KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • fg dersa 5 pirs 1-5
  • Qirara Xwedê seva Erdê Çi ye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Qirara Xwedê seva Erdê Çi ye?
  • Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
  • Têmên Mîna Wê
  • “Cinetêda Emê Hev Bivînin!”
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Cineta ser Erdê; Çîrok e yan Rêalî ye?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
fg dersa 5 pirs 1-5

DERSA 5

Qirara Xwedê seva erdê çi ye?

1. Çira Xwedê erd efirandiye?

Adem û Hêwa di baxçê Adenêda û paşê ji vê baxçê hatine berîdanê

Erd heye mala me. Çaxê Yahowa Xwedê jin-mêrê pêşin efirand, ewî wana li ser erdê cîwar kir, ne ku li ser ezmana. Lê li ser ezmana Xwedê milyaket efirandin, ku li wir bijîn (Îbo 38:4, 7). Yahowa Xwedê li ser erdê bagçekî bedew bi navê Aden çêkir, seva ku Adem li wir bijî (Destpêbûn 2:15-17). Yahowa hemû tişt usa çêkir, wekî Adem û zuretên wî li ser erdê di bextewariyêda heta-hetayê bijîn. Bixûne Zebûr 37:29; 115:16.

Merivên pêşin bi zuretên xwe erd gerekê tije kirana. Paşê wana gerekê temamiya erdê mîna bagçê Adenê bedew kirana û bikirana cinet (Destpêbûn 1:28). Erd tu car wê neyê hilşandinê. Meriv her gav wê li ser bijîn. Bixûne Zebûr 104:5.

Binihêre vîdêo Çira Xwedê Erd Efirandiye?

2. Çira niha erd cinet nîne?

Adem û Hêwayê gura Yahowa Xwedê nekirin, lema jî Yahowa ewana ji cinetê derxistin. Cinet hate undakirinê, îdî tu kesî nikaribû erd bikira cinet. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê “dinê dane destê xiraba” (Îbo 9:24). Bixûne Destpêbûn 3:23, 24.

Merî mala ava dikin li ser erdê cinetê

Lê gelo qewata Yahowa nagihîjê, wekî qirara xwe derheqa însanetê bîne serî? Tu tiştên usa ku Yahowa nikaribe bike tune, çimkî ew Xwedayê Himzor e (Îşaya 45:18). Xwedê wê hemû tiştên ku serê-serîda dabû meriya wê dîsa wanara vegerîne. Bixûne Zebûr 37:11, 34.

3. Erd ça wê bibe cinet?

Çaxê Îsa di Padşatiya Xwedêda padşatiyê bike, erd wê dîsa bibe cinet. Di nav şerê Harmegedonêda Îsa tevî milyaketên Xwedê, wê qira wan hemû meriya kî ku miqabilî Xwedê derdikeve, bîne. Paşê Îsa wê Şeytan 1 000 salî bavêje kelê. Di vî şerîda cimeta Xwedê wê xilaz be, çimkî Îsa wê rêberiyê wan bike û wana xwey ke. Ewana di cinetêda li ser erdê wê heta-hetayê bijîn. Bixûne Eyantî 20:1-3; 21:3, 4.

4. Kul-derd kengê wê xilaz bin?

Dibek tu jî dişirmîş dibî, gelo zulmî li ser erdê heta kengê wê hebe? Îsa mera “nîşan” hîştin, bi saya çi jî em îro dikarin tê derxin xilazî wê kengê bê. Îro halê dinyayê usa xirab e ku heger dirêj bikişîne, meriv wê îda nikaribin li ser erdê bijîn. Ev yek dîsa jî mera îzbat dike, ku niha em rastî jî di wedê “axiriya” vê dinyayêda dijîn. Bixûne Metta 24:3, 7-14, 21, 22.

Wedê padşatiya Îsaye 1 000 saliyê, ewê kutasiya hemû kul-derda bîne (Îşaya 9:6, 7; 11:9). Wedê padşatiya xwe, Îsa wan meriya kî ku Xwedê hez dike, wê ji gune temiz ke. Usa Xwedê bi Îsa hemû nexweşî, kalbûn-pîrbûn û mirinê wê bide hildanê. Bixûne Îşaya 33:24; Eyantî 21:4.

5. Kî wê di cinetêda bijî?

Merî di Oda Civatêda hîn dibin

Di Oda Civatêda tê rastî wan meriva bêyî, kî ku Xwedê hez dikin û hîn dibin çawa dilê Xwedê şa bikin

Kî ku gura Xwedê dike, wê di cinetêda bijî (1 Yûhenna 2:17). Îsa şixul da şagirtên xwe, wekî ewana merivên milûk bibînin û hîn kin wana, ça bibine merivên usa, yên ku Xwedê xweş tên. Îro Yahowa Xwedê bi mîlyona meriva hazir dike, wekî ewana di cinetêda li ser erdê bijîn (Sêfaniya 2:3). Şedên Yahowa li ser civata hîn dibin, çawa bibine mêr û bavên baş, usa jî jin û dayîkên baş. Zar û dê bav li ser civata tevayî Xwedêra qulix dikin, û hîn dibin ça karê bistînin ji wan mizgîniya, yên ku ewana pêdihesin. Bixûne Mîxa 4:1-4.

Bona hê zêde elametî, binihêre kitêba “Çi hîn dike Kitêba Pîroz?” serê 3.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin