KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • fg dersa 6 pirs 1-5
  • Çi Guman Heye seva Miriya?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi Guman Heye seva Miriya?
  • Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
  • Têmên Mîna Wê
  • Gumana Rastî seva Miriyên Te
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Paşî Mirinê Çi Diqewime?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
fg dersa 6 pirs 1-5

DERSA 6

Çi guman heye seva miriya?

1. Çi mizgînî heye derheqa miriya?

Merta û Meryem birê xweyî saxkirî Lazar, hemêz dikin

Çaxê Îsa Mesîh li Beytanyayê nêzîkî Orşelîmê bû, ew pêhesiya ku hevalê wî Lazar îda çar roj e mirî ye. Wî çaxî Îsa tevî xûşkên Lazar Merta û Meryemê, çû li wî ciyî kîderê ku Lazar hatibû definkirinê. Hinek wede şûnda li wî ciyî elalet top bû. Bide ber çevê xwe şabûna Merta û Meryemê, çaxê Îsa Lazar ji mirinê rakir! Bixûne Yûhenna 11:21-24, 38-44.

Li wî çaxî Mertayê îda zanibû, ku mizgîniya derheqa miriya çi ye. Ewê zanibû ku Yahowa Xwedê wê miriya sax ke, seva ku ewana dîsa li ser erdê bijîn. Bixûne Îbo 14:14, 15.

2. Mirî li çi halîda nin?

Efirandina Adem, û mirina wî

God told Adam: “Dust you are and to dust you will return.”​—GENESIS 3:19.

Meriv ji axa erdê hatiye çêkirinê (Destpêbûn 2:7; 3:19). Paşî mirinê, tiştek ji meriya dernakeve û najî. Çaxê merî dimire, hişê wî jî dimire, wê demê hemû nêt-fikirên wî dişirmîşbûna wî, betavedibin. Çaxê Lazar hate saxkirinê, ewî tu tişt negot ku çi tevî wî diqewimî paşî mirinê, çimkî rastî jî çaxê meriv dimire, ew tu tiştî texmîn nake û ne jî dikare dişirmîş be. Bixûne Zebûr 146:4; Waîz 9:5, 6, 10.

Gelo ev rast e ku dibêjin, wekî paşî mirinê Xwedê meriya di agirê cenimêda diçerçirîne? Ça em ji Kitêba Pîroz pêhesiyan paşî mirinê meriv tu tiştî texmîn nake û ne jî dişirmîş dibe. Lema jî hînkirin derheqa agirê cenimê derew e, bi vê hînkirinê şer li Xwedê tê gilîkirinê. Ev hînkirin ku paşî mirinê merî diçerçire, ber çevê Xwedê reş e. Bixûne Yêremya 7:31.

Binihêre vîdêo Mirî li çi halîda nin?

3. Gelo mirî rastî dikarin tevî me xeber din?

Mirî ne dikarin xeber din, ne jî bibihên (Zebûr 115:17). Lê em zanin ku hine milyaket miqabilî Xwedê derketin, û ewana dikarin xeber din tevî meriya û xwe dewsa miriyên wan daynin (2 Petrûs 2:4). Lema jî Yahowa Xwedê îzinê nade meriya, wekî ewana bicêribînin tevî miriya xeber din. Bixûne Qanûna Ducarî 18:10, 11.

4. Kî wê bêne saxkirinê?

Mêrê ku di cinetêda hatiye saxkirinê derheqa Xwedê hîn dibe. Paşê ev mêr wan meriya hîn dike, yên ku hatine saxkirinê.

Bi gelek mîlyona mirî wê bêne rakirinê, seva ku li ser erdê bijîn. Hela hê ew merî jî wê bêne saxkirinê, yên ku Xwedê nas nedikirin û gelek xirabî jî dikirin. Bixûne Lûqa 23:43; Karêd Şandiya 24:15.

Yên ku ji mirinê rabin wê mecalê bistînin, wekî pêbihesin rastiyê derheqa Xwedê, û baweriya xwe hindava Îsa Mesîh bi guhdarîkirinê eyan kin (Eyantî 20:11-13). Ew kî ku ji miriya bê rakirinê û tenê qenciyê bike, wê bikaribe bijî li ser erdê heta-hetayê. Bixûne Yûhenna 5:28, 29.

5. Ji mizgîniya derheqa rakirina miriya, em çi pêdihesin derheqa Xwedê?

Xwedê kurê xweyî tayê tenê kire qurban, û bi saya vê yekê mirî dikarin ji mirinê bêne rakirinê. Ev yek eyan dike hizkirina Xwedê û usa jî remtiya wî, yên ku em bi kerema wî bê heq distînin. Çaxê mirî sax bin, tu dixwazî îlahî kê bibînî? Bixûne Yûhenna 3:16; Romayî 6:23.

Bona hê zêde elametî, binihêre kitêba “Çi hîn dike Kitêba Pîroz?” serê 6, 7 û 10.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin