DERSA 47
Yehowa Êlyas Qewat Dike
Îzabêl gelek hêrs ket çaxê bihîst, çi hate serê pêxemberên Bael. Ewê meriv şandin, wekî bêjine Êlyas: “Sibê, tuyê mîna pêxemberên Bael bêyî kuştinê”. Êlyas gelek tirsiya û revî beriyê. Êlyas dua dikir: “Yehowa, teyaxa min tune. Lava dikim, emir ji min bistîne”. Êlyasê vestiyayî bin baxda xewra çû.
Melek wî hişyar kir û bi dengê nerm gote wî: “Rabe, nan bixwe”. Êlyas dît, wekî nêzîkî wî, ser kevira nanê germ e û kûpê avê ber e. Ewî xwar-vexwar û dîsa raza. Melek dîsa wî hişyar kir û got: “Rabe, nan bixwe. Tera qewat lazim e, wekî rêkevî”. Êlyas rabû û nan xwar. Paşê ew 40 roj û 40 şevî rêda bû, heta gihîşte Çiyayê Horeb. Wêderê ew kete şkeftê û raza. Lê Yehowa tevî wî xeber da û gote wî: “Êlyas, tu vira çi dikî?” Êlyas cab da û got: “Îsraêliya sozê, ku dabûn te neanîn sêrî. Ewana gorîgeha te hûrdexweşî kirin û pêxemberên te kuştin. Lê niha ewana dixwazin min jî bikujin”.
Yehowa gote wî: “Derê û ser çiyê bisekine”. Nişkêva bakî qayîm rabû, erd hejiya, û paşê agir hate kifşê. Axiriyê, Êlyas bihîst dengekî nerm û rihet. Ewî pê kincê xwe ser çevê xwe dada û şkeftê derket. Yehowa ji wî pirsî, wekî çira ew revî. Êlyas gote wî: “Tenê ez ji xizmetkarên te sax mame”. Lê Yehowa gote wî: “Tu tenê nînî. Îsraêlêda dîsa 7 000 xizmetkarên minî amin mane. Here û Êlîşa dewsa xwe çawa pêxember kifş ke”. Êlyas pêra-pêra çû û kir ew, çi ku Yehowa wîra got. Hergê tu wê yekê dikî, çi ku Yehowa ji te dewa dike, ça tu dişirmîş dibî, ewê alî te jî bike? Erê, sed selefî. Werên em niha binihêrin çi dîsa qewimî wedê bêbaraniyê.
“Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be” (Fîlîpî 4:6).