KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • hf serê 1 rûp. 3-5
  • Rêberiyê Cem Xwedê Bigerin, seva ku Zewaca We Bextewar be

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Rêberiyê Cem Xwedê Bigerin, seva ku Zewaca We Bextewar be
  • Malbeta We Dikare Bextewar be!
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • 1 QEBÛL KIN EW, ÇI KU YAHOWA JI WE DIXWAZE
  • 2 DERHEQA HEV DIŞIRMÎŞ BIN
  • 3 YEKTIYÊDA BIN
  • Hindava Hevda Amin Bin
    Malbeta We Dikare Bextewar be!
  • Paşî Dewatê
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Zewac Pêşkêşa Ji Xwedê ye
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Ça Tevî Merivêd Xwe Edilayê Xwey kin
    Malbeta We Dikare Bextewar be!
Hê Zêde Binihêre
Malbeta We Dikare Bextewar be!
hf serê 1 rûp. 3-5
Mêr û jin roja zewicandinê

SERÊ 1

Rêberiyê Cem Xwedê Bigerin, seva ku Zewaca We Bextewar Be

“Serê sêrîda Efirandar ‘ew nêr û mê xuliqandin’” (Metta 19:4).

Yahowaa Xwedê zewaca pêşin saz kiriye. Kitêba Pîroz dibêje, ku Xwedê kulfeta pêşin çêkir û “anî cem mêr”. Ji vê yekê Adem şabûna giliyê usa got: “Niha eva hestûyê ji hestûyê min e û goştê ji goştê min e” (Destpêbûn 2:22, 23, PKM). Yahowa dixwaze wekî niha jî, merî di zewacêda bextewar û şa bin.

Çaxê hûn dizewicin, dibeke dişirmîş dibin ku hemû tişt wê cem we pir baş be. Bi rastiyê bêjin, hela hê wî çaxî jî gava mêr û jin gelek hevdu hiz dikin, ewana yeke dikarin rastî oxirmêd giran bên (1 Korintî 7:28). Di vê broşûrêda prînsîpêd Kitêba Pîroz têne dayînê. Û hergê hûn van prînsîpa bidine xebatê, hingê hûn dikarin zewac û malbeta xwe bextewar kin (Zebûr 19:8-11).

1 QEBÛL KIN EW, ÇI KU YAHOWA JI WE DIXWAZE

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: Mêr serê malbetê ye (Efesî 5:23).

Mêrno, Yahowa ji we dixwaze wekî hûn hindava kulfetêd xwe hesta dilovan û nazik nîşan kin (1 Petrûs 3:7). Yahowa jin usa efirandiye, wekî ew bibe komekdar seva mêrê xwe. Û ew dixwaze wekî mêr qedirê jinê bizanibe û wê hiz bike (Destpêbûn 2:18). Mêr gerekê jinêd xwe usa hiz bikin, wekî hazir bin berê pêşin bona hewcêd wan dişirmîş bin û nekevine heyra xwe (Efesî 5:25-29).

Kulfetno, Yahowa ji we dixwaze wekî hûn qedirê mêrêd xwe bigirin û alî wan bikin, ku borcê xweye serwêrtiyê biqedînin (1 Korintî 11:3; Efesî 5:33). Piştgiriya mêrêd xwe bikin û bêyî ofe-ofê tevî wan şixulkariyê bikin (Kolosî 3:18). Hergê hûn usa dikin, hingê ber çevê mêrê xwe û Yahowa, hûn pir bi qîmet û bedew dibin (1 Petrûs 3:1-6).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Ji mêr yan jina xwe bipirsin, wekî çi hûn dikarin bikin, seva ku bibine jin yan mêrê hê baş. Rind guhê xwe bidine mêr yan jina xwe, û çi ku dikarin hemû tiştî bikin ku xwe biguhêzin

  • Sebir kin. Wera wede lazim e, seva ku hûn hîn bin ku çawa bikaribin hevdu bextewar kin

2 DERHEQA HEV DIŞIRMÎŞ BIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: Hûn gerekê xem bikin, wekî pêşiyê bona hewcêd hev dişirmîş bin (Fîlîpî 2:4). Mêr yan jina xwe qîmet kin, û bîra xweda xwey kin ku Yahowa ji qulixkarêd xwe dewa dike, wekî ewana “hindava hemûyada berbihêr” bin (2 Tîmotêyo 2:24). “Gotinên bêfikirandin hatine gotin, mîna şûr dibirin; lê belê zimanê zaniyaran jî şîfê dide [qenc dike]”. Lema jî hûn gerekê pey xeberdana xwe binihêrin (Metelok 12:18). Ruhê Yahowayî pîroz wê alî we bike, wekî bi şîrinayî û hizkirinê xeber din (Galatî 5:22, 23; Kolosî 4:6).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Dua bikin seva alîkariyê, ku bikaribin ruhê milûktiyê xwey kin û serwaxt bin, çaxê tevî mêr yan jina xwe derheqa pirsêd ferz şêwir dikin

  • Rind dişirmîş bin derheqa wê yekê, ku çi bêjin û ça bêjin

3 YEKTIYÊDA BIN

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: Çaxê hûn dizewicin, hûn dibine “bedenek” (Metta 19:5). Lê hûn yeke du merî ne, û nihêrandina we dikare ji hev cude be. Lema jî hûn gerekê hîn bin ku li “ser nêt û fikirekê bin”, dêmek yektiyêda bin (Fîlîpî 2:2). Yektî gelek ferz e çaxê tiştekî safî dikin. Kitêba Pîroz dibêje, wekî safîkirinêd xwe “bi şêwirê” bikin (Metelok 20:18). Bira prînsîpêd Kitêba Pîroz rêberiya we bikin, gava hûn derheqa safîkirinêd ferz tevayî şêwir dikin (Metelok 8:32, 33).

Cuta zewacê, tevay kinca û firaqa dişon

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Çaxê hûn tevî mêr yan jina xwe derheqa tiştekî xeber didin, hingê ne ku tenê elametiya derbaz ke, lê wê baş be ku derheqa nihêrandin û hestêd xwe jî bêjin

  • Pêşiya ku tiştekî ferz safî kin, şêwira xwe tevî hev bikin

a Yahowa ev navê Xwedê ye, yê ku di Kitêba Pîrozda tê xebitandinê.

NIHÊRANDINA RAST XWEY KIN

Hîviyê nîbin, ku mêr yan jina we, hemû tişt rast û baş bike (Zebûr 103:14; Aqûb 3:2). Timê bixebitin ku xeyset-hunurêd baş nav hevda bivînin. Bawer bin ku hergê hûn prînsîpêd Kitêba Pîroz diqedînin, ev yek wê seva we kêrhatî be. Xêncî vê yekê lazim e, ku hûn sebir kin (2 Tîmotêyo 3:16). Çaxê hûn qewatê didine xebatê seva ku şîretêd Yahowa biqedînin, hingê ewê we xelat ke. Û zewaca we jî sal pey salara wê hê qewî be (Galatî 6:9).

JI XWE BIPIRSE . . .

  • Mêr yan jina min dikare bi rastiyê bêje, ku ez hê zêde derheqa wî (wê) xem dikim, ne ku derheqa xwe?

  • Çi îro min kir seva ku hizkirin û qedir hindava mêr yan jina xwe bidime kifşê?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin