KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 51 rûp. 124-rûp. 125 abz. 2
  • Seresker û Keçika Biçûk

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Seresker û Keçika Biçûk
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Keçik Alîkarî Dide Mêrê Navdarra
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 51 rûp. 124-rûp. 125 abz. 2
Neman hat bal Êlîşa, seva ku qenc be

DERSA 51

Seresker û Keçikeke Biçûk

Erdê Sûryayêda hebû keçikeke biçûk ya ku Îsraêlî bû, ew ji malbeta xwe hatibû qetandinê. Eskerên Sûryayê ew keçik çawa dîl hildane bal xwe û kirine cariya jina Nemanê seresker. Rast e, dor-berê wê keçikê xizmetkarên Yehowa tune bûn, lê dîsa jî ewê baweriya xwe hindava Yehowa sist nedikir.

Neman nexweşiya giran ket, ev nexweşiya wî ya çerm bû, ewî her gav êş ser xwe texmîn dikir. Keçika biçûk bi dil û can dixwest alî wî bike. Ewê gote jina Neman: “Ez zanim derheqa pêxemberekî Yehowa, yê ku ji Îsraêlê ye. Navê wî Êlîşa ye. Û ew dikare mêrê te qenc ke”.

Jina Neman derheqa wê yekê gote mêrê xwe. Seva ku qenc be, Neman hazir bû her tiştî bike, lema jî ew rabû û çû Îsraêlê mala Êlîşa. Neman hîviyê bû, wekî Êlîşa wê bi qedir wî qebûl ke. Lê dewsa ku xwexa derê tevî wî xeber de, Êlîşa xulamê xwe şand, wekî ew Neman silav ke û bêje wî: “Here û heft cara bikeve Çemê Ûrdunê. Paşî wê yekê tuyê qenc bî”.

Neman gelek xemgîn bû. Ewî got: “Ez hîviyê bûm, wekî pêxember wê xwexa berbi min bê, gazî Xwedayê xwe ke û bi cûrekî mexsûs min qenc ke. Dewsa wê yekê ew minra dibêje, wekî ez herim û bikevime çemê wan. Bal me Sûryayêda, çemê diha baş hene. Çira ez nikarim herim wêderê?” Neman hêrs ket û ji mala Êlîşa çû.

Neman kete Çemê Ûrdunê û qenc bû

Xulamên Neman alî wî kirin, wekî ew ser wê yekê cûrekî mayîn binihêre. Wana gote wî: “Ne tu hazir bûyî her tiştî bikî, wekî qenc bî? Ew çi ku pêxember gote te, çetin nîne bikî. Rast nîne?” Neman guh da xulamên xwe û çû heft cara kete Çemê Ûrdunê. Paşî cara hefta bedena wî qenc bû. Ew gelek razî bû û lema jî vegeriya bal Êlîşa, wekî razîbûna xwe bide kifşê. Neman gote wî: “Niha ez zanim, wekî Yehowa ye, Xwedayê rast”. Çawa tu dişirmîş dibî keçika biçûk çi texmîn kir, gava dît, wekî Neman qenc bûye?

“Te bi zarêd tifal û dergûşa pesindayîn anî sêrî?” (Metta 21:16).

Pirs: Çawa tu dişirmîş dibî, keçika biçûkra hêsa bû tevî jina Neman xeberdanê destpêke? Çi alî wê kir mêrxas be?

(2 Padşatî 5:1-19; Lûqa 4:27).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin