KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • fg dersa 13 pirs 1-4
  • Çi wê Biqewime Tevî Hemû Rêlîgiyên Qelp?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çi wê Biqewime Tevî Hemû Rêlîgiyên Qelp?
  • Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
  • Têmên Mîna Wê
  • Rêlîgiyên Qelp Nerast Xwedê Eyan Dikin
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Hebandina ku Xwedê Qebûl Dike
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Ça em Dikarin tê Derxin Xwedê Kîjan Hebandinê Qebûl Dike?
    Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
fg dersa 13 pirs 1-4

DERSA 13

Çi wê biqewime tevî hemû rêlîgiyêd qelp?

1. Gelo hemû rêlîgiyêd meriya rast in?

Mêr Kitêba Pîroz dixûne

Di hemû rêlîgiyada hene meriyên helal, lema jî seva me mizgînîke şa ye, ku Yahowa dibîne van meriya û derheqa wan xem dike. Lê sed heyf, ku ji bo rêlîgiya û bi destê rêlîgiya gelek zulmî û neheqî têne kirinê (2 Korintî 4:3, 4; 11:13-15). Îro em tiştên usa pêdihesin, ku hine rêlîgiya girêdayî ne tevî têrorîzmê, gênosîdê, şerkirinê, û usa jî tevî zara zinêkarîkirinê. Meriyên helal û dilsax ji bo van elametiya gelek berxwedikevin. Bixûne Metta 24:3-5, 11, 12.

Îro hebandina rast navê Xwedê hurmet dike, lê hebandinên qelp paşopê dikin, ewana hêrsa Xwedê li ser xwe tînin. Ewana tiştên nerast hîn dikin, tiştên usa çi ku miqabilî Kitêba Pîroz derdikeve. Mesele, ewana nerastiyê derheqa Xwedê û halê miriya hîn dikin. Lê Yahowa Xwedê dixwaze, wekî meriv bizanibin rastiyê derheqa wî. Bixûne Hezeqêl 18:4; 1 Tîmotêyo 2:3-5.

2. Çi wê biqewime tevî rêlîgiyêd qelp?

Em gelek şa ne ku Xwedê nayê xapandinê bi wan rêlîgiya, bawermendên kîjanî ku dibêjin, wekî Xwedê hez dikin lê bi rastiyê dinya Şeytan hez dikin (Aqûb 4:4). Paşî sêlava di rojên Nuhda, di şeherê Babîlonêda pêşda hatin rêlîgiyên, hebandinên û dînên qelp. Di Xebera Xwedêda hemû rêlîgiyên qelp tevayî têne navkirinê “Babîlona Mezin”. Lê Xwedê wê zûtirekê hemû rêlîgiyên qelp, yên ku meriya dixapînin û didine cefê, bide hildanê. Bixûne Eyantî 17:1, 2, 5, 16, 17; 18:8.

Lê gelo çi wê biqewime tevî hine merivên helal yên ku di van rêlîgiyên qelpda nin? Yahowa Xwedê derheqa wan tu car bîr nake. Yahowa eseyî wê wana rastiyê hîn bike û bi vê yekê wê wana ji rêlîgiyên qelp derxe. Bixûne Mîxa 4:2, 5.

3. Çi gerekê bikin meriyêd helal?

Meriv paşî civatê xeber didi

Hebandina rast meriya dike yek

Yahowa Xwedê xem dike derheqa wan meriya kî ku dixwaze pêbihese rastiyê û dixwaze qenciyê bike. Yahowa usa jî hêlana dide wan, wekî ewana pişta xwe bidine rêlîgiyên qelp. Û ew meriv kî ku Xwedê hez dikin, timê hazir in emirê xwe bidin guhastinê, seva ku Xwedê xweş bên. Bixûne Eyantî 18:4.

Di qurna yekêda, çaxê meriyên helal mizgîniya Xwedê ji şagirtên Îsa Mesîh dibihîstin, ewana razî dibûn û ewê mizgîniyê qebûl dikirin. Wana riya jîyîneke gelek baş xwera dît, rê kîjan ku Yahowa Xwedê wana hîn kir û kîjan ku gumanê dide meriya. Wana qirara Yahowa danî li ser ciyê pêşin, û meseleke baş mera hîştin, wekî em jî mizgîniya Yahowa Xwedê bistînin, qebûl kin û qirara wî daynin ciyê pêşin. Bixûne 1 Têsalonîkî 1:8, 9; 2:13.

Yahowa Xwedê her kesa kî ku rêlîgiya qelp hîştiye, teglîfî mala xwe dike, wekî ewana jî tevî qulxkarên rast bibine yek. Heger tu teglîfkirina Xwedê qebûl kî, tuyê bikaribî bibî hevalê wî, tuyê tevî qulixkarên Xwedêyî rast bibî ça neferê malekê, û usa jî emirê heta-hetayê bistînî. Bixûne Marqos 10:29, 30; 2 Korintî 6:17, 18.

4. Yahowa Xwedê wê çawa meriyêd li nav temamiya dinyayê bextewar ke?

Ew yek ku zûtirekê xilaziya hemû rêlîgiyên qelp wê bê, rastî jî mizgînîke gelek baş e. Bi vê yekê temamiya dinê wê ji bîntengiyê û zorbetiyê xilaz be. Îda tu car dînên qelp wê meriya nedine xapandinê û wê însanetê cuda nekin. Hemû meriv li nav temamiya dinyayê wê Xwedayê rastra qulix bikin, û di nav qulixkirinêda bibine yek. Bixûne Eyantî 18:20, 21; 21:3, 4.

Bona hê zêde elametî, binihêre kitêba “Çi hîn dike Kitêba Pîroz?” serê 15 û 16.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin