixebitin, edebyeta neşir dikin, belga hevva dikin û kitêba çêdikin, usa jî edebyeta cî dikin û dipêçin. Hinek jî berhemên aûdîo û vîdêoyê derdixin, û dîsa cûre-cûre şixul seva welatê xwe dikin. Ewana xem dikin seva pêşdaçûyîna şixulê belakirina mizgîniyê, welatekîda yan jî çend welatada.

Komîtêya fîlîalê bona şixulkirinê, berpirsiyartiyê dike. Koma Rêberiyê, şixulê her fîlîalekî tesmîlî Komîtêya Fîlîalê dike. Komîtêya Fîlîalêda, sisê yan hê zêde rûspiyên maqûl û cêribandî xizmet dikin. Komîtêya Fîlîalê, elamî Koma Rêberiyê dike derheqa pêşdaçûyîn û problêmên wan welata, seva kîjanî jî ewana cabdar in. Ev elametî, alî Koma Rêberiyê dike, wekî safî kin, ku derheqa çi, edebyetada, civatada û civatên mezinda gerekê bê şirovekirinê. Wekîlê Koma Rêberiyê timê teseliya Beytela dikin, û rêberiyê didine Komîtêya Fîlîala, derheqa şixulên wan (Metelok 11:14). Ew têma mexsûs hazir dike, û bi vê têmê hemû kesên ku Beytelêda xizmet dikin, qewî dike.

Alîkarî civatara. Fîlîalada hene birên cabdar, yên ku qebûl dikin sazkirina civatên teze. Ewana usa jî rêberiyê didine wan pêşenga, mîsyonêra û berpirsiyarên mihala, yên ku wan welatada xizmet dikin, bona kîjana fîlîala wan cabdar e. Ewana usa jî hazir dikin civatên mezin, û bona avakirina Odên Civatên teze cabdar in, û xem dikin, wekî ew edebyetên ku civatara lazim in, wanra bêne şandinê. Bi alîkariya van hemû şixula, yên ku fîlîalada têne kirinê, şixulê belakirina mizgîniyê rind û terbetî tê kirinê (1 Korintî 14:33, 40).

  • Ça Komîtêya Fîlîala alî Koma Rêberiyê dike?

  • Bona çi fîlîal cabdar e?

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Her kes kî dixwaze fîlîaleke me bivîne, dikare bê fîlîala me ji Duşemê heta Îniyê. Em te jî teglîf dikin, ji kerema xwe were. Çaxê têyî fîlîalê kincxwekirina te gerekê usa be, çawa civatêda. Bi hatina li Beytelê tuyê aliyê ruhanîda gelek karê bistînî û baweriya te wê hê qewî be.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin