KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • jl serê 27 rûp. 30
  • Ça Kitêbxana Civata Me, Dikare Karê Mera Bîne?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ça Kitêbxana Civata Me, Dikare Karê Mera Bîne?
  • Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
  • Têmên Mîna Wê
  • Hûn JW Kitêbxane Didin Xebatê?
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016)
  • Hacetê Teze seva Lêkolînkirinê
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
  • Mecalên seva ku JW Kitêbxane Bidine Xebatê
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016)
Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
jl serê 27 rûp. 30

DERSA 27

Ça Kitêbxana Civata Me, Dikare Karê Mera Bîne?

Merivek kitêbaxan Oda Civatê dide xebatê

Îsraêl

Şedekî Yehowa alî yê cahil dike ku lêkolînê bike

Komara Çêxyê

Keçik ser kitêba kilama, navê xwe dinivîse

Bênîn

Merivek dide xebatê Kitêbxana Birca Qerewiliyê bona lêgerînê

Giravên Kaymanê

Dixwazî hine lêkolîna bikî, seva ku zanebûna xwe derheqa Kitêba Pîroz hê zêde kî? Dibek tu dixwazî hê zêde pêbihesî derheqa hine giliyên ji Kitêba Pîroz, yan jî derheqa hine meriya, ciya, û dîsa gelek tiştên din derheqa çi jî Kitêba Pîrozda tê gotinê? Yan dibek jî tu difikirî, gelo Xebera Xwedê dikare problêmên minda alî min bike? Hergê tu dixwazî caba hine pirsên xwe bivînî, tu dikarî bêyî kitêbxana me, yê ku Oda Civatêda ne.

Kitêbxanada hene edebyet seva lêkolînê, ku alîkariyê didin. Dibek cem te ser zimanê te, ne hemû edebyetên Şedên Yehowa hene. Lê kitêbxana Oda Civatêda, gelek edebyet hene. Mesele, vira cûre-cûre welgerandinên Kitêba Pîroz hene, ferhengên rind, û dîsa kitêbên din, yên ku dikarin alîkariyê bidine te. Pêşiya civatê yan jî paşî civatê, tu dikarî herî kitêbxanê. Hergê kitêbxanêda komputer heye, vê komputerêda usa jî Kitêbxana Birca Qerewiliyê tu dikarî bivînî. Ev heye bernama êlêktronîk, kîderê ku cûre-cûre edebyetên me hene. Bi saya vê bernamê tu dikarî hêsa elametiya bigerî û lêkolînê bikî.

Şagirtên Civîna ya Bijîn û Xizmet kin, ji kitêbxanê karê distînin. Hergê tera dersek dane, tu dikarî herî kitêbxane civatê, seva ku li wir dersa xwe hazir kî. Berpirsiyarê Civînê ya Bijîn û Xizmet kin, cabdar e bona kitêbxanê. Ew xem dike û miqat dibe, wekî edebyetên teze jî kitêbxanêda hebin û wekî ewana cîda bin. Berpirsiyarên mektebê, yan jî ev merî yê ku tevî te hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike, dikarin tera nîşan kin, wekî ça tu dikarî elametiyên zêde, yê ku tera lazim in, bivînî. Her kitêb gerekê cîda bê xwendinê û ji kitêbxanê neyê derxistinê. Em usa jî gerekê miqatî van kitêba bin, ser lênekin û nîşana daneynin.

Kitêba Pîrozda nivîsar e, ku hergê em dixwazin zanebûnê derheqa Xwedê bistînin, em gerekê hazir bin lêkolînê bikin, û zanebûnê ku ça “xizne” veşartî ye, bigerin (Metelok 2:1-5). Belê, kitêbxana Oda Civatê dikare alî te bike, wekî tu destpêkî bigerî.

  • Kîjan cûre-cûre edebyet, kitêbxana Oda Civatêda hene?

  • Kî dikare alî te bike, wekî tu kitêbxanêda bikaribî hê rind lêkolînê bikî?

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Hergê tu dixwazî, wekî kitêbxana te jî hebe, binihêre hela Oda Civatêda, kîjan edebyet hene ser textê seva edebyeta. Ew, kî tevî te hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dike, dikare şîretê bide te, wekî kîjan edebyeta tu dikarî pêşiyê destpêkî top kî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin