KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 43 rûp. 104
  • Gunê Dawid Padşa

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gunê Dawid Padşa
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Kul Û Derdêd Mala Dawid
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 43 rûp. 104
Natan pêxember Dawid Padşara derheqa gunê wî dibêje

DERSA 43

Gunê Dawid Padşa

Paşî mirina Şawûl, Dawid bû padşa. Wî çaxî Dawid 30 salî bû. Paşî çend salê padşatiya xwe, ewî gunekî giran kir. Şevekê ji banê mala xwe Dawid jineke bedew dît. Dawid pêhesiya, wekî navê wê Bat-Şeba ye û ew jina eskerê wî Ûriya ye. Dawid Bat-Şeba anî mala xwe û serê xwe pêra danî. Bat-Şeba hemle derket. Dawid dixwest gunê xwe veşêre. Lema jî ewî gote serokê eskerên xwe, wekî Ûriya derbazî meydana şer bikin, lê xwe bidine paş. Paşî wê yekê ça Ûriya şerda hate kuştinê, Dawid Bat-Şeba jintî xwera anî.

Dawid Padşa duada baxşandinê dixwaze

Yehowa xirabiya Dawid dît. Lê gelo Yehowa çi kir? Yehowa Natan pêxember şande bal Dawid. Natan gote wî: “Bal merivekî dewletî gelek pez hebûn, lê bal yê kesîb tenê berxeke wî hebû, kîjan ewî gelek hiz dikir. Rojekê, ew merivê dewletî berxa yê kesîb zeftî xwe kir”. Dawid gelek hêrs ket û gote Natan: “Merivê dewletî hêjayî mirinê ye!” Hingê Natan gote Dawid: “Ew merivê dewletî tu yî!” Wî çaxî Dawid ber xwe ket, gunê xwe da rûyê xwe û got: “Min ber Yehowa gune kir”. Gunê Dawid wî û malbeta wîra gelek kul-derd anî. Yehowa Dawid ceza kir, lê wî nekuşt, çimkî Dawid yekî milûk bû û qelpî dilê wîda tune bû.

Dawid dixwest Yehowara paristgehê ava ke, lê Yehowa kurê wî Silêman jibart, seva paristgehê ava ke. Dawid destpêkir tiştên bona avakirinê seva Silêman hazir ke û got: “Paristgeha Yehowa gerekê rûmet be. Silêman hê cahil e, lema jî ez gerekê her tiştên bona avakirinê, seva wî hazir kim”. Dawid gelek pere seva avakirinê qurban kir. Ewî xebatçiyên baş jibart. Zêr û zîv top kir û ji şeherê Sûr û Sayda darên erzê anî. Dawid pêşiya mirina xwe Silêmanra şirovekir, wekî çi cûre ew gerekê paristgehê ava ke û gote wî: “Yehowa gote min, wekî nexşa paristgehê bona te hazir kim. Netirse, Yehowa wê alî te bike. Qewî be û avakirinê destpêke”.

Dawid nexşa paristgehê bona kurê xwey cahil Silêman hazir kiriye

“Ewê ku neheqîya xwe vedişêre xêrê nabîne, lê yê ku xwe mukur tê û dihêle, wê remê bibîne” (Metelok 28:13).

Pirs: Dawid çi gune kir? Dawid çi kir, seva alî kurê xwe Silêman bike?

(2 Samûyêl 5:3, 4, 10; 7:1-16; 8:1-14; 11:1–12:14; 1 Dîrok 22:1-19; 28:11-21; Zebûr 51:1-19).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin