KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • rj para 5 rûp. 12-15
  • Vegere cem “Şivan û Seviyê Ruhê Xwe”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Vegere cem “Şivan û Seviyê Ruhê Xwe”
  • Vegere cem Yehowa
  • Têmên Mîna Wê
  • Vegerin Cem Min
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Ew wê Te Qewî ke
    Bi Dil û Can bona Yehowa Bistirên
  • Yehowa Te Qîmet Dike!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2021
  • “Ezê yê ku Unda Bûye Bigerim”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
Hê Zêde Binihêre
Vegere cem Yehowa
rj para 5 rûp. 12-15

PARA 5

Vegere cem “Şivan û Seviyê Ruhê Xwe”

Diqewime tera jî nas in ew çetinayî, derheqa kîjana wê broşûrêda tê gotinê? Hergê erê, tu tenê nînî. Xizmetkarên Yehowaye amin, yên wedê berê û yên wedê me jî, rastî wê yekê hatine. Yehowa alî wan kiriye, û ewê usa jî alî te bike.

Hergê tu safî kî vegerî cem Yehowa, ewê timê piştgiriya te bike

BAWER BE, hergê tu safî kî vegerî cem Yehowa, ewê timê piştgiriya te bike. Ewê alî te bike xemên te sivik bin, êş ji dilê te derê, dilrihet bî û bi îsafa temiz pêşda herî. Û wî çaxî xwestina te, ku tevî xûşk-bira Yehowara xizmet kî, dikare dîsa pêşda bê. Derecên te jî dikarin mîna derecên Mesîhiyên qirna yekê bin, kîjanara Petrûs nivîsî: “Hûn mîna pezêd xalifî bûn, lê niha hûn li Şivan û Seviyê ruhê xwe vegeriyane” (1 Petrûs 2:25).

Safîkirina lape baş ew e, ku vegerine cem Yehowa. Gelo çira? Çimkî usa tuyê dilê Yehowa şa kî (Metelok 27:11). Çawa em zanin hestên Yehowa hene, û ew bêtalaş nîne hindava wê yekê, ça em xwe didine kifşê. Usa jî em zanin, wekî Yehowa zorê me nake, ku wî hiz bikin û wîra xizmet kin (Qanûna Ducarî 30:19, 20). Zandarekî Kitêba Pîroz usa got: “Derê dilê meriva ne ku dervava vedibe, lê hindurva vedibe”. Çaxê dilê me bi hizkirina helal hindava Yehowa tije dibe, wî çaxî em xwexa derê dilê xwe vedikin. Gava em usa dikin, em Yehowara pêşkêşeke qîmet didin, dêmek aminiya xwe, ya ku şabûneke mezin dike dilê wî. Bi rastî jî tu tişt nikare şabûneke usa mezin mera bîne, ça ew yek ku bi temamiya dilê xwe Yehowara xizmet kin, yê ku hêjayî wê yekê ye (Karên Şandiya 20:35; Eyantî 4:11).

Civat bi dilgermiyê silav dike vê xûşkê, ya ku ruhanîda sist bibû û zûdava nedihate civatê

Xêncî wê yekê, çaxê tu dîsa vegerî xizmetiya xwe, tuyê hewcetiya xweye ruhanî razî kî (Metta 5:3). Çi cûreyî? Meriv nav temamiya dinyayêda pirseke usa didin: “Çira em dijîn?” Ewana hewcê wê yekê ne, ku bistînin caba pirsên usa, yên ku emirva girêdayî ne. Ew hewcetî Yehowa kiriye dilqê wan. Û ewî me usa efirandiye, wekî xizmetkirina wîra rihetiyê mera tîne. Tu tişt beramberî wê şabûnê nabe, ya ku em ser xwe texmîn dikin, çaxê bi hizkirinê Yehowara xizmet dikin (Zebûr 63:1-5).

Hîvî dikin, bîr neke derheqa wê yekê, ku Yehowa dixwaze, wekî tu paşda vegerî cem wî. Lê çima tu dikarî wê yekêda dudilî nebî? Bifikire: Ew broşûr bi saya gelek duakirina hatiye sazkirinê. Diqewime te ew broşûr ji rûspiya stand yan ji Mesîhiyên din. Xwestina te hebû bixûnî, te xwend û ew yek dilê te girt. Ew her tişt îzbat dike, wekî Yehowa te bîr nekiriye. Lê ew bi dilgermiyê te hêlan dike, dîsa vegerî cem wî (Yûhenna 6:44).

Ew fikir, ku Yehowa tu car berxên xweye undabûyî bîr nake, me dilgerm dike. Hema ew yek xûşka bi navê Donna ser xwe texmîn kiriye, ew dibêje: “Ez hêdî-hêdî ji Yehowa dûr ketim, lê ez hertim difikirîm derheqa xeberên ji Zebûr 139:23, 24: ‘Min enene ke, Xudano, dilê min zanibe, min bicêribîne û fikirêd min bizanibe. Dîna xwe bidê, xa ez ne rîya xirabda me, rîya heta-hetayêda rêberîya min bike’. Min texmîn dikir, wekî ev dinya bona min xerîb e. Min tu car xwe vê dinyayêda rihet texmîn nedikir û min fem dikir, wekî ciyê min teşkîleta Yehowada ye. Min zanibû, wekî Yehowa ez nehîştime, lema jî minra lazim bû bivînim ew rê, ya ku dibe berbi wî. Û ez şa me, wekî min ew rê dît!”

“Min zanibû, wekî Yehowa ez nehîştime, lema jî minra lazim bû bivînim ew rê, ya ku dibe berbi wî”

Em bi dil û can dua dikin, wekî tu dîsa jî “şabûniya Xudan” bivînî (Nehemiya 8:10). Tuyê tu car poşman nebî, wekî vegeriyayî cem Yehowa.

Cabên Pirsên Wan Meriva, yên ku Safî Kirine Vegerin cem Yehowa

JI ÇI DESTPÊKIM?

Xûşka ku ruhanîda sist bibû Kitêba Pîroz dixûne

Mesele, merivê nexweşra wede lazim e, seva ku hêdî-hêdî dîsa qewat be. Tu jî dikarî ruhanîda qewî bî, hergê her roj hêdî-hêdî xwarina ruhanî bistînî. Nefikire, wekî tu gerekê hemû tiştî derbekêra bikî. Tu dikarî çend deqa Kitêba Pîroz bixûnî, yan guh bidî aûdîo nivîsarê, edebyetekê lêkolîn kî, bikevî malpera me jw.org, yan bernama brodkastîngê. Usa jî, mecalê ji destê xwe bernede, ku herî civatê. Ya sereke ew e, Yehowara dua bikî û alîkariyê ji wî bixwazî. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Hemû xemêd xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7).

“Paşî wê yekê, çaxê ez îda ruhanîda sist bûm û nediçûme civata, min şerm dikir dua bikim. Çaxê ancax min safî kir dua bikim, birakî rûspî teseliya min kir. Ewî alî min kir fem bikim, wekî Yehowa min bîr nekiriye. Lê ewî usa jî şîret da min, wekî ez her roj Kitêba Pîroz bixûnim. Çaxê min ew yek kir, min qewat stand û destpêkir herime civata. Axiriyê ez dîsa derketime xizmetiyê. Ez gelek şa me, wekî Yehowa min bîr nekir!” (Êva).

XÛŞK-BIRÊN CIVATÊDA WÊ ÇAWA MIN QEBÛL KIN?

Dudilî nebe, wekî xûşk-birên civatêda wê te bi dil û can qebûl kin. Ewana wê te sûcdar û neheq nekin, lê dewsê wê hizkirinê bidine kifşê hindava teda, seva ku te qewî kin (Îbranî 10:24, 25).

“Min şerm dikir herim Oda Civatê. Min nizanibû wê çawa min qebûl kin. Lê xûşkeke emirda mezin, ya ku îda 30 sal civatêda ne, gote min: ‘Kurê min, tu xêr hatî malbeta xwe!’ Ew gotinên wê gelek dilê min girtin. Rastî jî ez vegeriyam nav malbeta xwe” (Javêr).

“Ez hatim Oda Civatê, lê parava rûnişt im, seva ku kes min nevîne. Lê geleka ez nas kirim, çimkî wana zarotiyêda ez nas dikirim. Wana usa bi dilgermî ez silav û hemêz dikirim, wekî min dilrihetî texmîn kir. Tê bêjî ez vegeriyame mala xwe” (Marko).

ÇAWA RÛSPÎ WÊ ALÎ MIN BIKIN?

Rûspî wê bi dilgermî te qebûl kin. Ewana wê payê te bidin, wekî tu dixwazî “mîna berê” Yehowa hiz bikî (Eyantî 2:4). Ewana “bi ruhê milûktiyê” wê alî te bikin, wekî her gunên ku te kiriye, tobe kî (Galatî 6:1; Metelok 28:13). Rûspî dikarin ji kesekî hîvî kin, wekî tevî te hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kin pê kitêba “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!” Dudilî nebe, wekî rûspî wê piştgiriya te bikin û ber dilê teda bên (Îşaya 32:1, 2).

“Nava wan heyşt salada, heta ku ez nediçûme civata, rûspiya her gav teseliya min dikirin. Carekê rûspîkî şiklên kevin nîşanî min kir û ez jî ser wan şikila hebûm. Ew wedê hewas kete bîra min û min xwest ewê şabûna xwe, ya ku min xizmetkirina Yehowada distand, vegerînim” (Vîktor).

“Ew wê Te Qewî ke”

Civatêda xûşk pê kitêba xweye kilama tevî xûşkeke din distirê

Nava kitêba meye kilamada “Bona Yehowa Bistirên”, hene kilamên gelek hewas, yên ku dikarin dilbîniyê û qewatê bidine te û usa jî alî te bikin, dîsa vegerî cem Yehowa. Ji kerema xwe dîna xwe bide xeberên ji kilama 38. Ew kilam ser hîmê 1 Petrûs 5:10-ye, bi navê “Ew wê Te Qewî ke”.

  1. Xwedê hertim mera eyan dike rastyê,

    Ji teriyê ber bi ronayê dibe.

    Te gelek xwest, ku wî hiz kî û şa bikî,

    Ewê bêşik dilê te bivîne.

    Te soz da wîra hertim xizmet kî,

    Tê bistînî ese kerema wî.

  2. Xwedê Kur berva da, Ewî te xilaz kir

    Dixwaze wekî tu bextewar bî.

    Hergê Ewî Kur da û bo te xem dike,

    Wê te kerem ke, ku timê şa bî.

    Karên bi hizkirin Ew bîr nake,

    Ew dilşewat e û gele rem e.

    (CHORUS)

    Bi xûna Kur xilaz bûy xulamê Xwedê yî.

    Ew te bişidîne wekî bibî qewî.

    Xwedê, Bavê Jorin wê bibe mera xweyî

    Belê, bişidîne wekî bibin qewî.

Bona Yehowa Bistirên; Stran bi Kom

Seva ku guh bidin vê miqamê û kilamên Padşatiyêye din, bikevin jw.org.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin