KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 45 rûp. 110-rûp. 111 abz. 2
  • Padşatî Dibe du Para

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Padşatî Dibe du Para
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Padşatî Parçe Dibe
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Ewî Dikaribû Keremên Xwedê Bistanda
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 45 rûp. 110-rûp. 111 abz. 2
Ahiya kinca xwe kire 12 para ber çevê Yerovam

DERSA 45

Padşatî Dibe Du Para

Heta ku Silêman Yehowara xizmet dikir, Îsraêlêda edilayî hebû. Lê Silêman gelek jinên ji miletên din xwera dianîn, kîjana pût dihebandin. Hêdî-hêdî, Silêman hate guhastinê û ewî jî destpêkir pûta bihebîne. Yehowa gelek ser Silêman hêrs ket û gote wî: “Ezê padşatiyê ji te bistînim û bikim du para. Ezê para lape mezin bidime xulamê te, lê zureta te wê tenê ser pareke biçûk padşatiyê bike”.

Yehowa bi cûrekî mayîn jî safîkirina xwe da kifşê. Carekê xulamekî Silêman, Yerovam, rêva rastî pêxember Ahiya hat. Ahiya kinca xwe kire 12 para û gote Yerovam: “Yehowa wê padşatiya Îsraêlê ji zureta Silêman bistîne û bike du para. Dehe para hilde, çimkî tu yê bibî padşê dehe bereka”. Gava Silêman Padşa derheqa wê yekê bihîst, ewî xwest Yerovam bikuje! Lema jî Yerovam revî Misirê. Wede şûnda Silêman mir û kurê wî Rehobowam bû padşa. Wî çaxî Yerovam fikirî, wekî dikare vegere Îsraêlê, çimkî emirê wî îdî bin qeziyêda nîbû.

Gelek Îsraêlî qurban dianîn golika zêrra, kîjan ku Yerovam danî

Rûspiyên Îsraêlê gotine Rehobowam: “Hergê tu hindava cimetê baş bî, ewana wê tera amin bin”. Lê hevalên Rehobowam, yên cahil, gotine wî: “Tu gerekê hindava cimetê sert bî! Zorê cimetê bike, wekî hê zef bixebitin!” Rehobowam gura hevalên xweyî cahil kir. Ew gelek sert bû hindava cimetê, lema jî dehe berekên Îsraêlê pêşberî wî rabûn. Wana Yerovam kirine padşê xwe, û ev padşatiya ser dehe bereka hate navkirinê padşatiya Îsraêlê. Lê du berekên din, yên ku Rehobowamra amin man, hatin navkirinê padşatiya Cihûda. Wî cûreyî 12 berekên Îsraêlê hatine parevekirinê.

Yerovam nedixwest, wekî cimeta wî here paristgeha Orşelîme seva xizmetkirinê. Gelo çira? Çimkî ew şeher bin padşatiya Rehobowamda bû û Yerovam ditirsiya, wekî cimet dikare pişta xwe bide wî û aliyê Rehobowam bigire. Lema jî Yerovam du golikên zêr çêkir û gote cimetê: “Orşelîm gelek dûr e. Hûn dikarin vira xizmetiya xwe bînin sêrî”. Cimetê destpêkir serê xwe ber golikên zêr dayne û dîsa Yehowa bîr kirin.

“Tevî nebawera nekevine binê nîrekî. Çi karê heqiyê tevî neheqiyê heye?  . . . Yan çi par nava bawermenda û nebawerada heye?” (2 Korintî 6:14, 15).

Pirs: Çira Îsraêl hate parevekirinê? Çi tiştên xirab Rehobowam Padşa û Yerovam Padşa kirin?

(1 Padşatî 11:1-13, 26-43; 12:1-33).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin